11ê Hezîrana 2026an fîka destpêkê ya Kupaya Cîhanê li Dallasê tê lêdan. Bi wê re jî şampiyoniya herî bibiha û aborî ya dîroka futbolê dest pê dike.
Kupaya Cîhanê ya 2026an a FIFAyê bi hevkariya Amerîka, Kanada û Meksîkayê tê lidaxistin û 48 welat beşdarî şampiyoniyê dibin.
Li gorî FIFAyê dê 78 maç li 11 bajarên Amerîkayê, 13 maç li 3 bajarên Meksîkayê û 13 maç li 2 bajarên Kanadayê bi giştî 104 maç bên lîstin.
Ev pêşangeheke futbolê ye ku 7 sal in amadehî jê re tên kirin.
Li gorî amar û texmînên kîjan saziya aborî ku mirov bawer bike, ew dê ji bo Amerîkayê bibe werçerxanek an jî dê wekî rûdaneke xweşik lê ji aliyê aborî ve kêmqîmet bimîne.
Di lêkolîneke hevpar a FIFA û Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî de ku ji aliyê şirketa şêwirmendiyê Open Economistê ve hatiye amadekirin pêşbînî tê kirin.
Ev lêkolîna ku Adara 2025an hat belavkirin pêşbînî dike ku dê berhema aboriya cîhanî ji ber maçên Kupaya Cîhanê bi qasî 80,1 milyar dolarî zêde bibe. Ji wê jî 30,5 milyar dolar para Amerîkayê ye.
Ev hejmar ew qasî mezin e ku dikare budceya salane ya welatekî navîn dabîn bike. Lê belê ev hejmar ji aliyê hinek aborînasan ve wekî "hejmareke ku qet pêk nayê" tê binavkirin.
Dê çi bi destê Amerîkayê keve?
Bangeşeya FIFAyê ne biçûk e. Li gorî rapora Open Economistê, Amerîka dê para şêr ji destkeftên aborî yên Kupaya Cîhanê wergire. Raportê xwe spartiye amarên Banka Cîhanî, Rêxistina Kar a Navneteweyî û Rêxistina Geştyariyê ya Cîhanî. Pêşbînî bi vî rengî ne:
• Koma berhema Amerîkayê: 30,5 milyar dolar
• Koma berhema navxweyî: 17,2 milyar dolar
• Derfetên kar ên li Amerîkayê hatine afirandin: 185 hezar derfetên kar
• Dahata hêza kar li Amerîkayê: 10,23 milyar dolar
• Dahata bacê ji bo Amerîkayê: 3,4 milyar dolar
Tiştê ku piştgiriyê dide van amaran hejmara geştyaran e. Komeleya Geştyariyê ya Amerîkayê texmîn dike ku her geştyarî navneteweyî yê Kupaya Cîhanê dê zêdetirî 5 hezar dolarî xerc bike. Ev jî ji bo geşteke asayî ya ber bi Amerîkayê ve 1,7 qat zêdetir e.
Modela aborî ya FIFAyê û Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî pêşbînî dike ku milyonek û 240 hezar geştyarên navneteweyî biçin Amerîkayê. Ew dê bi navînî 12 rojan bimînin û rojane dê zêdetirî 400 dolarî xerc bikin. Otêl dê tije bibin, xwaringeh dê qerebalix bibin û xezîneyên bacan dê geş bibin.
Ji bilî wê jî aboriya weşana televîzyonê heye. Li gorî amarên S&P Global Market Intelligenceyê, dahata mafê weşana televîzyona werzişî sala 2026an gihîştiye 67,34 milyar dolarî.
Tenê mafê weşana Kupaya Cîhanê ya 2026an nêzîkî 4,26 milyar dolar e. Dahata rojane ya maçan (bilêt û xizmetguzarî) bi nêzîkî 3 milyar dolarî tê texmînkirin. Pispor dibêjin ku ev dibe wekhevê tevahiya dahata 6 kûpayên cîhanî yên borî.
Aborînas bi rastî çi dibêjin?
Lê belê mirov nikare cudahiya di navbera pêşbîniyên fermî û encamên rasteqîn de paşguh bike.
Profesorê Aboriya Werzişê Victor Matheson, Hezîrana 2026an ji Newsweekê re axivî. Wî got, "Dibe ku bandora aborî ya Kupaya Cîhanê li ser Amerîkayê tenê beşeke pir biçûk a bangeşeyan be."
Hevkarê wî yê ji Zanîngeha Marylandê Dennis Coates jî hîn eşkeretir axivî. Wî got, "Aborînasan bi qasî du dehsalan bi belgeyan nîşan daye ku Kupaya Cîhanê ti bandora aborî ya diyarkirî nake." Kurtasiya gotinên wî di navendên aboriya werzişî de bûye dirûşm.
