Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî, Serokê Îstîxbarata Neteweyî ya Îraqê (INIS) Hemîd Şetrî ji erkê xwe bi dûr xist.
Ofîsa Serokwezîriya Îraqê bi fermana birêvebirî ya fermî ya bi dîroka 26ê Çiriya Pêşîn a 2026an ku îmzeya Birêvebirê Ofîsê Reşad Xelef Haşim li ser e, bi awayekî fermî dawî li karê Şetrî anî.
Di biryarê de hat diyarkirin ku bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, dawî li wezîfeya Serokê Îstixbarata Neteweyî Hemîd Reşîd Fuleyh hatiye anîn.
Ev biryara ku referansê dide erkdarkirina wî ya 19ê Kanûna Paşîn a 2024an, ji kêliya weşandinê ve ket meriyetê lê belê heta niha derbarê sedema dûrxistina wî ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
Kesayetiyekî sereke yê burokraasiya ewlehiyê ya piştî 2003yan
Hemîd Reşîd Fuleyh ku di nava raya giştî de wekî "Hemîd Şetrî" tê nasîn, ji sala 2003yan û piştî hilweşandina rejîma Sedam Husên ve, wekî yek ji aktorên herî bibandor ên di mekanîzmayên ewlehî û îstixbaratî yên Îraqê de tê pejirandin.
Şetrî sala 1969an li navçeya Şetrayê ya parêzgeha Dîqarê ji dayik bûye û di salên ciwantiya xwe de di refên mixalefeta li dijî rejîma Beasê de cih girtiye.
Ji ber beşdarbûna wî ya di Serhildana Şabanê ya sala 1991ê de, ew tevî malbata xwe hat girtin û du salan di girtîgehê de ma.
Piştî ku hat berdan, demekê li herêma avî ya Başûrê Îraqê xwe veşart. Pişt re derbasî Herêma Kurdistanê bû û heta sala 1997an li wir xebatên xwe yên mixalefetê domandin.
Şetrî sala 1998an çû Ewropayê û li Swîsreyê bi cih bû. Wî li wir di warê teknolojiyên agahdariyê de perwerde dît û sala 2003an vegeriya Îraqê.
Di serboriya xwe de peywirên krîtik wergirtin
Şetrî di ewlehiya Îraqê de di gelek peywirên sereke û krîtik de cih girtiye. Di serê van berpirsyariyan de birêvebiriya Şaneya Îstîxbaratê ya Bazan (Xelîyetu's Sukûr) tê ku operasyonên herî krîtik ên li dijî DAIŞê pêk anîne.
Her wiha wî wekî Birêvebirê Giştî yê Îstîxbarat û Dijî Terorê ya Wezareta Karên Navxwe, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî û heta Tîrmeha sala 2023an jî wekî Serokê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê kar kiriye.
Hemîd Şetrî herî dawî Kanûn Paşîn a 2024an ji aliyê Serokwezîrê wê demê Mihemmed Şiya Sûdanî ve wekî Serokê Îstixbarata Neteweyî ya Îraqê hatibû erkdarkirin.
Heta niha ti nav nehatine eşkerekirin ku dê kî were şûna wî yan jî wekî serokê nû kî bê erkdarkirin.

.webp&w=3840&q=75)

