Almanya (Rûdaw) - Stranbêja kurd Deşnê Mûrad li Almanyayê tevî komeke Êzdî ji bo Êzdiyên Şengalê alîkariyê kom dike. Deşnê Mûrad, di heqê xebata xwe de pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Tu ligel kê kampanyayê dimeşînî?
Deşnê: Ligel Mala Kurd li bajarê Kalkarê yê li bakur-rojavayê Almanyayê û Mala Kurd ya bajarê Arnheimê li Holendayê em alîkariyan ji bo xelkê Şengalê kom dikin.
Hûn çi kom dikin? Hûnê çawa bigihînin mexdûran?
Em cil û bergan, betanî, pêlav, şîr û pêdiviyên zarokan û xwarinê kom dikin. Tiştên ku me kom kirine em hemûyan dibin Mala Êzdiyan ya li Kalkarê. Piştre jî rêya transportê emê bişînin Kurdistanê ji bo kampa Êzdiyan.
Kampanya wê çiqasî bidome?
Bû hefteyek ku me dest bi vê kampanyê kiriye û hefteyek din jî wê bidome. Em bi xwe mal bi mal digerin û li deriyan dixin, ji bo Êzdiyên Şengalê daxwaza alîkariyê ji xwediyên malan dikin.
Heta niha we çiqas kom kiriye?
Ji bilî şîrê zarokan û xwarinê me heta niha nêzîkî 2 kamyon cil û berg kom kirine.
Tu li ser rewşa Şengalê çi dibêjî?
Ji bo rizgarkirina Şengalê divê Kurd hemû yek bin û dive navê pêşmerge hertim bilind be û qehreman be. Çûyîna hawara Şengalê erkeke netewî ye û li ser milê hemû kurdan e.



