کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mhemet Uçum / Wêne: Arşîv

Mhemet Uçum / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Mehmet Uçum: Li ser statuya Ocalan nîqaşên çêkirî tên derxistin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Tuncer Bakirhan: Ji bo avêtina gavan ji girtîgehan dest pê bikin
TIRKIYE18-10-2026

Tuncer Bakirhan: Ji bo avêtina gavan ji girtîgehan dest pê bikin

Trajediya Malbata ji Silêmaniyê: Li Edîrneyê termê Mêlaya 5 salî  hat dîtin
TIRKIYE17-10-2026

Trajediya Malbata ji Silêmaniyê: Li Edîrneyê termê Mêlaya 5 salî hat dîtin

Termê Mêlaya 5 salî di Çemê Merîçê de hat dîtin
TIRKIYE17-10-2026

Termê Mêlaya 5 salî di Çemê Merîçê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Sersêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum di nivîsa xwe ya li ser pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" de diyar kir ku li ser statuya Abdullah Ocalan "nîqaşên çêkirî" tên derxistin.

Uçum da zanîn ku divê beriya dawiya sala 2026an di derbarê qonaxa tespît û piştrastkirina pêvajoyê de biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) were wergirtin û were ragihandin.

Sersêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê û Alîkarî Serokê Komîteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariyê Mehmet Uçum, derbarê pêvajoya ku desthilat jê re dibêje "Tirkiyeya Bêteror" û DEM Partî jî wekî “entegrasyona demokratîk” bi nav dike de nivîsek nivîsand.

Uçum got, "Mixetabê pêvajoya diyalogê Ocalan, birêvebirên pê ve girêdayî û kadroyên din, pêkhateyên pêwendîdar û nûnerên di pêvajoya yasayî de ne. Di vê xalê de dabeşkirina astên îradeyê jî girîng e.

Girîng e ku mirov balê bikişîne ser wê yekê ku hinek kesên ku li ber çavan populêr in an di qada yasayî de rola wan a birêvebiriyê heye, ji aliyê îradeyê ve bêbandor in û li ser pêvajoyê ti ramana wan jî nîne.

Divê mirov peyamên bi pirsgirêk ên kesên di vê kategoriyê de ji hev derxe û wan cuda binirxîne."

Mehmet Uçum her wiha anî zimên, "Pirsgirêka birêvebirên rêxistinê yên ku ji aliyê îradeyê ve bihêz xuya dikin ew e ku hewl didin rojeva xwe li pişt perdeya azadî an statuya Ocalan veşêrin û nîqaşeke çêkirî derxînin.

Bi vî awayî ji bo qonaxa tespîtkirinê ya pêvajoyê helwestên dudilî û giranbûn derdikevin holê û ji bo bihêzbûna îdiayên nebaweriyê yên li hemberî wan zemîn çêdibe. Ev rewş sûdê nade ti kesî."

Uçum di beşeje din a gotara xwe de got, "Divê di demeke zû de dev ji helwestên dudilî û ji meyla astengkirina pêvajoya tespîtkirinê were berdan û ji bo lezkirina pêvajoya tespîtkirinê bêtir hewl were dayîn.

Divê bêtir were fêmkirin ku mirov nikare pêşiya temambûna pêvajoyê bigire. Divê her kes hewla herî mezin bide ku beriya sala 2026an temam bibe, biryara MGKyê ya têkildarî tespît û piştrastkirinê were wergirtin û were ragihandin.

Ragihandina biryara MGKyê dê were wê wateyê ku di pêşveçûna pêvajoyê de qonaxeke gelekî girîng hatiye derbaskirin."

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, bi ketina meriyetê ya Qanûna hejmar 7595an re asta ku di pêvajoya derbasbûna ber bi Tirkiyeya Bêteror de hatiye bidestxistin û hewldanên astengkirina pêvajoyê nivîsandin.

Uçum li ser nîqaşên statuyê yên derbarê rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got, "Cihê ku li Îmraliyê wekî beşeke girêdayî avahiya girtîgehê hatiye çêkirin, ji bo afirandina jîngeheke xebatê ya guncav li gel rol û erka Ocalan e.

