Şerê navxwe yê Sûriyê êdî ber bi dawiyê ve tê û dema ku em li encamê dinêrin, tê dîtin ku Beşar Esed dê tevahiya welat ji nû ve kontrol bike. Niha rewşa Sûriyê weke wê ye ku bi dawîbûna şer, welatên navçeyî û zilhêzên cîhanî mijûlî çinîna destkevtên şer in.
Piştî ku rêveberiya Amerîkayê biryara vekişîna hêzên serbazî ji Sûriyê da, Tirkiyê roja 9ê Cotmehê êrişa serbazî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Bi kurahiya 30 kîlometre ket hindûr û devereke bi dirêjahiya 120 kîlometran ku Serê Kaniyê û Girê Spî li xwe digire, kontrol kir. Piştre bi rêkevtina Amerîka û Tirkiyê ya 17ê Cotmeha 2019an 120 demjimêr navber bi şer hatibû dayîn. Paşê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Soçiyê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiya û rêkevtineke 10 madeyî îmze kir. Tirkiyê bi mercê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 32 kîlometran ji sînor dûr bikevin, ew rêkevtin îmze kir.
Dema ku em piştî êrişên Tirkiyê li rewşa niha binêrin, welatên ku hêzên wan li Sûriyê hene, her yek ji wan bi awayekî cuda derbarê serweriya petrolê de xwedî helwest in.
Piştî ku Amerîkayê nêzikî hezar serbazên xwe ji Sûriyê vekişandin, Serok Donald Trump, ragihand ku ew petrola Sûriyê diparêzin.
Li aliyekê jî Trump twît belav dikirin ku ew bîrên petrolê yên Sûriyê diparêzin. Piştre Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper bi awayekî ku wan gotinên Trump piştrast dike, daxuyand ku ew dê 400 serbazan li Sûriyê bihêlin ji bo parastina bîrên petrolê.
Daxuyaniya Trump a ‘me li Sûriyê petrol parast’ di demeke ku şer û pevçûn bi awayekî dijwar berdewam bûn, rastî nerazîbûnan hatibû. Beşek ji çavdêrên siyasî ev daxuyaniyên Trump weke, ‘li hemberî xwînê petrol’ şîrove kirin.
Piştî helwesta Amerîkayê ya ji bo parastina petrola li Sûriyê, ji aliyê Rûsyayê ve jî daxuyanî dereng neman. Kremlînê got ku Amerîka nikare bîrên petrolê li Sûriyê biparêze û ne xwedî vî mafî ye. Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, vegera Amerîkayê ya bo deverên petrolê, weke ‘çetetî û dizî’ bi nav kiribû.
Kerta petrol û gaza Sûriyê
Li Sûriyê berî destpêkirina şer, welat derbarê hinardekirina petrolê de xwedî sîstemeke bi rêk û pêk bû. Petrola xav a ku li welat dihat berhemanîn beşek ji wê piştî ku dihat parzûnkirin, pêdiviya navxwe dabîn dikir û ya dima jî dihat hinardekirin. Di sala yekem a şerê navxwe de, hejmareke zêde ji bîrên petrolê ji aliyê hêzên opozîsyonê û DAIŞê ve hatin kontrolkirin. Heta sala 2018an jî berhemanîna petrolê li Sûriyê berdewam bû. Yek ji sedemên sereke yên vê rewşê ew bû ku ji sala 2013an heta 2018an ji ber siza û dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, rêveberiya Tehranê petrola xav hinardeyî Sûriyê dikir. Nêzikî heyama 5 salan, Îranê karî 2 milyon bermil petrolê veguhêze bo Sûriyê. Bi vî awayî rê li ber krîzeke sotemenî û enerjiyê li wî welatî girt.
Lêbelê sala 2018an li gel tundbûn û zêdebûna sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê, di veguhastina petrola Îranê ya bo Sûriyê de kêmbûneke cidî çê bû. Di wê demê de rêveberiya Cebel Tariq dest bi ser keştiya Adrîan a Îranê kiribû ku 2 milyon bermil petrol barê wê keştiyê hebû. Piştî rawestandina bi rojan li kendavê, wê keştiyê karî 2 milyon bermil petrolê bigihîne bendera Banîsî ya Sûriyê. Îranê keştiyeke din jî rê kiribû bo Sûriyê lê peyama, ‘zehmetbûna vegihastina petrolê’ wergirtibû.