Ew dibêje, "FIFA dahatê dibe, li welatên ku maç lê tên lîstin jî tenê fatureyên xerciyan dimînin."
Hetta bankên mezin ên wekî Goldman Sachs û Natixisê jî gihîştine heman encamê. Li gorî wan bankan, Kupaya Cîhanê dikare li ser asta bajaran bandoreke navxweyî bike. Lê belê li ser asta aboriya niştimanî ti guhertinên mezin çênake.
Bîrkarî (matematîk) bi zelalî rastiyan nîşan dide. Koma berhema navxweyî ya Amerîkayê destpêka îsal gihîşt 31,9 trilyon dolarî. Pêşbîniya FIFAyê ya herî baş a ji bo Kupaya Cîhanê 17,2 milyar dolar e.
Ev tenê dike ji sedî 0,054ê wê hejmarê. Bi gotineke din, aboriya Amerîkayê wê hejmarê tenê piştî nîvroyeke bêdeng û aram (mebest jê 5-6 demjimêr in) berhem tîne.
Eger koma berhema navxweyî ya Amerîkayê 31,9 trilyon dolar be û em dabeşî rojên salê bikin, dê bibe 87,4 milyar dolar. Ev jî qebareya aboriya Amerîkayê ya di rojekê de ye. Wate dahata 17,2 milyar dolar di kêmtirî 5 demjimêran de li Amerîkayê kom dibe.
Amar niha çi nîşan didin?
Pêwîst nake em li benda bidawîbûna Kupaya Cîhanê bimînin da ku em bi cudahiya di navbera pêşbînî û rastiyan de bihesin. Amarên beriya destpêka maçan rewşê nîşan didin.
Lêkolîneke Komeleya Otêl û Mêvanxaneyên Amerîkayê ya Nîsana 2026an eşkere dike. Li bajarên ku dê maç lê werin lîstin ji sedî 80yê xwediyên otêlan daxuyaniyek da.
Wan got ku rêjeya veqetandina odeyan ji ya ku dihat pêşbînîkirin kêmtir e. Otêlan bi hêviya ku daxwaz zêde bibe nirxên xwe pir zêde kiribûn lê wisa derneket.
Bazara duyem a bilêtan jî vê rewşê eşkere dike. Amarên malpera TicketData.comê nîşan didin. Di dawiya Gulana 2026an de nirxê bilêtan ê piraniya maçan daketiye. Wekî mînak bilêta maça ewil a Amerîkayê ya li hemberî Paraguayê tenê di mehekê de ji sedî 30 daketiye.
Pere bi rastî diçin ku derê?
Ev nayê wê wateyê ku Kupaya Cîhanê bê fêde ye. Sûdeke wê ya mezin heye lê bi wekhevî nayê dabeşkirin.
Li ser asta bajaran çîrok rasttir xuya dike. Ji bo bajarekî wekî Kansas Cityê ku mazûvaniya 6 maçan dike û li benda 650 hezar alîgiran e, Kupaya Cîhanê derfeteke zêrîn e.
Her wiha li gorî welatên din ên ku berê mazûvaniya Kupaya Cîhanê kirine sûdeke mezin a Amerîkayê heye. Ew jî ev e ku Amerîka tiştekî ji sifirê ava nake. Qeterê sala 2022yan 220 milyar dolar xerc kir.
Berevajî Qeterê, Amerîkayê tenê stadyumên xwe yên heyî nûjen kirine. Dema ku Kupaya Cîhanê xelas bibe, ev stadyum dê ducare ji bo mazûvaniya maçên navxweyî û konseran werin bikaranîn. Wekî yên Qeterê nabin barekî giran û projeyên bêkêr û nayên rûxandin.
Di encamê de Kupaya Cîhanê ya 2026an aboriya Amerîkayê naguherîne. Welatekî ku salane 31,9 trilyon dolar dahata wî heye, bi lidarxistina Kupaya Cîhanê tê de werçerxanek pêk nayê. Pêşangeh çi qasî mezin be jî ev wiha ye.
Tiştê ku dê rû bide tenê komkirina enerjiyeke aborî ye li 11 bajaran û ji bo 6 hefteyan. Ligel wê jî pêşbîniya FIFAyê (17,2 milyar dolar) tenê hejmarek e ku li ser bingeha geşbîniyeke zêde hatiye danîn û dibe ku bi temamî pêk neyê.
Lê li ser Kupaya Cîhanê tiştek heye. Kupaya Cîhanê ti carî bi tenê bi koma berhema navxweyî û sûda aborî ve girêdayî nebûye.
Kupaya Cîhanê bi wê wateyê ye ku milyarek kes di heman demê de li tiştekî temaşe dikin. Welatek ji bo 6 hefteyan dibe navenda cîhanê. Wekî ku divê her aborînasek qebûl bike nirxekî vê heye. Ti tabloya Excelê nikare nirxê wê yê rasteqîn derxe holê.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)