Dema wextê wê hat, dabînkirina hevdîtinên vekirî yên corbicor ên bi Ocalan re jî dê di heman çarçoveyê de pêwîstiya wan karan be ku divê ew ji bo perspektîfa entegrasyona li gel dewlet û civakê bike.

Rewş wiha be jî, nirxandina wan derfetên ku ji Ocalan re hatine dabînkirin wekî cûreyek serbestberdan an dayîna îmtiyazê, nêrîneke bê niyeta baş e û taybetmendiya derveyî rûtîn a pêvajoyê paşguh dike."

Tevahiya nivîsa Mehmet Uçum wiha ye:

"Wekî ku me berê jî diyar kiribû, navê pêvajoya ku ber bi armanca Tirkiyeya Bêteror ve diçe ne pêvajoya çareseriyê ye, pêvajoya derbasbûnê ye. Di pêvajoya derbasbûnê de mesafeyeke gelekî girîng hat birîn.

Kurteya pêvajoyê

Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror ku înîsiyatîf û polîtîkayeke dewletê ye, bi aliyê xwe yê xuyayî ve bi paradîgmaya nû ya ku Rêberê Welatê me Serokkomar Erdogan 25-26ê Tebaxa 2024an di bernameyên Xelat û Milazgirê de derxist holê, ji aliyê ramanî ve dest pê kir.

Bi daxuyaniyên wêrek û pêşeng ên Birêz Devlet Bahçelî yê xwedî ezmûn û pisporiyeke mezin, ket ser rêyeke pratîk. Bi daxuyaniya dîrokî ya Ocalan a 27ê Sibata 2025an qonaxek derbas kir.

Berevajî pêvajoyên asayî yên Parlamentoya Tirkiyeyê, bi xebat û çalakiya yasayî ya derveyî rûtîn a ku kete dîrokê, bi xebata Komîsyonê û bi qanûna çarçoveyê ya ku 467 parlamenteran dengê erê dayê dom kir.

Di dawiyê de 18ê Tebaxa 2026an bi weşandina qanûna çarçoveyê ango qanûna pêvajoya derbasbûnê di Rojnameya Fermî de, gavek ber bi serdemeke nû ve hat avêtin.

Qanûna bi hejmar 7595an a li ser Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Entegrasyona Civakî ku me berê bi hemû alî û hûrgiliyên wê ve destgirtibû (nivîsên Analîzê yên AAyê yên 23, 27 û 30yê Tebaxa 2026an), hiqûqa pêvajoya derbasbûnê saz dike.

Ev serdema nû bi taybetî dê bi pêşveçûna gav bi gav a qonaxên bicihanîna Qanûna hejmar 7595an naverokeke berbiçav bi dest bixe.

Piştî ku qanûn kete meriyetê, gavên pêwîst bi lez hatin avêtin. Yekser di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar de Komîteya Şopandin û Nirxandinê hat avakirin.

Komîteyê bi civînên ku li dar xistin hem planên xwe yên derbarê pêvajoyê de çêkirin hem jî li gorî qanûnê bin-komîte diyar kirin.

Pratîkên ku ji bo tespîtkirinê li qadê pêwîst bûn dest pê kirin. Tê dîtin ku ev pratîk dê gav bi gav leztir bibin.

Di vê çarçoveyê de sûd heye ku em careke din li wan qonaxên ku Qanûna hejmar 7595an bi taybetî ji bo saziya taloqkirinê saz kirine binêrin.

Qonaxên têkildarî saziya taloqkirinê ya di qanûna pêvajoya derbasbûnê de

Bicîanîna taloqkirinê ku saziya sereke ya hiqûqa pêvajoya derbasbûnê ye, girêdayî hinek qonaxan e. Ev qonax ev in: mercê giştî, mercê taybet, nirxandin, biryar, pêvajo û encam.

Ji bo ku taloqkirin bikeve dewrê, mercê giştî ew e ku biryara MGKyê ya piştrastkirina tespîtên li ser bidawîanîna hebûna fîzîkî ya rêxistinê û teslîmkirina çek û cebilxaneyê were wergirtin û ev biryar di Rojnameya Fermî de were weşandin. Mercê giştî ji hêmanên tespît, piştrastkirin û ragihandinê pêk tê.

