Eger Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê (YE), gelo dê ev yek ji bo doza kurd li Bakurê Kurdistanê baş be yan wê rewşê xirabtir bike?
Bi dîtina min, eger Tirkiye bibe endama YEyê, ev yek dê di berjewendiya doza kurd li Bakurê Kurdistanê de be. Lê çawa? Li wê gorê ku Tirkiyê beriya ku bibe endama YEyê, divê hikûmeta AKP bi PKKê re li hev bike. Çimkî yek ji daxwazên YEyê ji Enqerê çareserkirina pirsa kurd û ermenî û elewiyan e.
Herwiha ji bo ku Tirkiye bibe endama YEyê, divê hemû mafên neteweyî û kultûrî bide kurdan li Bakurê Kurdistanê. Eger Tirkiye van mafan hemûyan jî nede, bi kêmanî divê rewşê ji ya niha baştir bike.
Bi vê yekê re, doza kurd li Bakurê Kurdistanê û kêşeya gelê kurd bi hikûmeta Tirkiyê re dikeve çarçoveyeke rojavayî û ewropî. Bi vî rengî jî, welatên din ên endamên YEyê têkildarî doza kurd dibin û Parlamentoya Ewropayê bi giraniya xwe bandorê li ser vê pirsê dike.
Di encamê de jî, wergirtina mafên gelê kurd ku ta niha nehatine bidestxistin, wê çaxê kurd dikarin bi riyeke şaristanî û cuda, nexasim bi riya zêdekirina zext û fişaran li ser hikûmeta Enqerê wan mafan bidest bixe.
Bo gelê kurd, dema Tirkiyê bibe endama YEyê, dozkirina herêmeke serbixwe û ta cudabûn jî hêsantir dibe. Her çiqasî eger kurd referandûma cudabûna ji Enqerê pêk bînin, nikarin di nav YEyê de bimînin; lê jixwe vêga jî kurd ne di nav wê yekîtiyê de ne.
Lewma bila wê çaxê jî wek parçeyên din di nav wê yekîtiyê de nemînin. Lê dîsa ev yek dikare piştî demeke dirêj bê kirin. Piştî ku kurd hewldanên xwe yên pêşvebirina Bakurê Kurdistanê di sektorên aborî û xizmetguzarî de bigihînin asteke bilindtir.
Gelo divê niha kurd çi bikin? Divê kurd li Bakurê Kurdistanê li kêleka AKPê kar bikin, nexasim li dijî Kemalîstan û li dijî kes û tevgerên ku hewldanên endamtiya Tirkiyê di YEyê de red dikin. Di serî de jî, partî û hêzên nijadperest û tevgera Fethulla Gulen.
Divê kurd û AKPê vî karî bikin û rewşeke wiha biafirînin ku, Ewropa neçar bibe Tirkiyê wek endameke YEyê qebûl bike.
Li tenişta kurdên Bakurê Kurdistanê, divê kurd li Ewropayê jî kar bikin da ku bi riya Parlamentoya Ewropayê û komisyona ku gotûbêjên endamtiyê bi Tirkiyê re dike, bikarin bandorê dirust bikin ta dema ku Tirkiyê bibe endama YEyê, hingê bila hemû guvaş û zextên wan li ser Enqerê bin da neçar bibe li jêr sîwana YEyê, mafên gelê kurd û neteweyên din ên Tirkiyê, bide wan.



