Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî telefonî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kir û Cejna wî ya Qurbanê pîroz kir.
Hat zanîn ku Serokê MHPyê Bahçelî, ji ber Cejna Qurbanê telefonî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kiriye.
Bahçelî di peywendiya telefonî de cejna Bakirhan pîroz kir.
DEM Partiyê di bernameya xwe ya pîrozbahiya cejnê de cih nedabî tîma Kemal Kiliçdaroglu û Ozgur Ozel.
Bernameya pîrozbahiyê ya DEM Partiyê
Bernameya pîrozbahiya cejnê ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:
09:25-09:40 MHP
10:15-10:30 Partiya Paşerojê
11:00-11:15 Partiya Dogru Yolê
12:05-12:20 Partiya Yenîden Refahê
12:30-12:45 AK Partî
13:30-13:45 Partiya Saadetê
14:00-14:15 Partiya Anavatanê
15:30-15:45 Partiya DEVAyê
Di roja duyem a cejnê de dê Alîkara Hevserokê Giştî Hatice Betul Çelebî, Parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar û Endama Meclisa Partiyê Nuray Ozdoğanê pêşwaziya wan kesan bikin ku serdana DEM Partiyê dikin.
Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Alîkara Hevserokê Giştî Mahfuz Guleryuz, Parlamentera Amedê Adalet Kaya û Endama Meclisa Partiyê Zeyno Bayramogluyê pêk tê jî dê di heman demê de serdana wan partiyan bike.