Rezerva petrol û gaza Sûriyê
Li gor welatên din ên navçeyê Sûriye welatekî petrolê yê biçûktir e. Lêbelê têrî dabînkirina dahata hikûmetê û seqamgiriya diravê wî welatî dike. Heta sala 2010an ji sedî 35ê hinardekirina petrol û gaza wî welatî ji sedî 20ê dahata wî welatî bû. Li gor amarên kovara petrol û gazê, sala 2015an rezerva petrolê heta 2 milyon û nîv milyon bermilan zêde bû. Ew rezerv li rojhilat û bakurê Sûriyê cih digirin. Li Sûriyê di heman demê de 241 milyar metre sêca, rezerva gaz jî heye ku dikeve naverasta wî welatî.
Kapasîteya berhemanîna petrolê
Li Sûriyê berî destpêkirina şerê navxwe, rojane 350 hezar bermil petrol dihat berhemanîn. Lêbelê sala 2019an berhemanîna petrolê li Sûriyê daket bo 24 hezar bermilan. 24 hezar bermil ji sedî 20 heta 25ê pêdiviya petrola xav a Sûriyê dabîn dike.
Ji ber zext û fişarên Amerîka û Ewropayê, hejmareke zêde ya kompaniyên biyanî Sûriye bicî hiştin. Di heyama 8 salên şerê naxwe de, kerta petrol û gazê ya Sûriyê derbên giran xwarin.
Sûriyê heta sala 2010an rojane 110 bermil petrol hinarde dikir. Sûriyê ji sedî 5ê wê hinardekirina xwe bo Tirkiyê û ya din jî bo Îtalya, Almanya, Fransa û Swîsreyê dikir.
Boriyên petrol û gazê
Sûriye ji ber erdnigariya xwe her welatekî girîng bûye bo welatên din û çavên wan li ser bûn taybet jî welatên cîran ji bo ku petrol û gaza xwe bi rêya wî welatî veguhêzin bo Derya Spî.
Sala 2012an ji bo Îran petrola xwe bi rêya Iraq û Sûriyê bigihîne Derya Spî û ji wir jî belavî cîhanê bike, di navbera her sê welatan de rêkevtinek hatibû îmzekirin. Ew rêkevtin ji aliyê Amerîka, Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyê ve weke ‘metirsîdar’ hatibû binavkirin. Yek ji sedemên dijayetiya Tirkiyê ya li hemberî wê rêkevtinê ew bû ku bi fikar bû rola wê ya di veguhastina petrolê bo Ewropayê de kêm bibe.
Mezintirîn zeviya gazê ya Qeterê, li gel mezintirîn zeviya gazê ya Îranê hevbeş bû. Ji ber hindê hinardekirina gazê bi rêya Iraq û Sûriyê ji aliyê Îranê ve, ne li gor berjewendiyên Qeterê bû.Her çiqas Îran li gel Qeterê di warê siyasî û aborî de xwedî peywendiyên baş be jî, di heman demê de rikaberekî mezin ê Qeterê ye.
Tirkiye ev di heyama 10 salên dawîn de ye, hewl dide bo ku pêgeha xwe ya bo veguhastina enerjiyê di navbera welatên rojhilat û rojava de biparêze. Ji ber hindê li dij wê rêkevtina her sê welatan derket û naxwaze Sûriye di vî warî de bi pêş bikeve. Veguhastina gaza sirûştî ya Îranê bo bazara Ewropayê bi awayekî yekser li dijî pêgeh û berjewendiyên Erebistana Siûdî yên di kerta enerjiyê de ne. Ew wlatên ku li dijî projeyê derdikevin di haya vê de ne; bi arambûna rewşa li Sûriyê dibe welatên Ewropayê piştevaniya wê projeyê bikin.
