Kerkûk (Rûdaw) – Zêdetirî sê hezar donim dexl û danên cotkarên Kurd li sînorê gundên bakurê Kerkûkê şewitîne. Cotkarek dibêje ku bi rêya danîna cama hûrbîniyê agir li dexl û danên wan berdidin.
Li gundên Kurdan ên bakurê Kerkûkê agir bi zeviyan ketine û dexl û danên cotkarên Kurd şewitîne, weke ku tê gotin, 80 sal in ti car agir li wan deveran bi dexl û danên wan neketibû.
Zeviyên ku şewitîne, ti pirsgirêkên wan ên milkdariyê tine ye, xwediyên wan erdan dibêjin: “Destek li paş şewitandina dexl û danên me heye û bi rêya danîna cama hûrbîniyê, agir li dexlên me hatiye berdan û zirareke mezin gihişte me.”
Îdareya Pirdê lijneyeke lêkolînê pêk aniye û dest bi wergirtina gotinên cotkaran û komkirina data û zanyariyan kirine û ji hikûmeta Iraqê daxwaz kirine ku cotkarên zirardîtî werin qerebûkirin.
Li parêzgeha Kerkûkê heta niha ti kes li ser şewitandina dexl û dan nehatiye desteserkirin, nêzîkî mehek e şewitîna dexl û dan, temamên sînorê parêzgeha Kerkûkê girtiye.



