Hewlêr(Rûdaw) - Ezedîn Guden bi eslê xwe ji gundê Kelhoka ser bi bajarê Bişêriyê ya Batmanê ye û ev 28 sal in ku li Almanyayê dijî. Ezedîn niha li bajarê Kleve yê Almanyayê niştecih e û ev 18 sal in ku kewan xwedî dike.
Dema ew li welêt jî dijiya, wî hem kew û hem jî dîkên şer xwedî dikirin. Wê demê ew gellek caran diçû bajarên wekî Mêrdîn û Mêrsînê û dîkên şer dikirîn, weke ku ew dibêje. Lê paşê ew dest ji jiyana li Kurdistanê û xwedîkirina kewan berdide û berê xwe dide Almanyaê. Piştî 10 salên li Almanyayê û bêrîkirina karê xwe yê li gund, ew pê dihise ku li Almanyayê jî kew hene û gellek kes kewan xwedî dikin. Li ser vê yekê ew jî diçe bajarê Guterslohê û li wir çend kewan ji xwe re dikire. Bi kirrîna kewan re, merema Ezedîn Guden bi cih tê. Ew dibêje ku wî demekê 200-300 çêlîkên kewan xwedî dikirin.
Kewan berdidin hev
Sedema bingehîn ya xwedîkrina kewan a Ezedîn Guden evîna wî ya berdana hev ya kewan e. Ew salê gellek caran û bi taybetî di demsala biharê de civanê bi kewgêriyên din re çêdike û kewan berdidin hev: “Gellek kewgir hene. Bi taybetî ji bajarên cure yên Almanyayê û yên Holendayê xelk tên û em kewan berdidin hev. Em di her civanê de 30-40 kewan berdidin hev. Em carnan ser pere û carnan jî li ser kewan bi xwe dilîzin.” Lê Ezedîn her kewekî jî nahewînî û xwedî nake, ew dibêje ku kewê di bin seetekê re şer bike ew xwedî nake û vê henekê jî bi axaftina xwe ve dizeliqîne: “Jixwe ez bi zanebûn xwe ji xwediyên kewên ji yên min baştir dixeyîdînim. Bi vî awayî ez û ew kewên xwe bernadin hev û kewê wî jî zora yê min nabe.”
Gellek Kurd kewan xwedî dikin
Di kozika ku wî gellek rekehên kewan tê de bi cih kirine, derdora 40 kew û çêlîkew hene. Digel ku hemû cîranên wî Alman in jî, ew diyar dike ku heta niha kesek ji xwedîkirina wî ya kewan aciz nebûye: “Ez biharan wan derdixim hewşê. Qebeqeba wan li ser hewşê dikeve. Lê heta niha kesekî negotiye min ku ew ji dengê wan aciz bûne.”
Xwedîkerê kewan Ezedîn Guden dibêje ku di rewşên xwezayî de kew nikarin xwe li Almanyayê xwedî bikin, ji ber Almanya sar e. Lewre, weke ku ew dibêje, kewên ku ew dikirin, ji welatên germ tên. Belkî mirov bawer neke, lê weke ku Ezedîn diyar dike, ew ne tena kesê kurd e ku dûrî Kurdistanê, li bajarên Ewropayê keqan xwedî dike, ew dibêje ku gellek kurd jî ji ber heman meraqê li Almanyayê û welatên din ên Ewropayê kewan xwedî dikin.

Sebra xwe bi kewan tînê
Ezedîn diyar dike ku ew herroj pirraniya dema xwe bi kewên xwe re derbas dike û bi çavekî taybet li wan dinêre: “Ez îşekî nakim. Ku dinya xweş be, ez têm û li cem kewên xwe rûdinim. Wekî sebra min li cem kewên min tê, sebra min li cem însanan nayê. Li her kewekî min navê hevalekî xwe lê kiriye. Ez 15 deqîqan li vî hevalê xwe dinêrim û 20 deqîqeyan li wî hevalê xwe yê din dinêrim... Ma ezê herim cem xelkê çi bikim? Ez têm cem kewên xwe û em behsa kesî bi xerabî nakin. Di dîwana me de virr û derew jî nîn in...”
Guhê wî li nexweşxaneyê jî li ser kewan bû
Ezedîn beriya demekê nexweş ketibû û 5 heftiyan li nexweşxaneya Essenê mabû. Lê di dema nexweşiyê de jî nikarîbû kewên xwe ji bîr bike û guhê wî li ser kewên wî dimîne. Di wê demê de herdem qêwîtiyê li kurê xwe dike ku hay ji kewên wî hebe. Dema ew li nexweşxaneyê bû, ew biryarê dide ku dema vegere malê, ewê tenê 4 kewan li cem xwe bihêle: “Lê piştî ez vegeriyam malê, li şûna vê yekê, min hejmara kewên xwe zêde kir. Niha jî dema nexweş dikevim, dibêjim ku ezê dev ji wan berdim. Bes piştî sax dibim, ez dikevim nava lêgerîn û peydakirina kewên baş.”



