Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 9 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de di qezayên trafîkê de 70 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî, amarên trafîkê yên betlaneya Cejna Qurbanê ya 2026an bi raya giştî re parve kirin.
“70 mirî û 7 hezar birîndar”
Wezîr Çîftçî da zanîn ku wan ji roja destpêkê ya betlaneya Cejna Qurbanê ve bîlançoya trafîkê bi rêk û pêk bi raya giştî re parve kiriye û diyar kir ku encamên pêvajoyê giran in.
Li gorî daxuyaniyê, di 6 rojên destpêkê yên betlaneya cejnê de di qezayên trafîkê de 70 kes mirine û 7 hezar û 81 kes jî birîndar bûn.
Çîftçî bal kişand ser wê yekê ku tevî hemû tedbîrên ewlehiyê û kontrolan jî rûdana qezayan çêbûne.
Di cejnê de bi hezaran tîm li qadê bûn
Li gorî amarên wezaretê, di 6 rojên destpêkê yên cejnê de 681 karmend û 49 hezar û 826 tîman di wesayîtan de kontrol kir.
Mustafa Çîftçî da zanîn ku bi temambûna 9 rojên betlaneyê re dê amarên dawî jî bên parvekirin.
“Li gorî cejnên berê kêmbûn heye”
Wezîr Çîftçî amar bi cejnên berê re dan ber hev û got ku di 9 rojên betlaneyê de di qezayên trafîkê yên kujer de ji sedî 45,4 kêmbûn çêbûye.
Çîftçî di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
“Ev sal e ku herî kêm can jidestdan tê de çêbûye.
Di Cejnên Qurbanê yên ku betlaneya wan 9 roj in de, hejmara welatiyên me yên ku di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye wiha ye:
▪ 2016: 117
▪ 2018: 148
▪ 2021: 87
▪ 2023: 110
▪ 2024: 71
▪ 2026: 70
Her wiha eger em bi navîniya betlaneyên 9 rojî yên Cejnên Qurbanê yên berê re bidin ber hev, di qezayên trafîkê yên kujer de ji sedî 45,1 û di mirinên li cihê qezayê de jî ji sedî 34,3 kêmbûn çêbûye.”
Çîftçî anî zimên ku hişyariyên beriya cejnê û di dema cejnê de yên ji bo milyonan welatiyan encam dane û diyar kir ku di qezayên trafîkê de hejmara miriyan kêm bûye.