Piştî ragihandinê, di nava 6 mehan de serlêdana nivîskî ya kesên di çarçoveyê de ji bo meqamên rayedar mercê taybet e.

Serlêder dikarin serlêdanên xwe yên nivîskî bi xwe bikin an jî bi rêya parêzerên xwe bikin.

Wekî ku me berê jî qal kiribû, serlêdana hemû kesên di çarçoveyê de di nava 6 mehan de, ji bo wan nirxandinên ku dê piştî demên 2 û 3 salan bên kirin guncav e.

Nirxandina destpêkê, wê vekolînê îfade dike ku piştî serlêdanan ji aliyê meqamên darazê yên rayedar (dozgeriyên komarê, dadgeh û dadgeriyên înfazê) ve tê kirin.

Qonaxa yekem a vekolînê ew e ku were tespîtkirin ka serlêder li gorî pîvana kesan dikeve nav çarçoveya qanûnê an na.

Dema ku çarçoveya kesane tê diyarkirin, tê tespîtkirin ka pêwendiya serlêder bi rêxistina terorê ya PKK/KCKyê û pêkhateyên pê ve girêdayî re heye an na.

Eger ev pêwendî hebe, di berdewamiyê de tê lêkolînkirin ka sûcên bi kesê re têkildar di çarçoveya qanûnê de ne an na. Di dawiyê de jî rewşa kesê li hemberî îstisnayan tê diyarkirin.

Piştî van lêkolînan derbasî qonaxa biryarê dibin. Li gorî vê, eger serlêder ji aliyê kesane ve bikeve nav çarçoveya qanûnê, sûc an sûcên pêwendîdar jî di nav çarçoveya qanûnê de bin û ne ji sûcên îstîsna bin, daxwaza serlêder tê qebûlkirin û biryara taloqkirinê tê dayîn.

Ango ji bo biryara taloqkirinê divê 3 merc bi hev re pêk bên. Ji ber vê yekê, heke serlêder ji aliyê kesane ve ne di çarçoveya qanûnê de be, her çend di çarçoveyê de be jî sûc an sûcên pêwendîdar di qanûnê de cih negirin, her çend cih bigirin jî ev sûc eger ji sûcên îstîsna be, daxwaza serlêder tê redkirin.

Mafê îtîrazê yê li hemberî biryaran heye. Dema ku bi encama îtîrazê an bêyî îtîrazê biryar teqez bûn, dema taloqkirinê dest pê dike.

Şopandina di dema taloqkirinê de, qonaxa pêvajoyê îfade dike. Heke di dema taloqkirinê de sûcekî terorê neyê kirin, qonaxa encamê pêk tê.

Li gorî rewşa hiqûqî ya kesê biryara neşopandinê, betalbûnê an jî wekî ku hatiye înfazkirin tê qebûlkirin tê dayîn.

Nîqaşa statuya Ocalan

Hinek navend û aktorên ku bi eşkereyî an veşartî li dijî pêvajoyê ne, mijara statuya Ocalan ji armanc û erka wê qut dikin û dibin astên cuda.

Lê belê mijar bi tevahî li ser dabînkirina mercan e da ku Ocalan rola xwe ya ku li gorî perspektîva entegrasyona li gel dewlet û civakê ya ku di daxuyaniya xwe ya 27ê Sibata 2025an de destnîşan kiribû, bi cih bîne.

Cihê ku li Îmraliyê wekî beşeke girêdayî avahiya girtîgehê hatiye çêkirin, ji bo afirandina jîngeheke xebatê ya guncav li gel rol û erka Ocalan e.

Dema wextê wê hat, dabînkirina hevdîtinên vekirî yên corbicor ên bi Ocalan re jî dê di heman çarçoveyê de pêwîstiya wan karan be ku divê ew ji bo perspektîfa entegrasyona li gel dewlet û civakê bike.

