Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel ragihand ku peyama Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan rasterast negihîştiye ber destê wî lê ew bi rêya medyayê ji wê peyamê agahdar bûye.
Ozel li ser pêvajoya çareseriyê jî got, "Heta ku Kurdê dawî nebêje 'pirsgirêka min çareser bûye', pirsgirêk çareser nebûye."
Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel bersiva da pirsên li ser rojevê û helwesta partiya xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê û Komîsyona Çavdêriyê nirxand.
“Kesê dibêje em li dijî aştiyê ne, ew li dijî aştiyê ye”
Ozgur Ozel amaje bi peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û daxuyaniya Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş kir û got:
"Peyama Ocalan negihîşt destê min lê min ji nûçeyan xwend. Dibêje ku ez di rexneyên xwe de mafdar im lê name negihîşt destê min. Me daxuyaniya birêz Selahattîn Demîrtaş jî dît.
Dixwazim bibêjim kesê dibêje Ozgur Ozel yan jî Partiya Nû li dijî aştiyê ye, ew kes bi xwe li dijî aştiyê ye.
Heta ku Kurdê dawî nebêje 'pirsgirêka min çareser bûye', pirsgirêk çareser nebûye. Çend caran qeyûm tayînî Amed û Mêrdînê kirin."
Ozel diyar kir ku wan di pêvajoyê de ji roja yekem ve helwesteke avaker nîşan daye û got:
"Di nav raporê de heta dawiyê demokrasî heye. Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye.
Dema wan digot 'Tirkiyeya bêteror', em bûn yên ku gotin 'Tirkiyeya bêteror û demokratîk'. Em bûn yên ku partiya desthilatdar li ser wê madeyê razî kir.
Tevahiya havînê wekî kêzika Tebaxê tiştek nekirin. Çiriya Pêşîn qediya, bû Çiriya Paşîn, tiştek nîne. Dibêjin 'dê çekdanîn çêbibe û em dê tiştekî din nekin'.
Erdogan dibêje 'bi destên girtî dest nayên hejandin'. Bila ew pêşî destê xwe veke û raporê bixwîne."
“Me bi awayekî gelekî jidil dest bi nîqaşê kiriye”
Serokê Partiya Nû li ser gotinên Selahattîn Demîrtaş jî got:
"Daxuyaniyeke birêz Demîrtaş a wekî derwêşan heye. Dibêje bila aştî be û tiştekî din nebe. Lê li hemberî vê helwesta me, li dijî Demîrtaşê ku dibêje 'dev ji wan berdin' bi hezaran şîrove hene.
Me negotiye 'em di aştiyê de nînin', em dibêjin 'em ne li wî cihî ne ku hûn me lê tengav dikin'.
Ez difikirim ku me bi awayekî gelekî jidil û ji cihekî rast ve dest bi nîqaşê kiriye."
Piştî ku Partiya Nû biryar da ku endaman nede Komîsyona Çavdêriyê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê tê avakirin, DEM Partiyê ragihandibû ku Abdullah Ocalan nameyek ji Ozgur Ozel re şandiye.
Her wiha Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê li ser pêvajo û helwesta mixalefetê peyamek belav kiribû û rexne li Partiya Nû girtibû.



