Hewlêr (Rûdaw) - Çînê îro peykên nû yên ceribandina teknolojiya ragihandinê şandin fezayê.
Medyaya dewletê ragihand ku peyk bi awayekî serkeftî ketine ser gergehên (orbit) xwe yên ku hatine plankirin.
Peyk bi roketa barhilgir a bi navê "Long March-6" hatin şandin.
Peyk ji Navenda Rakirina Peykan a Taiyuanê ya li parêzgeha Shanxiyê ya li bakurê welêt hatin rakirin.
Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê ev nûçe piştrast kir.
Ev peyk dê bi piranî ji bo xizmetên wekî ragihandina bi peykan, weşanên radyoyê, televîzyonê û veguhastina daneyan werin bikaranîn.
Her wiha dê ji bo ceribandin û piştrastkirina teknolojiyên girêdayî wan jî bi kar werin.
Ev bûyer bû 660emîn erkê firînê yê rêzeroketên barhilgir ên bi navê Long Marchê.
Çînê di van salên dawî de xebatên xwe yên li fezayê zêde kirine û her ku diçe teknolojiyên nû bi kar tîne.



