Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku pêvajoya çareseriyê li gorî plana hatiye danîn bi rêkûpêk bi rê ve diçe û got, "Her tişt di rêya xwe de wekî demjimêrê kar dike. Ti tişt dereng namîne."
Numan Kurtulmuş li Enqereyê li gel Serokê Parlamentoya Nûneran a Luksembûrgê Claude Wiselerê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û li ser rojeva pêvajoya çareseriyê daxuyanî da.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo çareserkirina yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê tê birêvebirin û her wiha eşkere kir ku "Lijneya Çavdêriyê" ya ku di bin banê Parlamentoyê de ava bibe, dê di rojên pêş de were ragihandin.
"Ji bo çareserkirina pirsgirêka herî giran a dîroka komarê em hatin cem hev"
Kurtulmuş diyar kir ku nabe mirov pêvajoya çareseriyê wekî geşedaneke asayî ya siyasî bibîne û da zanîn ku partiyên desthilatê, yên mixalefetê û hemû beşên civakê piştgiriyê didin vê gavê û wiha berdewam kir:
"Berî her tiştî divê ez bêjim ku ev pêvajoya ku em jê re dibêjin 'Tirkiyeya bê teror' ne wekî pêvajoyên din ên polîtîk ên asayî ye.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka herî giran a dîroka komarê, hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, çi desthilat û çi mixalefet hatin cem hev.
Ji her beşên civakê kesên xwedî raman li vê salonê nêrînên xwe parve kirin û di encamê de raporek hat pejirandin. Pejirandina vê raporê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê serkeftineke mezin e.
Ev rapor bi dengên 47 parlamenteran ji nav 50 parlamenterî hat pejirandin ku ev ji bo Tirkiyeyê serkeftineke demokratîk e."
"Yasa bi dengên 467 parlamenteran hat pejirandin"
Kurtulmuş bi bîr xist ku piştî amadekirina raporê ji bo berdewamiya pêvajoyê rêziknameyeke yasayî hatiye pejirandin û xebat di bin banê saziyên cuda de bi hevdemî berdewam dikin.
Kurtulmuş li ser hûrgiliyên xebatan wiha axivî:
"Paşê ji bo birêvebirina vê pêvajoyê, li gorî xebatên Komisyona Demokrasî, Biratî û Hevgirtina Neteweyî, yasaya hatibû amadekirin bi dengên 467 parlamenterên me hat pejirandin.
Piştî wê, beşa din a kar dest pê kir, komîsyona ku di bin serokatiya Alîkarê Serokkomarê me de ji wezîr û berpirsên dewletê pêk tê, dest bi xebatên xwe kir û niha jî berdewam dike.
Li aliyekî pêvajoya bêçekkirin û fesixkirina rêxistinê berdewam dike, li aliyê din jî lijneya jorîn a ku ji bo şopandina bicihanîna vê pêvajoyê hatiye avakirin karê xwe dike. Jixwe her tişt li gorî plana ku hatibû danîn dimeşe."
"Çavekî sêyem û biyanî nikare midaxileyî pêvajoyê bike"
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê destnîşan kir ku ev model, modelekî taybet e û tenê aîdî Tirkiyeyê ye, ji ber wê destûrê nadin ku "çavekî sêyem" û aliyên ji derve tevlî birêvebirina wê bibin û wiha lê zêde kir:
"Yek ji stûnên vê pêvajoyê jî Parlamentoya Tirkiyeyê ye. Me ji serî de gotiye, ev model modelekî resen e û modela Tirkiyeyê ye.
Derbarê mekanîzma û birêvebirina vê pêvajoyê, bi ti awayî çavekî ji derve nîne û ti carî çavekî sêyem nikare midaxileyî nav vî karî bike.
Parlamento li ser navê tevahiya milet, bi hemû cudahî û partiyên xwe ve dê vê pêvajoyê bi rê ve bibe."
Lijneya Çavdêriyê di rojên pêş de dê ava bibe
Numan Kurtulmuş li ser avakirina Lijneya Çavdêriyê ya di bin banê Parlamentoyê de diyar kir ku ev yek encameke xwezayî ya yasayê ye û berdewam kir:
"Bêguman, wekî daxwaza yasayê, ev lijne dê di bin banê parlamentoyê de were avakirin. Em dê di rojên pêş de lijneyê saz bikin.
Ji bo ku em awayê xebata wê diyar bikin, ji roja ku yasa derketiye û vir ve em li gel partiyên siyasî di gotûbêjan de ne. Di rojên pêş de dê encameke zelal û berçav derkeve holê."
"Bila kes ji kesî re erk û wezîfeyan diyar neke"
Kurtulmuş bangî hemû aliyan kir ku bila berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û destnîşan kir ku ti derengketin di pêvajoyê de tune û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
"Min tiştek gotibû, min ew zanebûn got. Her tişt di rêya xwe de wekî demjimêrê kar dike. Ti tişt dereng namîne.
Di mijarekî wiha girîng de, bila her kes berpirsiyariya ku dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Bila kes ji yê din re erk û wezîfeyan diyar neke.
Rêxistin dê pêvajoya bêçekkirinê bidomîne û bi dawî bike. Siyasetê jî mîna ku heta niha kiriye, dê ji niha û pê de jî berpirsiyariya xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne.
Bi destûra Xwedê ev pêvajo dê wekî demjimêrê kar bike û bi encam bibe. Hêviyeke mezin û piştgiriyeke xurt a gelê me ji bo vê mijarê heye, ji ber wê divê kes bi gotinên vala vê piştgiriyê pûç neke."


.jpg&w=3840&q=75)
