کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ji Foruma Şerq 2026an / Wêne: Rûdaw

Ji Foruma Şerq 2026an / Wêne: Rûdaw

TIRKIYE

Li Stenbolê 'Foruma Şerq 2026' dest pê kir

Omer Sonmez

Omer Sonmez

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Omer Sonmez
Omer Sonmez28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Felah Mistefa: Divê gelên herêmê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin
TIRKIYE28-11-2026

Felah Mistefa: Divê gelên herêmê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Veqetandina 16 kontenjanan ji bo Kurdî bû sedema nerazîbûnê
TIRKIYE28-11-2026

Veqetandina 16 kontenjanan ji bo Kurdî bû sedema nerazîbûnê

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî
TIRKIYE28-11-2026

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bi armanca ku welatên Rojhilata Navîn hevkariya xwe bi pêş bixin û bi hev re hevaheng bin, “Foruma El-Şerq 2026” tê lidarxistin.

Di foruma ku dê 2 rojan bidome de hejmareke zêde ya akademîsyen, pispor, rayedar û berpirsên dewlet û hikûmetan beşdar in.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî beşdarî forumê bû û gotarek pêşkêş kir.

Ji Herêma Kurdistanê jî Şêwirmendê Taybet ê Polîtîkaya Derve yê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa beşdar e û di panela yekem a forumê de axivî.

Felah Mistefa li ser pêvajoyên aştiyê û pêwendiyên bi Enqereyê re got:

“Pêvajoyên aştî û çareseriyê dema ku her kesî bihewînin, giştî bin û rê li ber diyalog û demokrasiyê vekin serkeftî dibin.

Niha peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re di asta herî bilind de pir baş in û her diçe bi pêş dikevin.”

Guhertinên di pergala cîhanî de

Di foruma îsal de guhertinên nû yên di pergala cîhanî û hevsengiya hêzan de, paşeroja entegrasyona herêmî û hevkariya di navbera welatan de tên nirxandin.

Her wiha di avakirina vê paşerojê de rola ciwanan jî tê gotûbêjkirin.

Li aliyê din, biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên nîqaşê ye.

Serokê Foruma El-Şerqê Wedah Xenfer li ser pirsgirêkên herêmê got:

“Li gorî min pirsgirêkên li herêma me bi mijara sînorên netewedewletê re girêdayî ne ku di dîrokeke nêz de hatine xêzkirin.

Her wiha bi cudabûnên nijadî û mezhebî re jî têkildar in.

Pêwîst e em êdî vê yekê derbas bikin lewra paşeroj dê ji kesên ku ji ber nijad û mezheban şer dikin re rêzê negire. Ji ber vê jî em alîgirê bihevrejiyanê ne. Em alîgirê diyalog û dan û standinê ne.”

"Civaka Kurd parçeyekî resen ê herêmê ye"

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî yê Libnanî Xeldûn El-Şerîf jî qala pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û got:

“Li gorî min civaka Kurd parçeyekî resen ê herêmê ye. Ji ber vê yekê berjewendiyên me jî hevpar in.

Li gorî baweriya min, ev krîza ku rûdaye bi hevdîtin û rêyên dîplomatîk ên hêzên siyasî yên Îraqê dikare bê çareserkirin.

Bi taybetî pirsgirêkên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tenê bi vê rêyê dikarin bên çareserkirin.”

Cil û bergên Kurdî bûn cihê balê

Di forumê de nêzîkî 2 hezar ciwanên ji welatên herêmê û cîhanê amade ne. Ciwanên ku ji Herêma Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî beşdarî forumê bûne, baleke mezin dikişînin ser xwe.

Koordînatora Foruma El-Şerqê ya li Herêma Kurdistanê Dilsoz Mihemedê li ser girîngiya nasandina çandê anî zimên:

“Ev çend sal in ku ez bi cil û bergên Kurdî beşdarî Foruma El-Şerqê dibim.

Ji ber ku ez dixwazim çand û reseniya Kurdî nîşanî mirovan bidim.

Dema ku xelk li min dinêre, yekser dipirse ‘Ev cilên ku derê ne?’ Ez jî dibêjim ev cil û bergên Kurdistanê ne. Wê demê zêdetir dixwazin Kurdistanê nas bikin û pirsan dikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî di forumê de axivî û piranî li ser mijara “Peymana Mekeyê” û Filistînê rawestiya.

Seroka Koma Krîzan a Navneteweyî (ICG) Comfort Eroyê jî di gotara xwe de bal kişand ser dan û standinên aştiyê û rola girîng a navbeynkariyên bêalî.

Navenda “Foruma El-Şerqê” li Stenbolê ye. Ew saziyeke navneteweyî ye ku beriya 12 salan hatiye damezirandin. Foruma ku îsal bi dirûşma “Dem dema Şerq û Rojhilat e” tê lidarxistin, cara 10emîn e ku pêk tê.


Nûçeyên Têkildar

Felah Mistefa: Divê gelên herêmê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin
TIRKIYE28-11-2026

Felah Mistefa: Divê gelên herêmê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Veqetandina 16 kontenjanan ji bo Kurdî bû sedema nerazîbûnê
TIRKIYE28-11-2026

Veqetandina 16 kontenjanan ji bo Kurdî bû sedema nerazîbûnê

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî
TIRKIYE28-11-2026

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî

Pirsên