Stenbol (Rûdaw) - Cejna Qurbanê li Stenbolê li ber mizgeftên Ayasofya û Sultan Ehmedê bi beşdariya geştyarên ji çar aliyên cîhanê hat pêşwazîkirin.
Stenbola ku yek ji mezintirîn bajarên cîhana Îslamê ye, di vê cejnê de jî bû navenda netewe û zimanên cuda.
Xelkekî zêde ku piraniya wan geştyar bûn, li van mizgeftan nimêja sibehê kir û hinek ji wan li ser hêvî û peyamên xwe ji Rûdawê re axivîn.
Evdilxeniyê ji Somaliyê diyar kir ku ew ji bo geştyariyê hatiye Stenbolê û got:
“Geştyar bi çavê geştê lê dinêrin, me jî meraq kir û em hatin vir.”
Mihemedê ji Kosovayê jî kêfxweşiya xwe anî zimên û biland:
“Cejn e û em bi kêfxweşî hatin. Me xwest em nimêja xwe li vir bikin. Bila cejn bibe wesîleya xweşiyê.”
Kemalê ji Enqereyê destnîşan kir ku Ayasofya cihekî girîng e û wan nimêja xwe ya cejnê li wir kiriye.
Mamadouyê ji Somaliyê jî xwest ku cejn li Filîstîn, Îran û hemû cîhanê bibe wesîleya aştiyê.
Kurd û hêviyên ji bo aştiyê
Zeyneba ku ji Mêrdînê hatiye Stenbolê bal kişand li ser manewiyata Ayasofyayê û got:
“Em bi taybetî tên vir. Her cejn ku tenduristiya me hebe em tên. Maneviyata wê gelekî xweş e. Her kes ji welatê xwe dûr e û li nava bajêr zêde hewaya cejnê tune.”
Kerîmê ji Mêrdînê hêviya xwe ya ji bo aştiya cîhanê anî zimên û li pey çû:
“Em dixwazin li cîhanê ev şer biqede û her kes bi biratî jiyana xwe bidomîne. Em bi wê hêviyê hatine.”
Azadê ji Efrînê yê ku 14 sal in ji welatê xwe derketiye jî wiha peyivî:
“Xwedê şer biqedîne da ku em hemû vegerin malên xwe.”
