eWan (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê taşte ji xwarineke asayî wêdetir e û parçeyekî giring ê nasnameya çandî ya vî bajarî ye.
Lê belê di van rojan de yek ji navdartirîn cihên taşteyê ku ji sala 1975an ve dixebitî, biryara girtina deriyên xwe da.
Koşka Taşteyê ya Yusuf Konak ku di danasîna taşteyê ya Wanê de roleke mezin dilîst, biryar da ku 16ê Çiriya Paşîn xizmeta xwe bi dawî bîne.
Xwediyên wê diyar dikin ku êdî li bajêr çanda resen a taşteyê ber bi nemanê ve diçe, loma wan xwestiye dest ji vî karî berdin.
Nûnerên jûrên bazirganiyê û yên esnafan jî tekez dikin ku ew ji ber vê biryarê dilgiran in û naxwazin ev dîrok û keda nîv sedsalî winda bibe.
Salona ku wekî muzexaneyekê hatiye xemilandin, berê her tim bi mêvanan tijî dibû.
Her kesê ku serdana vê derê dikir, hem bi taşteya dewlemend a Wanê têr dibû hem jî bi mêvanperweriya wan şad dibû.
Lê yek ji navdartirîn cihên xwarinê yên Wanê, Koşka Taşteyê ya Yusuf Konak, niha vala ye û xwediyên wê piştî nêzîkî 51 salan biryara girtina deriyên xwe dane.
Xwediyên taştexaneyê ku wekî nûnerê gastronomiya bajêr dihat naskirin, bi gazin dibêjin ku di salên dawî de berhemên ne xwemalî ketine nav taşteyê.
Her wiha ew dibêjin ku êdî li her kafe û marketekê jî taşte tê firotin û ew nikarin sûdê ji vî karî wergirin, ji ber vê yekê jî dest ji vî karî berdidin.
Fariz Gul: Me xwest em ji vir dest jê berdin
Birêvebirê Koşka Taşteyê ya Yusuf Konak Fariz Gul li ser sedema vê biryarê got:
“Nêzîkî 52 sal in em taşteya Wanê pêşkêşî mêvanên xwe dikin.
Sala 1975an Kek Yusuf ev taştexane vekir. 52 sal demeke pir dirêj e.
Di nava van salan de me ji serokkomar heta serokwezîran, ji parlamenteran heta hunermendan taşteyê da gelek kesan.
Biryara me di rojekê de derneketiye holê. Taşteya Wanê gelekî bi nav û deng e lê ev demek e qedr û nirxê wê kêm bûye.
Êdî di hemû kafeyan de taşte tê dayîn û taşteya Wanê bûye ya kafeyan.
Me dixwest em vê çandê ji bo zarokên xwe jî bihêlin lê em dibînin ku di çend salên bê de dê ev çand nemîne. Lewma em dilşikestî ne û me xwest em êdî dest jê berdin.”
Bangî Yusuf Konak hat kirin ku deriyên xwe negire
Piştî vê biryarê, birêvebir û karsazên Wanê xwest ku ev der neyê girtin û xizmeta xwe bidomîne.
Birêvebiriya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê jî çû serdana taştexaneyê û ragihand ku ew amade ne bi hemû awayî piştgiriya Yusuf Konak bikin da ku ev kevneşopî zindî bimîne.
Serokê Meclisa Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Fevzî Çelîktaş da zanîn ku Yusuf Konak ji sala 1975an vir ve bi keda xwe xizmeteke mezin ji bo danasîna vî bajarî kiriye û bûye sembola gastronomiya Wanê, loma ew naxwazin ev der were girtin.
Fevzî Çeliktaş wiha axivî:
“Yusuf Konak navnîşana sereke ya taşteyê ye. Taşteya Wanê jî li cîhanê bi nav û deng e.
Yusuf Konak ji bo me pêwîst e. Him sohbeta wî him jî rûkeniya wî ji bo bajarê me girîng in.
Em wekî Jûra Bazirganiyê naxwazin Yusuf Konak deriyê xwe bigire.
Em dixwazin ew dîsa bibe nûnerê vî karî û xizmeta xwe ya ji bo bajarê me bidomîne.”
Di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de cih girtibû
Taşteya Wanê bi curbicuriya xwe berê di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de cih girtibû.
Her wiha navê wê ketibû nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Razber ên Cîhanê ya UNESCOyê jî.
Koşka Taşteyê ya Yusuf Konak di van her du pêvajoyan de jî berpirsyariyeke girîng wergirtibû.
Serokê Yekîtiya Jûrên Esnaf û Pîşekaran a Wanê Eser Adiyaman jî qebûl kir ku ji ber kêmasiya saziyên berpirsyar a di warê kontrolkirin û çavdêriyê de, gastronomiya Wanê ji xeta xwe ya bingehîn dûr ketiye.
Eser Adiyaman li ser rewşa esnafan wiha peyivî:
“Wan di dahata niştimanî de di rêza dawî de ye û li bajêr veberhênan kêm e.
Mixabin gelê me jî piştgiriya esnafê xwe yê xwecihî nake. Divê gelê me li pişta esnafê xwe be.
Taşteya Wanê hinekî taybetmendiya xwe winda kiriye. Berê di taşteya Wanê de berhemên xwemalî hebûn lê niha kêm bûne.
Divê em rê nedin ku cihên wekî Yusuf Konak dikanên xwe bigirin û pêwîst e em piştgiriya wan bikin.
Ji bo parastina esnafan birêvebiriya darayî ji me dixwaze ku em giliyê market û dikanan bikin lê em nikarin fesadiyê di navbera esnafan de bikin, divê daîreya darayiyê bi xwe vê erkê xwe bi cih bîne.”
Koşka Taşteyê ya Yusuf Konak dê sibe bi temamî xizmeta xwe bi dawî bîne.
Piştî vê biryarê, nayê zanîn ka dê çarenivîsa çanda nîv sedsalî ya taşteya bajêr bi kû ve biçe.



