Derbarê meraqa wî ya xwedîkirina mêşên hingivîn de, ew dide zanîn ku bapîrê wî mêşên hingivên xwedî dikirin û bi wê hewesê wî jî ji beriya 9 salan destpêkiriye.
Niha 14 qotiyên wî yên şanên hingivîn hene. Herwiha 3 şagirt jî ji bo xwedîkirina mêşên hingivîn li cem wî perwerde dibin. Meraqa dîtina mêşên wî ne tenê li cem nas û dostên wî ҫêbûye, herwiha hersal polên dibistanan û yên baxҫeyên zarokan jî serdana wî dikin. Bi vê yekê hem zarok fêr dikin ka hingivîn ҫawa ҫêdibe û hem jî Aydin hewl dide tirsa wan ya ji mêşên hingivîn rake.
Bêyî mêşa mak sîstem têkdiçe
Dema em ji pisporê mêşên hingivîn Şahîn Aydin pirs dikin, ka ji bo kesekî ku qet ji xwedîkirina mêşên hingivîn fêm neke, divê ҫi bizane, ew vê agahdariya balkêş dide: "Ji bo ҫêbûna hingivîn ya herî giring mêşa hingivîn a mak e. Ku ew nebe, hemû mêşên din wê bimirin. Di warê komkirina hingivîn û belavkirina hêkan de, ew hemû sîstemê li ser lingan dihêle. Ew birêvebera 30-40 hezar mêşan e. Makek 4 salan dijî û di jiyana xwe de ҫend milyonek hêkan dirijîne. Jixwe ku mêşa hingivîn ya mak nebe, mêşên din bi kêrî tiştekî nayên û hingivîn nadin hev. Cudahiya makê ji hemû mêşên din ew e ku yên din hemû karker in û ji 4 heta 8 mehan dijîn. Dema ya mêşa mak dibe yeksalî, em li ser pişta wê hejmarekê datînin. Bi wî awayî diyar dibe ka ew ҫend salî ye. Dema dibe 3 salî, ez wê dertînim û dikujim. Piştre jî mêşemakek hingivîn ya ciwan dikim nav wan de. Ku mak ciwan be, baştir dixebite û bêhtir hingivîn dide berhevkirin."
Bêyî lepik û maske dikeve nav mêşan
Ew di dema kontrolkirina rewşa şanên hingivîn de beyî lepik û maske dikeve nav mêşên hingivîn. Lê ew dibêje ku divê mirov di serdana mêşên hingivîn de maske û lepikan werbigire. Mêşên hingivîn dizanin ku mirov dixwaze hingivîn derîne û ji wê yekê êriş dikin. Ew herwiha diyar dike ku dema hewa nexweş be û dîsa dema mirov bi tirs be, mêş êrişker dibin. Nerehetiya mirovan wan ditirsîne û ji wê yekê agresîv dibin.
Aydin destnîşan dike ku bi taybetî dema Kurdên li welêt pê dihisin ku ew li Almanyayê mêşên hingivîn xwedî dike: "Par du parlementerên ji Başûrê Kurdistanê bûn mêvanên min. Min jî heryekî şûşeyek hingivîn wek diyarî da wan. Dema min ji wan re got ku hingivînê min e, matmayî man."
"Hingivînê Kurdistanê ji yê Almanyayê xweştir e"
Derbarê cudahiya tehma di navbera hingivînê Kurdistanê û yê li Almanyayê ҫêdibe jî, Şahîn Aydin dibêje ku li Kurdistanê giyayên cure hene û ev dibe sedema ku tehma yê Kurdistanê xweştir be. Herwiha keşûhewaya Kurdistanê jî ji ya Almanyayê guhertî ye û ev jî bandorê dike.
Herî dawî jî Aydin derbarê evîna xwe ya ji bo mêşên hingivîn jî wiha diaxive: "Ez ji xwezayê hez dikim û fêdeyek mezin ya mêşên hingivîn li xwezayê heye. Wekî mînak, sedî 70 ji tovê şînayiyê û fêkî bi xêra mêşên hingivîn belav dibe. Ev tê wê wateyê ku eger mêşên hingivîn nebin, wê qutê mirovatiyê gellekî kêm bibe. Wê xela ҫêbibe. Pêşniyara min ew e ku yê derfetên wan hebin, bila mêşên hingivîn xwedî bikin. Ji ber ew heywaneke paqij e, hingivînê wê tê xwarin û bandora erênî li xwezaya me jî dike."



