Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa 31emîn a Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) îro bajarê li Antalyayê yê Tirkiyeyê dest pê dike.
Tirkiye di bernameya çalakiyan a COP31ê de, giraniyê dide ser zêdekirina bikaranîna elektrîkê lê terikandina sotemeniyên fosîl wekî armanceke sereke nabîne.
Ev mijar tenê di hevdîtinên li derveyî bernameya sereke de tê nîqaşkirin.
Li Antalyayê ji aliyekî ve dewlet dê li ser avhewayê li hev bikin, ji aliyê din ve jî parêzvanên jîngehê dê banga destjêberdana sotemeniyên fosîl bikin.
Planên Tirkiyeyê yên enerjiyê
Tirkiye dixwaze li seranserê cîhanê di warê veguhastin, avahîsazî û pîşesaziyê de elektrîk bêhtir bê bikaranîn.
Lê di planên enerjiya Tirkiyeyê de komir, petrol û gaza xwezayî hîn jî xwedî cihekî girîng in.
Tirkiyeyê çar roj beriya lûtkeyê "Nêrîna Enerjiya Neteweyî ya 2040î" eşkere kir û bi vê yekê re nîqaş gurtir bûn.
Li gorî vê planê, Tirkiye dê hilberînên xwe yên li ser enerjiya roj û ba zêdetir bike lê ji bo destjêberdana komirê ti dem diyar nekir.
Her wiha eşkere bû ku projeyên wê yên petrol û gaza xwezayî jî dê bidomin.
Rojeva lûtkeyê û serkêşiya dan û standinan
Lûtke dê di navbera 9 û 20ê Çiriya Paşîn de bi rê ve biçe.
Serokatiya wê di destê Tirkiyeyê de ye lê Awistralya dê serkêşiya dan û standinan bike.
Welatên beşdar dê mijarên wekî kêmkirina gazên serayê, derbasbûneke adil, xweveguncandin, dabînkirina fînansmanê, qerebûkirina zererê û bazarên karbonê nîqaş bikin.
Tirkiye lûtkeyê wekî "COPa Cîbicîkirinê" bi nav dike û dixwaze sozên berê bi rêya projeyan pêk bîne.
Di nav 10 xalên wan ên sereke de enerjiya paqij, pêngava sifir-bermayî, ewlehiya xwirekê, bajarên xweragir û tenduristî hene.
Cihê sotemeniyên fosîl di bernameyê de
Tevî vê yekê, terikandina sotemeniyên fosîl bi serê xwe di bernameyê de wekî mijareke sereke cih nagire.
Heta 10ê Çiriya Paşîn ku wekî "roja enerjî û veguhastinê" hatiye diyarkirin jî qala vê yekê nayê kirin.
Di salnameyê de tenê mijarên mîna berfirehkirina elektrîkê, ewlehiya dabînkirinê, torên enerjiyê, cihêrengkirina çavkaniyan, bikêrhatîbûn û veguhastina domdar hene.
Şirket jî dê beşdarî rûniştinên COP31ê bibin.
Di bernameya Herêma Kesk de ya 9ê Çiriya Paşîn; Holdinga Ronesansê dê qala xweragiriya binesaziya tenduristiyê ya li hemberî avhewayê bike.
Holdingên Yaşar û Pinarê dê li ser guherîna pîşesaziya çandiniyê, Sutaş li ser pergalên xwirek û çandiniyê, û Îş Bankasi jî dê li ser hilberînên xweguncandina li gel avhewayê rawestin.
Gelo bi elektrîkê re dawî li sotemeniyên fosîl tê?
Serokatiya lûtkeyê armanc dike ku heta sala 2035an li cîhanê ji sedî 35ê enerjiyê ji elektrîkê bê dabînkirin.
Lê ne diyar e ka çi qas ji vê elektrîkê dê ji çavkaniyên nûjenbar pêk bê.
Plan ew e ku bi veberhênanên enerjiya paqij, bihêzkirina toran û depokirinê, piştgiriya pergala elektrîkê bê kirin.
Tora Avhewayê ya ku ji 17 saziyên wekî Greenpeace, TEMA û WWF-Tirkiyeyê pêk tê rexneyan li piştgiriya dewletê ya ji bo komirê digire.
Ew dixwazin hemû projeyên nû yên komirê bisekinin û dewlet dest ji piştgiriya aborî berde.
Di heman demê de ew daxwaza polîtîkayên dadmend dikin da ku karker û xelkê herêmê mexdûr nebin û dixwazin tevahiya pergala elektrîkê ji çavkaniyên nûjenbar pêk bê.