Jibilî şerê boriyên gazê li derveyî Sûriyê, li navxweya Sûriyê jî welatên navçeyê û zilhêzên navdewletî bo bidestxistina samana petrol û gaza Sûriyê berdewam di nav milmilanekê de ne. Rûsya, Tirkiye, Îran û ew aliyên navçeyî û navdewletî bi rengekî ji rengan destên xwe dirêj kirine bo samanên petrol û gaza Sûriyê.
Pêgeha HSDê
Hejmareke zêde ya çavkaniyên petrol û gaza Sûriyê niha li wê devera li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dimîne. Tevî ku piştî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava, artêşa Sûriyê û Rûsya vegeriyan hinek deveran, lê niha jî ji sedî 95ê çavkaniyên petrol û gaza Sûriyê di bin kontrola HSDê de ne. Li Sûriyê berî destpêkirina şerê naxwe, li wan herêmên ku niha HSD kontrol dike de, rojane 378 hezar bermil petrol û 7.8 milyar metre sêca gaz dihat berhemanîn. Bi qasî 2 milyar û nîv bermil rezerva petrola Sûriyê niha jî di bin kontrola Amerîka û HSDê de ye. HSD taybetî jî li Deyrezorê, mezintirîn zeviya petrolê ya El Omer û zeviyên petrolê yên El Tanak û Cafrayê kontrol dike.
Herwiha mezintirîn saziya gazê ya Sûriyê Konoko jî niha di bin kontrola HSDê de ye. Kompaniya petrolê ya Konoko heta sala 2005an li Sûriyê kar dikir, lê ji ber sizayên li ser Sûriyê yên di heyama serokê Amerîkayê yê wê demê George W. Bush, ew kompanî neçar mabû bo ku Sûriyê bicî bihêle. Kontrolkirina saziyên petrolê yên Sûriyê ji aliyê HSDê ve, di diyarkirina pêşeroja siyasî ya Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Taybetî jî heta ku xweserî an jî mafên xwebirêvebirinê bi Kurdan tên dayîn. Dema ku li Sûriyê pirsgirêka sotemeniyê li Sûriyê rû da, bi rêkevtina di navbera HSD û Sûriyê de, bi awayekî ne rasterast, petrol bo saziyên di bin kontrola hikûmetê de dihat veguhastin.
Tevî biryara vekişandina leşkerê Amerîkî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, berpirsên Amerîkî bi awayekî aşkere diyar dikin ku ew dest ji petrolê bernadin. Ji ber hindê diyar dikin ku wan ji bo parastina bîrên petrolê serbaz şandine wan deveran. Her bi awayekî bi guman li van gavên Amerîkayê tê nêrîn. Amerîka dibêje ji bo ku bîrên petrolê nekevin jêr destê DAIŞê wan serbaz şandine wê herêmê. Dema ku em li twîtên Trump dinêrin jî tê dîtin ku dixwaze Kurdan ber bi deverên petrolê ve rakêşîne. Li gor gotinên Trump, Amerîka, dê bi beşeke ji wê dahata ku ji petrola li Sûriyê tê bidestxistin dê bo lêçûnên serbazên Amerîkayê yên li Sûriyê û beşa din jî dê radestî Kurdan bê kirin.
Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûriya Demokratîk (HSD) Îlham Ehmed, di hevpeyvîneke li gel Atlantîcê de ragihand, “Parastina deverên petrolê ji aliyê Amerîkayê ve divê nebe sedema wê yekê ku Kurd welatê xwe yê kevnar bicî bihêlin. Ne rast ku Kurdan ji welatê wan bikin û bibin sedem ku biçin devereke din. Ev paqijiya etnîkî ye û guhertina demografiyê ye.”
Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê û herwiha dubare vegera wan bo navçeyê, zelal e ku ne gaveke stratejîk a bi mantiq e.
Serok Trump hefteya derbasbûyî di axaftineke xwe ya derbarê Sûriyê de li Koşka Spî, piştrast kiribû ku Amerîka dê hejmareke serbazên xwe li Sûriyê bihêle û gotibû, “Me ewlekariya petrolê dabîn kir. Ji ber hindê hejmareke kêm ya serbazên Amerîkayê dê li deverên petrolê bimîne û em jî dê petrolê biparêzin. Em dê paşê biryarê bidin bê ka em dê çi bi wê petrolê bikin.”