Rewş wiha be jî, nirxandina wan derfetên ku ji Ocalan re hatine dabînkirin wekî cûreyek serbestberdan an dayîna îmtiyazê, nêrîneke bê niyeta baş e û taybetmendiya derveyî rûtîn a pêvajoyê paşguh dike.

Li hemberî vê, nêrîna wan kesên ku van derfetan bêqîmet dikin û tewra mijarên ku di rojeva Ocalan de jî nînin, wek mînak azadkirina wî derdixin pêş û hewl didin bi pirsgirêkên çêkirî pêvajoyê asteng bikin jî di heman astê de bi pirsgirêk e û ji niyeta baş dûr e.

Eşkere ye ku ev berovajîkirinên ramanî beşek ji hewldanên astengkirina pêvajoyê ne lê alîgirê kîjan alî dibin bila bibin, yên ku di hewla astengkirinê de ne dê di vî karî de bi ser nekevin. Pêşketinên pratîkî yên di pêvajoyê de jî delîla vê yekê ne.

Hinek hewldanên din ên astengkirinê

Hewldanên pratîk û ramanê yên ji bo astengkirina pêvajoyê di mijarên din de jî tên dîtin.

Mînak, gelek caran mirov rastî êrişên ramanî yên li hemberî pêvajoyê tê ku ji aliyê hinek kes û komên di nav rêxistina terorê ya hilweşiyayî û pêkhateyên girêdayî wê û pêkhateyên qanûnî de li ser rojeva wan bixwe tên kirin.

Ew, an nabînin ku di egera serkeftina pêvajoyê de dê ji bo wan jî derfetên beşdariya demokratîk a pir mezintir derkevin holê, an jî berfirehbûna qada demokratîk û derfetên beşdariyê ji bo xwe wekî gefekê dibînin.

Her du nêrîn jî wekî hewldana astengkirina pêvajoyê tên dîtin ji ber ku ev nêzîkatî di pêvajoya pratîkî de bi taybetî ji aliyê qonaxa tespîtkirinê ve dibin sedema encamên sistbûn û giranbûnê. Qebûlkirina vê yekê ne mimkin e.

Dîsa di platformên navborî de tê dîtin ku hinek derdor di nav siyaseta demokratîk de ketine nav şerê pozîsyonan.

Pêvajoya jinûveavabûna DEMê an jî ketina bin navên Tevgera Komara Demokratîk an Demokrasiya Çep a Welatparêz a di bin avabûneke nû de, dibe ku şerê pozîsyon û statuyê derxîne holê. Helbet ev mijarên wan bixwe ne.

Ew bixwe biryarê didin ka dê çawa bi rê ve bibin lê ev rastiyek e ku ev nakokiyên navxweyî dibin sedem ku ji bo pêvajoyê zimanekî pirsgirêkdar bê avakirin û bi taybetî ber bi siyaseta etnîkî ve biçe.

Dîsa li şûna mixalefeta demokratîk a avaker, di çarçoveyên şaş û bi nêzîkatiyên rûpê de dikevin pêşbaziya 'Kê bêtir li dijî pêkanînên giştî û taybet ên dewletê derdikeve'. Mirov rastî kesên wisa tê ku piştgiriya êrişên îdeolojîk ên rojavaperest û neolîberal dikin ên ku dixwazin pêvajoyê jî li Tirkiyeyê têk bibin.

Divê bê zanîn ku ev hemû tên nirxandin û di meşandin û birêvebirina pêvajoyê de girtina tedbîran a li dijî van celeb hewldanên ramanî û pratîkî yên astengkirinê neçarî ye.

Cudahiya diyalog û muzakereyê û xalên ku divê lê baldar bin

Tirkiyeya Bêteror, pêvajoyeke diyalogê ye. Destûra Nû, pêvajoyeke muzakereyê ye.

Pêvajoyên hiqûqî yên ku Tirkiyeya Bêteror pêwîst dike jî hêmanên vê pêvajoya diyalogê ne. Pêşxistina demokrasiyê jî mijara pêvajoya muzakereyê ye.

Mixetabê pêvajoya diyalogê Ocalan, birêvebirên pê ve girêdayî û kadroyên din, pêkhateyên pêwendîdar û nûnerên di pêvajoya yasayî de ne.