Rexneyên li ser armanca Tirkiyeyê
Beriya COP30ê Tirkiyeyê sozek dabû Neteweyên Yekbûyî.
Li gorî vê sozê, Tirkiye dixwaze heta sala 2035an belavbûna gazên serayê di asta 643 milyon ton karbondîoksîtê de sînordar bike.
Lê Tirkiye vî hesabî ne li gorî asta îro, li gorî pêşbîniyeke zêdebûna paşerojê dike.
Li gorî Rapora Kêmasiya Emîsyonê ya Neteweyên Yekbûyî ya 21ê Çiriya Pêşîn, Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên niha jî dikare bi hêsanî bigihîje armanca xwe ya sala 2035an.
Rapor destnîşan dike ku ji ber ji bo vê armancê pêdivî bi pêngavên nû û xurt nîne, ev tê wê wateyê ku Tirkiyeyê ji bo xwe armanceke gelekî lawaz diyar kiriye.
Tirkiye jî dibêje ku ev hewla herî mezin e ku li gorî şert û mercên welêt dikare bê avêtin.
Her wiha rayedar soza xwe ya "heta 2053yan sifir emîsyon" ducare dikin û ji civaka navneteweyî piştgiriya aborî û teknolojîk dixwazin.
Nexşerêya Brezîlyayê û rojeva COP30ê
Sala 2023yan di lûtkeya COP28ê de bangî hemû welatan hatibû kirin ku hêdî hêdî û bi awayekî adil dest ji sotemeniyên fosîl berdin.
Li lûtkeya Belemê (COP30) dewletan li ser nexşerêya terikandina fosîlan li hev nekir.
Ji ber vê yekê Brezîlyayê ev nexşerê li derveyî dan û standinan amade kir û 3ê Çiriya Paşîn ragihand.
Ev ne biryareke hevpar a lûtkeyê, tenê daxwaz û pêşniyara welatê mazûvan bû.
Her çend Greenpeace nexşerêya Brezîlyayê erênî bibîne jî, ji ber nebûna salnameyeke zelal wê rexne dike.
Greenpeace ji bo COP31ê dixwaze welat li ser armanca "heta sala 2035an ji sedî 35 bikaranîna elektrîkê" li hev bikin lê bi şertekî: Divê ev elektrîk ji enerjiya paqij bê û bi temamî cihê sotemeniyên fosîl bigire.
Kî dê li COP31ê qala terikandina fosîlan bike?
Tevî ku mijara fosîlan di bernameya sereke de nîne jî, dê di gelek civînên li derveyî bernameyê de bê gotûbêjkirin.
Tê çaverêkirin ku 10ê Çiriya Paşîn Wezîrê Avhewayê yê Tuvaluyê û nûnerên saziyên wekî Greenpeace, ClientEarth û WWFê li ser vê mijarê biaxivin.
Di 18ê Çiriya Paşîn de jî rûniştina "herêmên bê sotemeniya fosîl" heye.
Her wiha rêxistinên sivîl ên Tirkiye û Awistralyayê dê 9ê Çiriya Paşîn li ser heman mijarê daxuyaniyan bidin.
Lê ev hevdîtin nayên wê wateyê ku dewlet dê li ser vê mijarê bibin xwedî yekdengiyekê.
Daxwaza sereke ya 'Lûtkeya Avhewayê ya Gelan'
Di heman rojên COP31ê de, dê li Antalyayê "Lûtkeya Avhewayê ya Gelan" jî pêk bê.
Organîzatorên wê dibêjin ev lûtke didomiya hevdîtinên Glasgow û Belemê ye û ew dê dengê jin, karker, gundî û jîngehparêzan bike yek.
Rêxistinên wekî Greenpeace, Yekîtiya Bijîşkên Tirk, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û sendîkayên girêdayî DÎSKê piştgiriyê didin vê lûtkeyê.
Lûtkeya gelan dê 14ê Çiriya Paşîn bi meşekê dest pê bike.
Paşê dê roj bi roj li ser mijarên mîna mafên xwezayê, enerjiya bêfosîl, demokrasî, aştî û serweriya xwirekê bisekinin.
Saziyên sivîl û sendîka dê li ser bedela veguherînê, pirsgirêka bermayiyan, zererên şer ên li ser jîngehê û bandora krîza avhewayê ya li ser tenduristiyê nîqaşan bikin.



