Di bersiva pirsa “Te bêriya Sûriyê kiriye?” de, eve bersiva xanimeke Ereb a Sûrî ye; min bêriya tiştekî Sûriyê nekiriye.
Em çend kesek in û ligel wê dipeyivin. Mijara axaftinê li ser şer, penaberî û xerîbiyê ye.
Em hemû bi hev re ne, li vir, li Kolna Almanyayê, bêyî ku cudahiya ziman, dîn û nasnameyê qelşê bixe navbera me.
Çiqasî xweş e em hilgirên nasnameyeke tenê bin, mirovbûn! Lê mixabin hêj bejna mirov ji vê astê pir nizmtir e û nikare hilgirê wê nasnameyê be. Hêj nekariye û ne diyar e jî kengî dikare.
“Min bêriya tiştekî Sûriyê nekiriye!”
Dostên min ên Alman ji bersivê fêm nakin. Lê tiştekî tevlihev ji bişirîn û xemgîniya kûr sîmaya jinikê bi temamî niximandiye, jinik pê de diçe:
Ma ez bêriya ku yan çi bikim? Ne tenê barêşa şer, berî şer jî, ez qala çi bikim û bêriya çi bikim, rewşa konevanî? Azadî? Gava mirov ji bo heta hetayê terka welatekî dike, wê bêriya çi bike? Bêriya dar û darkok an av û hewa yan bêriya hinek nirx û binemayên ku jiyana mirov bedew û dilaram dikin?
Ew xatûn dibêje:
Salên dirêj e li wir şer heye. Şerê pêşî şerekî taybet bû, ne şerê bi çek bû, lê şer bû, şerekî piştşikên bû. Niha çend komikên cuda bi çekan bi hev re dipeyivin, lê wê demê dûgelê û serokê wê bi rêya gef û herreşeya bikaranîna çekan û şerê derûnî misêwa mirov teror dikirin. Misêwa ji bo giyanê xelkê li ser pêyan bûn.
Dîktator çi tînin serê mirovan? Çawa wan wêran dikin û derûna wan kavil û xopan dikin? Kesekî di barêşê de nejî jê fêm nake. Fêm jî bike serav û bêreng werdigire. Tenê kesên ku di nav de dijîn dizanin şer û gefên çewsîneran çi ne.
Ev hemû ziyan li aliyekî, ku ji karên çewsîner û dîktatorî çavkanî digirin, kuştina hez û evîna war û landikê jî li aliyekî. Serdestî û stemkariya dîktatorî dikarin hezkirina war di dil û canê mirov de parçe parçe hûr bikin.
Ew xanim hîs dike ewên li beramberî wê metelmayî dibin. Lê hewl dide wan bide fêmkirin ka ew ji ber çi bêriya Sûriyê nake.
Ev hîç ku vêga şer e. Kes bêriya şer û rewşa mişt û tije bêtar û bobelat û destara mirinê ya şer nake, lê ew dibilîne: “Berî şer jî tiştek nebû navê wî xweşî, azadî yan wekhevî be, ta ez di agirê bêrîkirina wî de bisincirim.” Li vir jiyaneke din heye û min di xewnê de jî ev jiyan nas nedikir û nedidît. Li vir azadî heye û li wir nebû. Ez bêriya “nebûna azadiyê” nakim.
Dema mirov ji dûr ve yan seravî li navçeyê temaşe bike, wisa fêm dike ku tenê gelên bêdewlet hatine dagîrkirin û rewşa wan a derûnî xopan û wêran e. Lê rastî ew e di hinav de, di kûrahiyê de gelên xwedî dûgel jî, tew ewên ku cihekî wan li nêzîkî desthilatdarên dûgelê jî heye, di nearamî û nedilrehetiyê de dijîn.
Li rojhilêt kes ne dilrehet e. Kêm in, pir kêm in, ewên ku vîn û hezkirina axê li ba wan maye. Ji mirovekî sade ta serok, kes ne xwediyê ti awayekî dilaramiyê ye. Ew ne tenê gelên dagîrkirî diçewisînin û ji her tiştî bêpar dikin, lê bêrehm miamele ligel mirovên xwe, aboriya xwe, leşkerên xwe û axa xwe jî dikin. Li wir ne tenê Kurd û gelên bêwar ên mîna kurdan ku misêwa rastî metirsî û nedilrehetiyê tên…li wir serokê dûgelê û hêzên şerker ên dûgelê, li şûna hêza parastin û berevaniya war bin, jêdera nedilaramiyê ne li ser giyanê şêniyên welatê xwe.
Ez gotinên wê xanimê baş fêm dikim. Axir em jî nimûneya wan qurbaniyan e. Em jî ji wan kesan e ku me biçûkî û lawîtiya xwe di nav şer û di bin desthilata çewsîneran de derbas kir. Zaroktiyek: “Her lehzeyeke Mehdî hezar girî bû efsûs” (ji şiîreke Goran 1905-1962).
Dema ez li dostên xwe yên Alman hûr dibim, gotineke Paul Keller tê bîra min. Ez li hevalên xwe yên Alman diponijim ku bi gotin û derbirîna wê xanima sirgûnkirî mitûmat bûne.
Nivîserê Alman Paul Keller [1873-1932] dibêje: Dilê mirov di xerîbiya herî teyisî de jî her berê wî li landikê ye û bêriya wê dikeز
Lê li vir derdikeve û tê piştrastkirin ku gotina Paul Keller, ev hevoka bedew a Keller wê xatûnê û hestên wê li xwe nagire û di barêşa wê de armanca xwe nehingavtiye!
Çimkî: Ti xerîbiyek, ti rewşek, ti şert û mercekî jiyanê jê taltir û biêştir nîne ku hemî derî û pencereyên welêt di rûyê mirov de bên girtin û mirov bê neçarkirin ku di saya dîktatorekî de bijî û misêwa hem jê re li çepikan bide û hem jî ziravê wî jê biqete.
Dîktator, desthilatdar û serokên zalim li rojhilêt karîn mirov ji hezkirina war û welat nefret bikin. Mixabin karîn vê yekê bikin.



.jpg&w=3840&q=75)