Di vê xalê de dabeşkirina astên îradeyê jî girîng e. Girîng e ku bal were kişandin ser wê yekê ku hinek kesên ku li ber çavan populêr in an di qada yasayî de rola wan a birêvebiriyê heye, ji aliyê îradeyê ve bêbandor in û li ser pêvajoyê ti ramaneke wan jî nîne.

Divê mirov peyamên bi pirsgirêk ên kesên di vê kategoriyê de ji hev derxe û cuda binirxîne.

Ya esas ew îrade ye ku Ocalan û hêmanên pê ve girêdayî, li gorî perspektîva Ocalan a entegrasyona li gel dewlet û milet derxistine holê.

Divê mirov bibîne ku yên li dijî vê yekê siyaseta etnîkî derdixin pêş û tevdigerin, hem ji aliyê îradeyê ve hem jî ji aliyê zimanê siyasetê ve bêbandor in û wekî xwarbûnekê tên nirxandin.

Wekî mînak, birêvebirekî yasayî yê ku di asta pêncem de jî tenê roleke wî ya duyemîn heye, zimanê siyaseta etnîkî bi kar bîne an jî mixalefeteke demagojîk ava bike û piştre hewl bide xwe di navenda pêvajoyê de pênase bike, ne xwedî girîngiyeke mezin e.

Pirsgirêka birêvebirên rêxistinê yên ku ji aliyê îradeyê ve bihêz xuya dikin ew e ku hewl didin rojeva xwe li pişt perdeya azadî an statuya Ocalan veşêrin û nîqaşeke çêkirî derxînin.

Bi vî awayî ji bo qonaxa tespîtkirinê ya pêvajoyê helwestên dudilî û giranbûn derdikevin holê û ji bo bihêzbûna îdiayên nebaweriyê yên li hemberî wan zemîn çêdibe. Ev rewş sûdê nade ti kesî.

Yên ku li şûna çareserkirina pirsgirêkan dixwazin ew tenê biguherin û bibin mayînde, ji bo parastina statuya xwe ya heyî zextê li vê yekê dikin lê divê were dîtin ku berdewamiya ya kevn êdî bi awayekî madî ne mimkin e. Tîr ji kevanê derket û dê bigihîje armanca xwe.

Ji ber vê yekê divê di demeke zû de dest ji helwestên dudilî û ji meyla astengkirina pêvajoya tespîtkirinê were berdan û ji bo lezkirina pêvajoya tespîtkirinê bêtir hewl were dayîn.

Serdema hewldanên bêwate êdî li paş ma. Divê bêtir were fêmkirin ku mirov nikare pêşiya temambûna pêvajoyê bigire.

Divê her kes hewla herî mezin bide ku beriya sala 2026an temam bibe, biryara MGKyê ya têkildarî tespît û piştrastkirinê were wergirtin û were ragihandin.

Ragihandina biryara MGKyê dê were wê wateyê ku di pêşveçûna pêvajoyê de qonaxeke gelekî girîng hatiye derbaskirin.

Bipêşxistina demokrasiyê û destûra nû

Mixetabê pêvajoya muzakereya demokratîk ku dînamîkên wê ji pêvajoya derbasbûna ber bi Tirkiyeya Bêteror ve bi temamî cuda ne û mijara wê pêşxistina demokrasiyê û destûra nû ye, hemû hêmanên miletê Tirk, hemû beşên civaka Tirkiyeyê û hemû komên gelê Tirkiyeyê ne. Nûnerên siyasî û civakî yên li ser zemîna rewa û hiqûqî ne.

Mixetabên diyalogê nikarin wisa tevbigerin ku qey li ser navê gelê Tirkiyeyê mixetabê muzakereyê ne.

Helbet piştî temambûna pêvajoyê tê çaverêkirin ku wekî aktorekî rewa û demokratîk di pêvajoya muzakereyê de cih bigirin, heta mimkin e ku hemdemî bêyî ku pêvajoyên diyalog û muzakereyê tevlîhev bikin, di warê perspektîfa demokrasî û destûra nû de çalak bin lê anîna ziman a nêzîkatiyên li ser destûra nû û demokrasiyê wekî şertê pêvajoya diyalogê qet nayê qebûlkirin.

