Milmilaneya Amerîka û Îranê ku li nav axa Iraqê rû daye, ne tenê pêşeroja vî welatî di bin mijê de dihêle, di heman demê de karîgeriyeke mezin li ser bazara cîhanê jî dike û bûye pirseke jeosiyasî.
Kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, ji aliyê Amerîkayê ve û topbarankirina binkeyên Ameîrkayê li Iraqê ji aliyê Îranê ve, bazarên cîhanê jî hejandin. Di heyama 7 salên dawîn de, bo cara yekem nirxê zêrê ons gihişt 1600 û nirxê petrolê jî bi ser 70 dolaran ket.
Li gel vê jî daxuyaniyên Trump nîgeranî hinekê belav kirin û bîrek wisa ava kiriye ku rûdana şerekî dijwar di navbera Amerîka û Îranê de li navçeyê hema bêje ne mumkin e.
Lêbelê pirsgirêkên kentine ser hev li Iraqê hîn jî nehatine çareserkirin. Li aliyê din çarenivîsa hebûna Amerîkayê li Iraqê û ka dê peywendiyên Amerîka û Iraqê di çi astê de bin, ne diyar in. Ev jî dibe sedem bo nediyariyeke mezin li ser aboriya Iraqê.
Hefteya derbasbûyî, Parlamentoya Iraqê, biryara bo derxistina hêzên biyanî pesend kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump, di twîttekê de gef li Iraqê xwar ku ew dê sizayan giran bi ser Iraqê de bisepîne ku di dîroka xwe de rast nehatiye. Li gor berpirsên Amerîkî, wî welatî xercên zêde li Iraqê kirine û eger Parlamentoya Iraqê serbazên Amerîkî neçar bike ku wî welatî bicî bihêlin, ew hemû xerc dê vala biçin.
Li Amerîkayê taybetî jî Demokratan, biryara Trump a kuştina Qasim Sulêymanî gelek rexne kirin. Li gor xwediyên wan rexneyan, armancgirtina Sulêymanî û serkirdeyên Heşda Şeibû, dê bibe sedema lawazbûna destê Amerîkayê li Iraqê û ketina wî welatî bo hembêza Îranê. Lêbelê gelo Iraq dikare bêyî Amerîkayê li ser lingên xwe bimîne?
Pêşhat, eger bibin sedem ku hêzên Amerîkî bêyî li ser daxwaza xwe, neçarî bicihhiştina Iraqê bibin, wê demê dê çi rû bide?
Bersiva yekem bo vê pirsê; Eger Amerîka xwe rabigire û sizayan bi ser Iraqê de nesepîne jî, tenê biryar bide ji bo rawestandina alîkariyên bo wî welatî jî, Bexda dê bikeve rewşeke dijwar a darayî.
Di qonaxa piştî 2003an, Amerîka û hêzên hevpeymanî aktorên sereke bûn ku rewşa darayî û aborî ya Iraqê di asta xwe ya asayî de berdewam be. Vekirina hesabekê li ser navê Fona Geşepêdana Iraqê (Development Fund for Iraq - DFI) li şaxa New Yorkê ya Banka Navendî ya Amerîkayê di sala 2003an de, rê li ber wê vekir ku pereyên rejîma Sedam ku hatibûn blokkirin bên vegerandin û dahatên petrolê bên parastin.
Eger Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ew pere neparastiba, gefa destbisergirtina dahatên petrolê hebû ji ber dozên tezmînetê yên li dijî rejîma hilweşiyayî û 120 milyar dolar deynê ku ketibû ser hev. Herwiha Amerîkayê roleke girîng girt di kêmkirina 120 milyar dolar deyn bo 40 milyar dolaran û herwiha efûkirina ji deynên berê.
Serbixwe ji dahatên petrolê, hemû karûbarên bazirganî yên li Iraqê bi rêya Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) pêk tên û bankên din ên hikûmetê ne xwediyê wî mafî ne ku hêsankariyeke darayî bo bazirganan bikin û ne xwediyê wê desthilatê ne LIC vebikin. Ya girîng peywendiya di navbera Banka Bazirganiyê ya Iraqê û Banka Morgan a JP a Amerîkayê ye ku eger Amerîka têkiliyên xwe yên darayî li gel Iraqê qut bike, Banka Bazirganiyê ya Iraqê dê ji pêşkêşkirina karûbarên darayî yên navdewletî bêpar bimîne.
Mijareke din a girîng jî, firotina bond e (tehwîl) ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di salên derbasbûyî de ji bo ku ji bazarên darayî deyn werbigire. Li vir ya girîng ew e ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê bondên Iraqê xistine bin garantiyê ku ji ber hindê sûda deynên firotina bondan gelek kêm e. Ji ber vê garantiya ku Wezareta Berevaniyê ya Iraqê pêk aniye, Iraq bi faîzeke gelek kêm ji bazara navdewletî deyna werdigire. Bo nimûne ji ber vê garantiyê, Iraq bi faîzeke % 1.5 deyn digire, lê eger ev garantî nebe faîza deynên ku Iraq werdigire dê ji %10 zêdetir be.
Jibilî vê, Iraqa ku bi milyar dolaran deyndar e bo Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) û Banka Cîhanî ku ew deyn jî bi piştevanî û alîkariya Wezareta Gencîne ya Amerîkayê bi faîzên kêm hatin wergirtin, bêyî piştevaniya darayî ya Koşka Spî nikare vê sîstemê bimeşîne.
Di vê navberê de, her çiqas Herêma Kurdistanê di milmilaneya Amerîka-Îranê de ne bûbe alî û siyaseteke cuda ji hikûmeta navendî ya Iraqê girtibe ber xwe, nikare xwe ji encamên neyînî yên vê rewşê rizgar bike. Berê Herêma Kurdistanê hîn jî li Iraqê ye û ji bo ku beşek ji mûçeyên karmendan bide, pişta xwe daye Bexdayê. Eger li Iraqê hinardekirina petrolê kêmasî tê de çê bibe, ev dê bibe sedem ku di pişka ji bo mûçeyan di budceyê de kêmasî rû bidin.
Herwiha aloziya Amerîka û Îranê, nîgeraniyekê li gel kompaniyên biyanî, taybetî jî kompaniyên petrolê pêk tîne. Herêma Kurdistanê jî ji vê rewşê rizgar nabe. Tê pêşbînîkirin 2020 di kerta petrola Kurdistanê de ji baştirîn salan be. Ev pêşbînî, ji xebatên weberhênerên petrolê yên li bîrên li Herêma Kurdistanê tê. Lewma zêdebûna weberhênana petrolê li Kurdistanê, bazarê jî germ dike.
Lêbelê xerabbûna rewşa Iraqê, ji ber sedema peywendiyên li gel Amerîkayê, dibe ku bibe sedema paşketina geşepêdana di sektora petrola Herêma Kurdistanê de.



