Pirsûs/Kobanî (Rûdaw) – Tê gotin heger 3 herêmên Kobanî wek mûze bimînin dê xelkê bajêr maxdur bibin.
Li Kobanî 3yê Nîsana îsal nûnerên partî û saziyan, civînek pêkanî bû. Piştî wê civînê Rêveberiya Kantona Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê biryar dabû 3 herêmên bajêr wek mûze bimîne.
Ew biryar dê li Amadê di konferansa “ Nûavakirina Kobanî” de were tekez kirin.
Nûnerê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Kobanî, Mistefa Henîfî, ji Rûdawê re got, ew wê biryare rast nabînin û wiha domand:
“3 herêm ji bo mûzeyê gellekî mezin e. Em dibêjin ji berk u xelkê bajêr maxdur nebin, cihek tenê ji bo mûze bes e. Me ji bo vê mijarê ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) randevû xwest. Heger em bicivîn emê nêrinên xwe ji wan re bejin.”
Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî Îbrahîm Kurdo jî derbarê mijare de ji Rûdawê re got, hêj biryarek tekez nîne, biryara tekez dê li konferansa Amedê bê dayin.
Kurdo wiha got: “Li gorî min 2 û 3yê Gulanê di konferansa li Amedê de biryara yek herêm wek mûze bimîne dê derbikeve. Tevahiyan Kurdistaniyan dê derbarê vê yekê de biryare bidin.”
Ji 4 parçayên Kurdistanê 350 nûnerê beşdarî konferansa li Amedê bibin.
Bajarê Kobanî, ku roja 26ê Çileya îsal ji destê DAIŞê hatibû derxistin, bi temamî wêran bûye.

.webp&w=3840&q=75)