Rastiya bingehîn a ku divê mirov pê bihese ev e: Pêşxistina demokrasiyê û destûra nû tenê bi temambûna derbasbûna ber bi Tirkiyeya Bêteror ve, bi li paşxistina siyaseta etnîkî û ya nasnameyê, bi xelasbûna pirsgirêkên têkildarî van mijaran hem di pratîkê de û hem jî di hişan de dê wekî karê hemû milet bê destgirtin û bikeve jiyanê.

Bila ti kes nekeve nav wê hêviyê ku dê destûra nû li ser siyaseta etnîkî û ya nasnameyê were muzakerekirin. Bila kes nekeve nav wê wehmê ku dê di destûra nû de nêzîkatiyên derbarê siyaseta etnîkî û ya nasnameyê de hebin.

Destûra nû rojeva hemû milet, civak û gel e. Dê berhema felsefeyeke berfireh û yekker be, ne ya nêrîneke dabeşker û cudakar.

Bi vê felsefeyê, muzakereyên destûra nû di dema mayî ya heyama 28emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê de ango heta hilbijartinên sala 2028an dikarin bigihîjin encamekê lê di vê heyamê de dibe ku mijar di asta pêkanîna gihîştineke ramanî ya li ser nêzîkatiyên bingehîn ên destûra nû de bimîne. Ev bi xwe jî dê bibe pêşketineke girîng.

Li gel vê yekê, di heyama 29emîn a Meclisê de qebûlkirina destûra nû bi lihevkirineke herî berfireh û pêşkêşkirina wê ya ji bo erêkirina gel, êdî wekî gaveke neçarî dikare were îfadekirin.

Encam

Bi temambûna derbasbûna ber bi Tirkiyeya Bêteror ve bilindbûna Tirkiyeyê dê dest pê bike û gavek dê ber bi serdema reformên mezin ve were avêtin.

Loma divê yên ku hewl didin wateyên cuda bidin pêvajoya derbasbûna ber bi Tirkiyeya Bêteror ve, di zûtirîn demê de bi rastiyê re rû bi rû bibin.

Wekî ku serokê zana Birêz Devlet Bahçelî gotiye, ''Tirkiyeya Bêteror' teslîmiyet nîne. 'Tirkiyeya Bêteror' tawîz nîne. 'Tirkiyeya Bêteror' bi rêxistina terorê re bazarîkirin nîne.

'Tirkiyeya Bêteror' qet lawazkirina dewletê, sistkirina îradeya neteweyî, binpêkirina xetên sor ên miletê me yê ezîz, têkdana hesasiyetên wî û lawazkirina pênaseya prensîbên ewlehiyê nîne.' (5ê Gulana 2026an).

Wekî encam, wekî ku Serokkomarê me Erdogan destnîşan kiriye: 'Dê ew roj bên ku li hemû herêma me teror cihê xwe bide aramiyê, bêîstîkrarî cihê xwe bide refahê, şer û pevçûn cihê xwe bide aştiyê û em dê hemû bi hev re bigihîjin wan rojan.

Ti kes dê nikaribe pêşiya vê bigire. Ti kes dê nikaribe têkeve navbera me û armanca me ya Tirkiyeya Bêteror' (3yê Çiriya Pêşîn a 2026an)."

 

Nûçeyên Têkildar

Tuncer Bakirhan: Ji bo avêtina gavan ji girtîgehan dest pê bikin
TIRKIYE18-10-2026

Tuncer Bakirhan: Ji bo avêtina gavan ji girtîgehan dest pê bikin

Trajediya Malbata ji Silêmaniyê: Li Edîrneyê termê Mêlaya 5 salî  hat dîtin
TIRKIYE17-10-2026

Trajediya Malbata ji Silêmaniyê: Li Edîrneyê termê Mêlaya 5 salî hat dîtin

Termê Mêlaya 5 salî di Çemê Merîçê de hat dîtin
TIRKIYE17-10-2026

Termê Mêlaya 5 salî di Çemê Merîçê de hat dîtin

Pirsên