Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, li Enqereyê di bernameyeke Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) de derbarê pêvajoya çareseriyê axivî.
Kurtulmuş, pêvajoya çareseriyê nirxand û behsa rêbazên pêvajoyê û bipêşketinên herêmî kir.
Wî diyar kir ku ev pêvajo bi vîna siyasî û ezmûna civakî ya Tirkiyeyê ava bûye û ew ne projeyek e ku li paytextên welatên din hatiye amadekirin.
'Modela Tirkiyeyê bi temamî neteweyî ye'
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku taybetmendiya herî girîng a pêvajoyê ew e ku bi dînamîk û însiyatîfa navxwe ya Tirkiyeyê derketiye holê.
Kurtulmuş, ezmûnên Tirkiyeyê yên nêzîkî sedsalekê yên di pirsgirêka terorê de wekî bingeha pêvajoyê nîşan da û got:
"Ev proje ne projeyek e ku li paytextên welatên din hatiye pijandin û ketiye rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Bingeha wê ezmûna me ye ku nîvê sedsala çûyî bi terorê re derbas bûye.
Ev model li ser pêdiviyên vî miletî û bi dînamîkên me yên navxwe tê birêvebirin. Lewma em dikarin bibêjin ku modela Tirkiyeyê bi temamî modeleke neteweyî ye."
Kurtulmuş anî zimên ku pêvajo tenê di çarçoveya bernameyên partiyên siyasî de nayê nirxandin û berjewendiyên giştî û neteweyî yên Tirkiyeyê esas tên girtin.
Kurtulmuş diyar kir ku ew gotina "di ser siyasetê re" çêtir nabîne çimkî ti pirsgirêkeke civakî li derveyî siyasetê nayê nirxandin lê nabe ku ev pêvajo di nav qalibên teng ên partiyan de asê bimîne.
'Destpêka projeya herî mezin a sedsala duyem e'
Kurtulmuş bi bîr xist ku Komara Tirkiyeyê sedsala xwe ya ewil li pey xwe hiştiye û destnîşan kir ku di sedsala yekem de pirsgirêka herî mezin meseleya terorê bû.
Wî anî zimên ku armanca "Tirkiyeyeke bêteror" di heman demê de projeya herî mezin a sedsala duyem e û wiha pê de çû:
"Me sedsala yekem a Tirkiyeyê li pey xwe hişt. Bê guman pirsgirêka herî mezin a sedsala yekem a Komara Tirkiyeyê meseleya terorê bû.
Niha em bi eşkereyî dibêjin: Ev vîna ku ji bo çareserkirina pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê hatiye ba hev, bi vê projeyê re destpêka projeya herî mezin a sedsala duyem a komarê jî ragihandiye."
'Çavê sêyem ê pêvajoyê Parlamento ye'
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir, yek ji wan taybetmendiyên ku modela Tirkiyeyê ji mînakên din cuda dike ew e ku çavdêr an midaxeleyên ji derve tevlî pêvajoyê nabin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku dewletên din an rêxistinên civaka sivîl wekî çavê sêyem tevlî pêvajoyê nabin û kontrola pêvajoyê di destê Parlamentoya Tirkiyeyê û saziyên dewletê de ye.
Wî got, "Di vê pêvajoyê de xwediyê pêvajoyê li ser navê milet, çavê sêyem, çavê yekem, hûn çi bibêjin, hemû rasterast Parlamentoya Tirkiyeyê ye û saziyên milet in."
Kurtulmuş da zanîn ku pêvajo bi hêsanî bi pêş ve naçe û nêrînên cuda di nav civakê de hene. Ji ber egera provokasyon û zehmetiyan wan girîngî daye zelalbûna pêvajoyê.
Wî bi bîr xist ku li parlamentoyê nêrînên akademîsyen, rîspî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnasan hatine wergirtin û ev yek li ser kaxezê hatiye tomarkirin.
Kurtulmuş got ku birêvebirina pêvajoyê ya li ber çavê civakê piştgiriya civakî zêde kiriye.
Tirkiye û herêmeke bêteror
Kurtulmuş derbarê bipêşketinên herêmî jî sekinî û diyar kir ku ew aramiya navxwe ya Tirkiyeyê ji ewlehî û aramiya welatên cîran cuda nabînin.
Wî destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyeke bêteror di heman demê de bi armanca herêmeke bêteror ve girêdayî ye û bêçekkirina rêxistinên li herêmê di berjewendiya hemû welatan de ye.
Nêzîkbûna PYD û Şamê û bêçekkirina li Şingalê
Numan Kurtulmuş bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û nêzîkbûna di navbera birêvebiriya nû ya Sûriyeyê û PYDyê de ji bo aştiya herêmê wekî pêşhateke girîng nirxand.
Kurtulmuş da zanîn ku tevlîbûna PYDyê ya li nav hêmanên fermî yên dewleta Sûriyeyê dê dem bigire lê dîsa jî nîşandana vê niyetê û avêtina gavan, rasterast sûdê digihîne pêvajoya Tirkiyeyê.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li ser pêşhatên li Îraqê jî axivî û anî zimên ku di mijara bêçekkirinê de gavên erênî hene.
Wî bi bîr xist ku Serokê Parlamentoya Îraqê meha borî serdana Tirkiyeyê kiriye û jê re gotiye ku armanca herêmeke bêteror ji aliyê Îraqê ve jî wekî siyaseta neteweyî hatiye qebûlkirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku radestkirina çekan a ji aliyê beşeke ji komên PKK û KCKyê yên li Şingalê pêşhateke gelekî girîng e.
'Ti welatek bi tena serê xwe nikare ji terorê rizgar bibe'
Kurtulmuş destnîşan kir ku welatên herêmê nikarin bi tena serê xwe û serbixwe ji pirsgirêka terorê rizgar bibin û rûdanên li Sûriye, Îraq, Libnan û Tirkiyeyê bi awayekî rasterast bandorê li hevdû dikin û lê zêde kir:
"Li vê herêmê ne pêkan e ku welatek bi tena serê xwe ji terorê rizgar bibe. Îmtîhana giran a herêmê ya bi terorê di dîroka me ya nêzîk de ev yek fêrî me kir.
Em pir baş dizanin ku rêxistineke terorê ya li Sûriyeyê çawa bandorê li Libnan an Îraqê dike. Bi heman awayî, em di pêşerojê de bi tecrubeyên mezin û tal fêr bûn ku rêxistineke terorê ya li Îraqê çawa bandorê li Tirkiyeyê dike."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku bidûrketina hemû welatên herêmê ya ji terorê dê sûdeke mezin bide Tirkiye û welatên cîran û destnîşan kir ku armanca herêmeke bêteror ne tenê tercîhek e, di heman demê de pêwîstiyek e.



