Hewlêr (Rûdaw) – Birader Mûsikî klîpek bi navê “Azadî” li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê çêkiriye. Birader ji Rûdawê diyar kir ku dema ew çûye Rojavayê Kurdistanê, ew ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye binçavkirin û gefa wê yekê lê kirine ku radestî Tirkiyeyê bikin.
Hunermend şahidê dirokê ne
Rûdaw: Fikra çêkirina klîpa li ser Rojavayê Kurdistanê ji kû hat?
Brader Mûsikî: Fikra dirustkirina strana min ya bi navê AZADî (El-Hurriye) ji berxwedan û raperîna gelê Rojava, welatperweriya min û jana dilê min hat. Hunermend şahidê bûyerên derdora xwe ne. Hunermend şahidê dirokê ne. Madem gelê Rojava dixwaze dîroka xwe ji nû ve binivîse, divê em bi berhemên xwe beşdarî nava gelê xwe bibin.
Min bi vê stranê xwest ji Rojavayê Kurdistanê bangî hemû gelê Kurdistanê bikim, da ku piştgiriya vê raperîna dirokî bikin.
Gotin û mûzîka wê klîpê yên we bi xwe ne?
Belê, gotin û mûzik min danîne.
We heta niha ti konser li Rojavayê Kurdistanê saz kirine?
Ez sala 2000î li bajarê Helebê beşdarî konsera Newrozê bûm. Dema li wir bûm, çûm aliyê Efrinê, Hesekê, Tiltemirê, Serê Kaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê û Qamişloyê. Gellek xelk hatin serdana min. Rejîm aciz bû. Bi sê aliyan ve hatin ser min. Ez binçav kirim. Gotin emê te radestî rejîma Tirkiyeyê bikin. Piştî ku ez hatim berdan, ez neçar bûm Sûriyê biterikînim.
Ez timî dixwazim beşdarî konserên ji bo Rojava bibim, lê bi şertê ku ew alîkari bigihije gelê Rojava
Hûn dixwazin li Rojavayê Kurdistanê konserekê saz bikin?
Ez li Ewropayê tevlî du konserên ji bo piştgiriya Rojava bûm. Ez timî dixwazim beşdarî konserên ji bo Rojava bibim, lê bi şertê ku ew alîkari bigihije gelê Rojava. Hinek hunermend bazirganiya siyasî û darayî li ser pişta şoreşa Rojava dikin. Ev cihê daxê ye. Lê siyasiyên me û medya me bê deng dimîne û dibe hevparê van bûyerên kirêt.
Helbet dixwazim li Rojava bi xwe jî beşdarî konseran bibim, ew jî bi şertê ku ez nebim aliyê grûba ‘A’ yan ‘B’. Divê hunermendên me bibin lehîma yekîtiya gelê xwe. Ferq û cudahiyê nexin nava siyasetên heremê. Ji bo hunermendan tenê siyasetek heye, ew ji siyaseta netewî ye.
Hûn pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin?
Pêşveçûnên Rojava bi pêşveçûnên tevaya Sûriye û yekîtiya gelê kurd li Rojava ve girêdayi ne.
Di warê xwesazkirin û bilindbûna hestên netewî de niha di asta herî bilind de ye. Lê pêwîst e siyasetek netewî ku karibe hindurê vê sazkirinê dagire û van hestên netewî ragire peyda bike. Di vî warî de hinekî xemên min hene. Hêvîdar im Kurdên Rojava roj berî rojekê di bin banê netewî de siyaseteke netewî bafirînin, da ku ev xemên me ji holê rabin.
Di vê pêvajoyê de piştgiriya Kurdistana azad gellekî giring e. Wekî nan û av pêwîst e. Barekî giran li ser milê medya û ragihandina me jî heye. Kurdistana azad hem di warê ezmûnên xwe de û hem jî di warê lojistîk de her piştgiriyê dike. Divê Kurdên Rojava dersan ji ezmûna Kurdistana azad wergirin.