Trump di heyama kempîna hilbijartinê de, gelek caran, soza xwe ya, ‘Em dê petrola li Rojhilata Navîn kontrol bikin’ dubare dikir. Rexne li hikûmetên berî xwe digirtin û digot ew bi samanên welat şer dikin û ji ber hindê serbazan qurbanî didin. Li gor Trump dema ku Amerîka ket Iraqê, pêwîst bû petrolê jî kontrol bike. Bi kontrolakirina bîrên petrolê li Rojava, tê gotin ku ew hewl dide sozên ku dabûn hemwelatiyên xwe bicî bîne. Berevajî kompaniyên petrolê yên li Rûsyayê, kompaniyên petrolê yên li Amerîkayê kêmtir pabendî biryarên hikûmetê ne.
Dema ku sala 2010an kompaniya petrolê ya Exxon Mobile a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dest bi kar û xebatên xwe kir, agahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji vê yekê nebû. Herwiha dema ku ev zanyarî gihişt berdestê wê jî li dij derketin. Ji ber hindê di demeke ku rîskên jeopolîtîk berdewam dikin de, ti kompaniya nediwêriya bikevin Sûriyê. Di heyama Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson de raporteke derbarê kerta petrolê ya Sûriyê de ji Serok Trump re hatibû şandin û di wê raportê de tekezî li ser wê yekê hatibû kirin ku ti astengek li ber karkirina kompaniyên petrolê yên Amerîkayê li Sûriyê, nîne. Di dîroka Amerîkayê de Sûryeya ku xwedî rezerv û berhemanîna petrola pêwîst be, tê gotin ku pêdiviya wê bi bîrên petrolê yên li Rojhilata Navîn û welatên kendavê namîne. Petrol ji bo Amerîkayê êdî ne sedemeke jeopolîtîk e.
Rêkevtinên Rûsya û Sûriyê yên derbarê petrol û gazê de
Sala 2019an di navbera Rûsya û Sûriyê de derbarê mijara enerjiyê de rêkevtineke berfireh hat îmzekirin. Li gor wê rêkevtinê, Rûsya dikare li saziyên li Sûriyê berhemanîna petrol û gazê bike. Bi vî awayî sînorên Rûsyayê hatin berfirehkirin. Ew rêkevtin ji xebatên binesaziya wan deverên petrol lê bigirin heta şêwirmendî û dabînkirina hêza karkirinê li xwe digire û berfireh e. Fona navdewletî pere, IMF, sala 2015an bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ji bo Sûriye xebatên xwe yên petrolê bi wî awayî birêve bibe, pêdivî bi 27 milyar dolaran heye. Lê beşek ji pisporan dibêjin ji bo avakirina kerta petrol û gazê ya Sûriyê ji nû ve, pêdivî bi 35 heta 40 milyar dolaran heye.
Zaviyên gazê yên li Palmîrayê di destê Rûsyayê de ne. Lêbelê heta niha negihiştiye wan saziyên di bin kontrola HSDê de. Pejirandina rêkevtina di navbera Erdogan û Pûtîn li Soçiyê ji aliyê HSDê ve, dê hevsengiya li Sûriyê biguhere. Eger Sûriye derfeta vegera bo rojhilatê Firatê bidest bixe, dibe ku bibe xwedî derfeta cîbicîkirina rêkevtina ku derbarê petrol û gazê li gel Rûsyayê pêk anîbû û bi vî awayî pêşketinek di wê mijarê de çêbibe.
Pêgeha Herêma Kuridstanê
DAIŞê sala 2014an êrişî Iraqê kir û gelek dever kontrol kirin. Hejmareke zêde ya kompaniyan ku destûr ji Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê wergirtibûn û li deverên nakok karên xwe birêve dibirin, neçar man ku ji wan deveran vekişin. Kompaniyên petrolê yên mezin ên weke Chevron û Exxon Mobile sala 2018an xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê rawestandin û li deverên başûrê Iraqê dest bi kar kirin. Sala 2017an jî kompaniya Rosneft a rûsî li Herêma Kurdistanê bû xwedî pêgeheke bihêz. Rosneft ku weke kompaniya hikûmetê jî tê zanîn, li gel Gazpromê niha mijûlî berfirehkirina kar û xebatên xwe ne. Karkirina van herdu kompaniyên mezin ên Rûsyayê li Kurdistanê nîşan dide ku Rûsya di kerta petrol û gazê de aktoreke sereke ye.Taybetî jî Rosnefta ku beşek zêde ya pişka xeta petrolê ya Kurdistan-Ceyhanê di destê wê de ye, plansaziya danîna xeteke petrolê li Herêma Kurdistanê dike. Serweriya Rûsyayê ya li ser kerta petrol û gazê li Sûriyê, tê wateya kontrolkirina tevahiya devereke ji Iraqê heta Sûriyê.
