Pirsûs/Kobani(Rûdaw) – Hat ragihandin ku100 hezar penaberên Kobanî vegeriyan bajêr.
Meha Îlona par piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Kobanî kir, nêzîkî 400 hezar kesî ji bajêr penaberê navçeya Pirsûs a (Suruç) girêdayî Riha, bajarên Bakur û Başûrê Kurdistanê bûn.
Piştî 26ê Çileyê bajarê Kobanî bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ji aliyê şervanên YPG û YPJê ve hatibû rizgarkirin, xelkê bajêr vedigerin.
Piraniyan penaberan ji navçeya Pirsûsê vedigerin. Deriyê sînorê Murşidpinarê roja duşem, çarşem û înê ji bo penaberan vekiriye.
Kobaniyên vedigerin bajêr ligel xwe betanî, cil û berg, xwarin û vexwarin dibin.
Xelk li gundan tên bi cihkirin
Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî Îbrahîm Kurdo ji Rûdawê re got, nêzîkî 100 welatî vegeriyane bajêr.
Kurdo da zanîn piranî ji bajarên Bakur û Başûrên Kurdistanê vedigerin û ji ber ku bajêr wêran bûye, penaberên vedigerin li rojavayê bajêr û li gundan tên bi cihkirin.
Kurdo anî ziman ji bo kesên vedigerin, xebatên avakairina bajareke çadiran a ji bo 10 hezar kes têde bi cih bibin, didome.
Îbrahîm Kurdo daxuyandin li bajêr dikanên xwarin û sebze hatine vekerin lê li bajêr pirsgirêkên avê, kareba û mazotê heye û bang ji bo bazirganiyê vekirina deriyê Murşidpinarê kir.
Qeymeqamê Pirsûsê: Ji navçeyê 45 hezar 415 penaber vegeran
Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çiftçî ji Rûdawê re got, ji navçeya Pirsûsê 45 hezar 415 penaber derketin û destûr heye bi wesayîtên xwe herin bajêr.
Çiftçî da zanîn ji kampên AFADê gellek kêm penaber çûne.
Berpirsê Kobanî yê ENKSê Mistefa Henefî ji Rûdawê re wiha got: “Her hefte bi hezaran kes vedigerin bajêr. Lê li bajêr pirsgirêka mazot û xaze heye. Tevahiya kelûpelan ji Tirkiyeyê tên, ji ber vê yekê jî tişt gellekî bihane.”
Herwiha Henefî got, divê xelkê Kobanî vegerin û di nûjenkirina bajêr de cih bigrin.
Dilşahiya memleket a Kobaniyan
Penaber Feride Hisên derbarê vegerandina xwe de wiha got:
“Ez ligel zarokên xwe vedigerim Kobanî. Ezê herim gundê xwe. Zilamên min jî niha li gundê me ye. Ez gellekî kêfxweşim ji ber ku Kobanî ji DAIŞê hat paqijkirin. Em axa xwe bi xwina xwe av bidin jî pirsgirêk nîne. Lê bila em li ser axa xwe bin.”
Zarokê temenê wê 7 Hebûn Îbrahîm jî anî ziman ji bo ku ewê dîsa vegere Kobanî û ligel hevalên xwe bilehîze gellekî kêfxweş e.

.webp&w=3840&q=75)

