Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana Koma Parlamentoyê ya DEM Partiyê kir.
Di hevdîtinê de Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.
Di hevdîtinê de Alîkarên Serokên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Cengîz Çîçek jî amade bûn.
Mijara sereke: Komîteya Çavdêrî û Şopandinê ya Parlamentoyê
Numan Kurtulmuş di çarçoveya vê pêvajoyê de serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî didomîne.
Armanca van serdanan gotûbêjkirina Komîteya Çavdêrî û Şopandinê ye ku tê çaverêkirin li Parlamentoyê were avakirin.
Di vê çarçoveyê de di hevdîtina li Koma DEM Partiyê de taybetmendî, çarçove û qada erkên komîteya ku tê plankirin were avakirin, hatin nirxandin.
Derbarê qonaxa pêvajoya çareseriyê hat axaftin
Di hevdîtinê de her wiha rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê û gavên ku divê ji niha û pê ve werin avêtin hatin axaftin.
Serdana Kurtulmuş a ji bo DEM Partiyê wekî beşeke ji hevdîtinên ji bo avakirina mekanîzmaya çavdêriyê ya di bin banê parlamentoyê de hat kirin.



