Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re "tekezî li ser girîngiya parastina mafên Kurdan û misogerkirina wan a di destûra Sûriyeyê de kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya li Antalyaya Tirkiyeyê hevdîtinek kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin nirxandin.
Her wiha bipêşxistin û berfirehkirina warên hevkariyê û hevahengiyê bi awayekî ku di berjewendiya hevbeş de be, hatin gotûbêjkirin.
Rêyên çareseriya aştiyane û dîplomatîk
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, "Her du aliyan tekezî li ser girîngiya diyalogê û rêyên çareseriya aştiyane û dîplomatîk ên ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan kir."
"Divê mafên Kurdan di destûrê de bên dabînkirin"
Rewşa Kurdan a li Sûriyeyê mijareke din a sereke ya hevdîtinê bû.
Li gorî daxuyaniyê, "Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya parastina mafên Kurdan û misogerkirina wan a di destûra Sûriyeyê de kir.
Her wiha birêz Barzanî xwest ku Serok Şer di paşerojeke nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike."
Di hevdîtinê de her wiha çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên her du aliyan hatin gotûbêjkirin.



