Biryara Trump ya li ser Sûrîyê, li seranserê dinyayê bû mijara şîroveyan. Di navenda nivîsan da, Kurd hene. Pesnê lehengiya wan didin, qala êş wan û berdêla wan dayî dikin. Mebesta kirêt ya dewleta tirk, eşkere dinivîsin. Encama wan: "Bêbextî li Kurdan bû. Ew vêga di navbera gefên Enqere û Şamê de ne".
Di şîroveyan de rastiya zanyariyan, hêjahî balkêşiyê ye. Hûnê bêjin, "serdema înternetê ye, tişt veşartî namînin"... Serdema 1970an ya tevgera hevalbendî û piştgiriya bo Vîetnam û Filistînê hate bîra min. Di derbara Rojavayê de dinya têgihiştî ye, xwe deyndarê dibîne, lê mixabin bêyî tevger û çalakî, tenê "Kurd leheng in" û "Heyfa wan!"...
Li Başûr xiyaneta DYAyê ya 1975ê
Şîrovekar ji mînakê gellek hez dikin. Banga navdar ya Mustafa Barzanî û bersiva kirêt ya Wezîrê Karûbarên Derve yên DYAyê Henry Kissinger bi bîr tînin.
Weke tê zanîn, 1975ê DYAyê sozê qutkirina piştgiriya kurdan dabû Bexdayê. Peymana Îran û Îraqê, komkujî û koçberî, ew şopandibûn. Barzanî, ji Kissinger re ev nivîsandibû: "Gelê min qir dikin. Herkes bêdeng e. Beramberê gelê min, DYA xwedî berpirsiyariya xisletî û polîtîk e". Berteka Kissinger: "Kurd henekan fêm nekin, bila biqeşitin... Divê em çalakiya veşartî û xebata misyoneriyê tevlihev nekin"...
Min ji bîranînên Kissinger beşa têkildar xwend, li ser bar û şerma wan gotinan heye. Ew bixwe Cihû ye, lê Îsraîl sûcdar dikir; "Îsraîl, Barzanî zêde dehf da, DYA xiste rewşeke nebaş." Ez jê bawer im, wê ew şerm heya tirbê di dûv de be. Bi boneyê; gotinên jê ewle hene, ku îro Kissinger aqilmendiya Trump jî dike.
Îro talûkeya li ber Rojavayê, Başûra 1975ê tîne bîra mirov, dibe xetere mezintir e, lê ev cudahiya girîng heye; Rojava bi ezmûna 1975ê bi DYAyê re kete têkiliyan. Ji wêkê biryara Trump divê nebe sedemê xeyalşikestineke mezin.
Li himberî Trump berteka Frensa, Îngilistan û Almanyayê
Lê bertek nazivîre piştgiriya kurdan. Dev jê berdin, ji Kurdên Rojavayê re bi mehneya "girêdaniya PKKê" her astengiyê dertînin. Û di ser de jî; di navbera Rûsya Frensa, Almanya û Tirkiyê de têkiliyeke bênav û şîlo ya qaşo li ser Sûrîyê heye.
Çima ew sê dewletên NATOyê, ji Trump tijî ne? Berê helwesta NATOyê hebû. Vêga ew êdî li paş maye. Hersê, xwe weke rûmetşikestî dibînin û tirsa tenê-mayînê heye. Em zanin ku Rojhilata Navîn bi dîrokî di bin bandora Îngilistan û Frensayê de bû. Vêga navê wan tineye. Erê Frensa li Rojavayê ye, lê çiqas jidil e û giraniya wê?
Li Waşîngtinê şerê desthilatiyê
Bûyerê dibin heya wê derê. Dibe. Li dinya me ya biçûk her tişt bi hev re girêdayî ye. Trump kapîtalîst e. Xwedî çanda tolaz û pîxwazan e. Ji otokratbûnê hez dike. Ji hişkbaweriyê re vekirî ye. Evîndarê serdestiya neteweperest û milyarderan e. Weke hemû populîst, tundrewên netewe- û artêşperest, ew jî êrîşî sîstema rûnîştî dike. Da ku djberên xwe ji rê bide alî, her keysê bi hunerî bi kar tîne.
Hevalekî min ew weke "ji Ronald Reagen ve, li DYAyê serokê xwedî mîsyon", yekî din weke "Gorbaçovê Amerîkayê" bi nav kir, watedar, lê bi nerênî. Trump û ferxikên wî, desthilatê bi tevahî dixwazin, mafên mirovan, berjewendî û şanaziya yên din, mafên netewên weke kurdan, ne xema wan e.
Axaftina 'navdar' a Trump û Erdogan
Gellek şirovekar, biryara Trump bi wê axaftina li ser telefonê ve girê didin. Ji bo rojnameyên tirk yên şelaf, bûyer "berhemendiya serokê wan bû". Bra?
