Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir û got, "Em bangî desthilatê dikin, ji bo avêtina gavan li bendê nemînin, di serî de ji girtîgehan dest pê bikin"
Bakirhan her wiha anî zimên, "Ji bo ku Tirkiye di sedsala li pêşiya me de bibe Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk em dê têkoşîna xwe bidomînin."
Tuncer Bakirhan li navçeya Osmangaziyê ya parêzgeha Bursayê beşdarî Kongreya Asayî ya 5emîn a partiya xwe bû û diyar kir ku ew partiya nirxan, karkeran û xizanan in.
"Em dixwazin di paşerojê de Bursayê bi rê ve bibin"
Bakirhan destnîşan kir ku ew dixwazin di paşerojê de şaredariyên li Bursayê jî bi rê ve bibin û wiha axivî:
"Em dê bi pratîka xwe nîşanî her kesî bidin ka edalet, wekhevî, nan û kar çi ne.
Di dema lidarxistina kongreya xwe de em tenê xwe nêzîkî Kurdên li Bursayê nakin, em dê Elewî, Çerkez, Ereb, Tirk û koçberên ku ji welatên xwe hatine û Bursa ji xwe re kiriye war bînin ser zemîna partiya xwe."
Bakirhan da zanîn ku ew têdikoşin da ku çavkanî, nirx û budceya welêt bi awayekî wekhev û dadmend li ser 86 milyon mirovî bê dabeşkirin û got ku armanca wan ew e DEM Partiyê mezin bikin û bibin desthilatdar.
"Aştî nayê bipaşxistin"
Tuncer Bakirhan li ser pêvajoya siyasî ya heyî axivî û ev tişt anîn zimên:
"Li aliyekî em pêvajoyekê bi rê ve dibin. Em hem dan û standinê dikin hem jî mixalefetê dikin. Em li kû derê bin li gorî prensîbên xwe tevdigerin.
Em qîmeta dan û standinê jî dizanin, ji bo vê jî hewldana pêwîst bi awayekî samîmî û durist nîşan didin.
Lê wekî ku Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên me li parlamentoyê kirin, ji bo eşkerekirina helwesta xwe em dikarin destê xwe li ser maseyê jî bixin. Partiya me bi berdêl û keda we derketiye holê."
Bakirhan amaje bi nîqaşên li ser çareseriyê kir û got:
"Hinek kes dibêjin 'Bi vê desthilatê re aştî nabe'. Lê li hemberî we kî dibe bila bibe, aştî bi wî re tê meşandin.
Aştî ne mijareke wisa ye ku bê bipaşxistin an derengxistin.
Di her dema ku em li hev nekin de ciwanên Tirk û Kurd canê xwe ji dest didin.
Loma li hemberî me mixetab kî dibe bila bibe, divê em bi Tirk, Kurd, şoreşger û sosyalîstan re guvaşeke demokratîk ava bikin û desthilatê neçarî avêtina gavan bikin.
Heta ku em zextê nekin, her tişt dê wekî ku desthilat dixwaze bidome. Ji ber vê yekê pêvajoya aştiyê dîrokî û girîng e.
Li şûna ku nîqaş bê kirin ka aştî bi kê re tê meşandin, divê em bi hev re têbikoşin û piştgiriyê bidinê da ku desthilat gavan biavêje."
"Desthilat li benda çi ye?"
Bakirhan diyar kir ku gavên berbiçav ji bo çareseriyê pêwîst in û wiha pê de çû:
"Birêz Ocalan rîskeke gelekî mezin girt ser milê xwe. Wî gavên ew qasî samîmî avêtin, gelo desthilat li benda çi ye?
Ji bo vekişandina qeyûman û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn li benda çi ye?
Kurd ji bo pêkanîna vê aştiyê têdikoşin. Em bangî desthilatê dikin; ji bo avêtina gavan li bendê nemînin.
Di serî de ji girtîgehan dest pê bikin. Ji Selçuk Kozagaçli, Can Atalay, Demîrtaş û Yuksekdagê dest pê bikin.
Ji polîtîkayên bêcezahîştina kujerên jinan û ji têkdana jîngehê dest pê bikin."
"Aştî dê Rojhilata Navîn baştir bike"
Tuncer Bakirhan bal kişand ser hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê jî û got:
"Em li Herêma Kurdistanê beşdarî konferansekê bûbûn. Me li wê derê dît ku her kes pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girîng dibîne.
Digotin ev aştî dê rewşa Rojhilata Navîn jî baştir bike. Ango aştiya me tenê me eleqedar nake; ew dikare ji bo hemû herêmê bibe bingeha araniyê û têkoşîna Belûç û Filistîniyan jî xurt bike.
Me li wê derê careke din girîngiya yekîtiya Kurdan dît. Ev yekîtî ji bo mafên Kurdan ên li her parçeyî pêdiviyek e.
Eger em pêşî di nava xwe de yekîtiyê ava bikin, ez bawer dikim ku em dê Tirkiyeyeke xweşiktir jî biafirînin."



