Alma Ata (Rûdaw)- Hesenê Hecîsilêman li welatê Kazakîstanê, xasma jî li kevnepaytext Alma Ata û derdora wê navekî naskirî û hezkirî ye. Mirov çiqas li ser wî binivîse kêm e. Ew hem rojnameger, hem helbestvan, hem nivîskar, hem wergêr, hem jî sazûmankar û çêkerê pêşengehên çand/kelepora kurdî ye.
Hecîsilêman redaktorê rojnameya 'Jiyana Kurd' e û yek ji kedkar û xebatkarê kovara 'Nûbarê' ye ku li Alma Atayê bi pêşengî û ser-redaktoriya Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm tê weşandin.
Hesenê Hecîsilêman, ji sala 1998an heta roja îro her tiştê rojnameyê Jiyana Kurd e. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê ye! Ev ‘xortê 63 salî’ bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dike.
Helbet li ser Hesenê Hecîsilêman ked û emega Serokê Civaka Kurdên Kazakîstanê (Berbang) Kinyazê Îbrahîm gelekî zêde ye. Hecîsilêman bixwe jî gelek caran vê yekê bi şanazî û eşkereyî tîne ziman. Li gorî Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman ‘mêrxasekî çand, wêje û kelepora kurdên Kazakistanê’ ye.
Hesenê Hecîsilêman gelek caran ji ber xebata xwe ya civakî û rewşenbîrî hatiye xelatdayîn û rewakirin. Çend madalyayên ku Hecîsilêman heta niha wergirtine ev in:
1- Madalyaya Dostaniya Kurd û Kazaxan ya bi navê 'Hêvî' (2011)
2- Madalyaya Zêrîn a Asambleya Gelên Kazakîstanê ya bi navê 'Birlik/Yekitî' (2012)
3- Madalyaya 'Mirovê Hurmetdar ê Navçeya Îliyê (2013)
(Şayanê gotinê ye ku ev xelat li Aşîbûlak û derdora wê ku 25 hezar kes lê dijîn heta niha dane 3 kesan ku 2 ji wan kazax bûne, yek ji wan jî Hecîsilêman bûye.)
4- Madalyaya Elimandina Ilmê Prof. Dr. Nadir Nadirov (2014)
5- Madalyaya 10 Saliya Asambleya Gelên Kazakîstanê ( 2005)
Jibilî van xelatan Hesenê Hecîsilêman li seranserê Kazakîstanê ji bo xebata baş û dostî-biratiyê 37 rewaname standine.
Divê bê gotin ku di hilbijartina Serokomariya Kazakîstanê ku beriya 2 rojan (26 Nîsan 2015) pêk hat de, Hecîsilêman li Herêma Alma Atayê di nava 171 kesî de ye ku wekî çavdêr hatiye hilbijartin. Ev kedkarê civaka kurdan di hilbijartina derbasbûyî de jî bi heman peywir ango wezîfeyî hatibû destnîşankirin.
Şaîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Hesenê Hecîsilêman sala 1951-ê li Yêrevana Ermenistanê hatiye dinyayê û piştî Şerê Qerebaxê ji neçarî tevî malbata xwe berê xwe dide Kazakîstana Asyaya Navîn û li bajarê Alma Atayê bi cih dibe.
Hecîsilêman xwediyê 5 kitêbên çapkirî ye:
1- Hesreta Welat (Helbest, Kurdî, Alma Ata, 1996)
2- Dilê Min (Helbest, Kurdî, Alma Ata, 2005)
3- Jiyana Emir (Kurteçîrok-Bîranîn, Kurdî, Alma Ata, 2009)
4- Axîna Dil (Helbest, Kurdî, Kurdî, Bîşkek, 2009)
5- Kulîlkên Welêt (Helbest, Kurdî, Hewlêr, 2014)
Kitêbeke Hesenê Hecîsilêman ku navê wê 'Welat Gazî Min Dike' li ber çapê ye.
Hesenê Hecîsilêman endamê van sazî û dezgehan e:
1- Endamê Yekitiya Nivîskarên Kazakîstanê (2012)
2- Endamê Rojnamegerên Kazakistanê (1994)
3- Endamê PEN-a Kurd (2005)
Hecîsilêmanê ku bavê 2 kur û qîzekê ye; bi Kurdî, Rûsî, Qazaxî, Ermenkî û Azerkî dizane.