Trump bi nişkegaviyan navdar e. Lê nikare wisa bi yek derbê meydanê ji dewleta tirk re bihêle. Şande, bi rojan di hevditînan de bûn. Da rêya kurdan bibire, dewleta tirk hemû pîrozahiyên xwe raxistine ber piyan. Bi qasî 3,5 milyar dolaran firotina roketên Patriotê, bû rojev. Bûyer rast e, Kurd dikarin ji wan Dolaran de para xwe bixwazin, ji ber ku bazar li ser pişta wan dibe.
"DAIŞê ji me re bihêle"
Erdogan ev gotiye û Trump xwe serserkî avêtiyê! Ne tenê durûtî û şerm, lê heneka sedsalî ye jî. Divê ew bikeve pirtûkan, divê di zankoyan de bibe wane.
Sînorên Tirkiye û Sûrîyê, li ser 800 kîlometrayan ne. Dora 600 kîlometreyan li Kurdistanê ye. Ez, serdema 1980-1982yê ji tixûb xwedî zanyarî me. Ji bilî Efrîn û Kobaniyê min bajarên Rojavayê dîtin. Min li sînorê mayînkirî jî da. Dûvre çal kolan. Bi ceyranê şev kirin weke rojê û dawiyê sîstema lazerê...
Gava komeke me li tixûb dida, nîvê wê jiyana xwe ji dest dida. Em zarokên wê axê bûn. Lê ew Cîhadîyên ji her dera dinyayê, ewên bi reng û zimanên cuda cuda, çawa dibû yek jî nedihat girtin û dikarîn derbasî Sûrîyê bibin? Li Tirkiyê ji bo wan otel û nexweşxane hebûn. Li bajarên Tirkiyê qempên wan hebûn. Heya Konyayê li gellek bajaran dezgehên çekên wan hebûn. Ji Sûrîyê berhemên dîrokî û dezgehên karxaneyan, li bazaran eşkere difirotin. Bazara jinên kole hebû... Ew dewleta ev kar organîze dikirin, wê qira DAIŞê bianiya?
Ma Trump, DAIŞ bi derhênerên DAIŞê dide kuştin? Bûyer wisa be, her hebî! Lê dewleta ez nas dikim, dikare kurê xwe jî bixwe. Ji kesên ji sozê dewletê bawer re: Dewlet, dixwaze DAIŞiyan ji mirinê rizgar bike û bi navê Artêşa Azad wan ji bo xwe bide şerkirin û heqaret li mirovahiyê dike.
Topa êgir ket navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê?
Weke Efxanistana 1970an. Rûsya ewlî ew dagir kiribû, 1979ê dev jê berdabû, herwiha bar mabû ji DYAyê re, ku hê jî ew ji wî barî dinale. Trump hewqas jêhatî ye? Çibe jî, lîstika şer valeyiyê qebûl nake, valeyî di cih de tijî dibe, weke "yê şemitî, şewitî ye" ye.
Lê têkiliya Moskova û Enqerê, ji Sûrîyê dibore, weke hevpariya nukleerî, gazê, roketan, geştyarî û bazirganiyê. Ji bo têkiliya Tehran û Enqerê jî mirov dikare tiştên hevşib bêje. Dîsa jî li himberî Sûrîyê mebesta Enqerê, yên din ditirsîne.
Enqerê çav berdaye erdê. "Yekparebûna Sûrîyê", qet ne xema wê ye. Heke bêderfet bimîne, dikarê qîma xwe pê bîne, lê bi yek şertê: "Bila Kurd destvale bimînin". Mustafa Kemal jî, bi wê şertê dev jî Kurdistana Başûr berdabû û ew ji Îngilîzan re hiştibû. Wê, dilê kurdan şikênandibû û ew dibû sedemeke Berxwedana Şêx Seîd.
Wê PYD/YPG çi bike?
Şîrovekar berê Kurdan didin Moskova û Şamê. Jixwe wêne balkêş e. PYDê ti caran rêya Şamê negirt. Lê Şamê qet xwe neda ber ti sozî. Piştî vê rojê êdî zehmettir e. PYDê ji ber têkiliya DYAyê, weke dijberê Îranê bû. Li Şengalê bûyer berevajiya wê ye. Bi boneyê ji PKKê re; ka bibînin, barê statukoyê çiqas giran e! Berî çendekê Mesûd Barzanî çû Bexdayê, gotina çapemeniya we negot nema. Ma we qet îro neda ber çavê xwe?
Pirsa me ev e: Di mejî de hişmendiya bo hemû Kurdistanê, di dil de kelecana wê, di tevger û çalakiyê de ew hedef tineye. Nêrîn û helwesta hevpar tineye. Em di dûv destkefiyên dabeşbûnê de ne.
Rojava dûçarê nakokiya Enqere û Şamê bibe, şensê wê kêm e. Heke ew bikevin qirika hev, wê ew dayîna xwedê be. Hêvidar im, meşa bûyeran wisa be. Hêvidar im, derfeta têkiliyên derveyî herdu gefan bi dest bikeve.


.webp&w=3840&q=75)
