کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê civiya / Wêne: AA

Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê civiya / Wêne: AA

TIRKIYE

Civîna MGKyê bi dawî bû: Rewşa dawî û bipêşketinên pêvajoyê hatin nirxandin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye
TIRKIYE26-11-2026

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye

Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî li Parlamentoyê civiyan
TIRKIYE26-11-2026

Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî li Parlamentoyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Piştî civînê daxuyaniyeke ku ji 9 xalan pêk tên hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de li ser pêvajoya çareseriyê, têkoşîna li dijî rêxistinan û bipêşketinên herêmî nirxandin hatin kirin.

Bipêşketinên 'pêvajoyê' hatin nirxandin

Di civînê de li ser xebatên pêvajoyê bipêşketinên berbiçav û rewşa heyî hatin nirxandin.

Her wiha hat diyarkirin ku "di çarçoveya Qanûna Xurtkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekitiya Civakî de xebatên piralî dê bi biryardarî bimeşin."

Daxuyaniya ji 9 xalan

Xalên daxuyaniya civîna MGKyê bi vî rengî ne:

- Di serî de rêxistinên wekî PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAIŞê, li dijî hemû gef û metirsiya li ser yekitî û hebûna me, li ser xebatên ku li navxwe û derveyî welêt bi biryardarî û serkeftinê tên meşandin û her wiha li ser bipêşketinên navneteweyî yên serdema dawî agahî dan civatê.

- Di xebatên li ser pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û armanca "Herêma Bêteror" de bipêşketinên berbiçav û rewşa heyî hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku di çarçoveya Qanûna Xurtkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekitiya Civakî de xebatên piralî dê bi biryardarî bimeşin.

- Qonaxa ku di têkoşîna bê tawîz a li dijî rêxistinên tawanan ên organîzekirî de hatiye bidestxistin hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku bi ti awayî rê nayê dayîn ji bo wan pêkhateyên ku can, mal û aramiya welatiyan dikin armanc û hewl didin pergala giştî xera bikin.

- Bal kişandin ser girîngiya bipêşxistina hevkariya piralî ya di her warî de ya bi cîranên me Sûriye û Îraqê re. Hat diyarkirin ku Tirkiye dê bi vîzyona avakirina paşerojeke ewle, aram, hemêzker û bextewar a li erdnîgariya hevpar xebatên xwe bidomîne.

- Hat diyarkirin ku Tirkiye dê di mijarên li ser Rojhilatê Deryaya Spî û Deryaya Egeyê de nêzîkatiya xwe ya avaker û çareserîxwaz a li ser bingeha diyalog û dîplomasiyê biparêze. Li gel vê yekê hat tekezkirin ku sekina bê tawîz a li ser parastina maf û berjewendiyên gel ên ku ji hiqûqa navneteweyî û peymanan tên dê were domandin.

- Hat ragihandin ku Tirkiyeya ku serokatiya dewreyî ya Rêxistina Dewletên Tirk ji Azerbeycana bira dewr girtiye, dê hewlên xwe yên ji bo xurtkirina piştgiriyê û pêşxistina hevkariyê ya di nava cîhana Tirk de bibe asteke pêştir.

- Hat diyarkirin ku polîtîkayên dagirkerî û ilhaqê yên Birêvebiriya Îsraîlê yên li ser Filistîn, Libnan û Sûriyeyê, li herêmê bêaramiyê zêde dikin. Tevî hemû berpirsiyariyên wê, bangî hemû aktorên ku di pêvajoyên avakirina aştiyê de înîsiyatîvê digirin hat kirin ku li hemberî Birêvebiriya Îsraîlê ya ku bêhiqûqiyê didomîne helwesteke bi biryartir nîşan bidin.

- Bipêşketinên dawî û rewşa heyî ya şerên Rûsya-Ukrayna û Amerîka/Îsraîl-Îranê hatin nirxandin. Dilgiraniya ji ber belavbûna Şerê Rûsya-Ukraynayê ya li ser Deryaya Spî ya piştî Deryaya Reş hat anîn zimên. Hat tomarkirin ku ji bo avakirina bilez a jîngeheke aştiyê ya ku ji bo ewlehî û aramiya cîhanê pêwîst e, Tirkiye dê pêwendiyên xwe yên li gel hemû aliyên peywendîdar bidomîne.

- Xebatên ji bo dabînkirina yekitî û temamiya Lîbyayê û qonaxa ku di vî warî de hatiye derbaskirin hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku Tirkiye ji bo aramî û bextewariya gelê Lîbyayê yê bira dê xebatên xwe bidomîne.


Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye
TIRKIYE26-11-2026

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye

Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî li Parlamentoyê civiyan
TIRKIYE26-11-2026

Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî li Parlamentoyê civiyan

Pirsên