Gihiştina Rûsyayê bo Derya Spî, tê wateya bihêztirbûna serweriya Rûsyayê li ser wê deverê. Ev serweriya Moskowê, destê wê li hember welatên rikaber ên ku planên wan li ser petrol û gaza Sûriyê û Iraqê hene, bihêztir dike. Hebûna Rûsyayê ya li Kurdistanê, dibe pêşhateke girîng be ku Herêma Kurdistanê bibe beşek ji stratejiya Rûsyayê. Li aliyê din eger Rûsya ji bo mayîna rewşa sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de gulopa kesk vêxe, weke ku Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Kobanî jî aşkere kiriye, dibe di warê enerjiyê de di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hevkarî pêk were.
Herêma Kurdistanê dibe di heyameke kurt de bibe transîteke girîng ji bo bazarkirin û veguhastina petrola Sûriyê.
Tirkiye tekane derî ye ku Herêma Kurdistanê bi rêya wê petrol û gazê vediguhêze. Lêbelê li Sûreyê bi dawîbûna şer xebatên ji bo aramiyê dê dest pê bikin. Ji ber hegemonyaya Rûsyayê hem li Sûriyê û hem jî li Herêma Kurdistanê, dibe ku bibe alîkar Hewlêr di pêşerojê de di warê enerjiyê de peywendiyên bihêztir li gel Rûsyayê pêk bîne û axa Sûriyê ji bo veguhastina petrolê weke alternatîf bikar bîne. Bi vî awayî Herêma Kurdistanê dê petrol û gaza ku berhem tîne, bi rêya Sûriyê veguhêze bo bazara cîhanê.
Dibe ku Sûriye di warê berhemanîna gazê de girîng nebe, lê ji ber erdnîgariya xwe dibe li Rojhilata Navîn bibe xwedî pêgeheke stratîjk û xwedî pêgeha welatekî transît li navçeyê. Dîtina gazê li welatên weke Îsraîl û Qibrisê ku sînorê wan li gel avê hene, egera dîtina gazê li wan herêmên Sûriyê ku digihijin avê jî zêde dike û li ser vê egerê tê sekinîn. Em dibînin ku Tirkiye jî li peravan xebatên lêgerîna gazê dane destpêkirin û tê dîtin ku ew deverên ku xebatên lêgerînê lê birêve dibe, deverên nêzikî Qibrisê ne.
Dîtina gazê li Îsraîl û Qibrisê, di mijara veguhastina gazê bo bazara Ewropayê de tê wateya pêkanîna rêyek din. Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê di mijara danîna xeteke nû ya gazê ji Îsraîl û Qibrisê bo Yunanistan û ji wir jî bo bazara Ewropayê hewl dide Ewropiyan qanih bike.
Em vê yekê jî bibêjin ku kapasîteya çavkaniyên gazê yên li Herêma Kurdistanê ji kapasîteya çavkaniyên li Qibris û Yunanistanê zêdetir e. Zêdebûna alternatîfan di mijara veguhastina gazê de, dibe alîkar ku di danûstandinên li gel welatên cîran de pêgeha wê bihêztir be. Pişka mezin a Rûsyayê di gaza Herêma Kurdistanê de û wergirtina pişkekê di pêşerojê de ji petrola Sûriyê, dibe ku derfetekê pêk bîne bo avakirina rêyek din a veguguhastinê bo Ewropayê û bi vî awayî dê bibe xwedî derfeta bihêzkirina pêgeha xwe di bazara gazê ya Ewropayê de.



