Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Parastina Niştimanî ya Misirê îro piştgiriya temamî ya welatê xwe ya ji bo Erebistana Siûdiyeyê ragihand.
Encûmenê piştî zêdebûna êrişên li ser Siûdiyeyê, amadehiya xwe ya ji bo her cure piştgiriyekê anî zimên.
Armanca vê piştgiriyê parastina asayîş û aramiya Erebistana Siûdiyeyê ye.
Rewşa herêmê hatin nîqaşkirin
Ev biryar di wê civînê de hat dayîn ku bi serokatiya Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî li Qesra Îtihadiyeyê hat lidarxistin.
Armanca civînê gotûbêjkirina rewşa herêmê û wan aloziyan bû ku li herêmê hene.
Bi taybetî jî ew êrişên ku li dijî Erebistana Siûdiyeyê tên kirin, bûn mijara nîqaşê.
"Asayîşa Siûdiyeyê beşeke asayîşa me ye"
Berdevkê Serokkomariya Misirê Mihemed Şenawî ragihand ku encûmenê tekezî li ser piştgiriya temamî ya ji bo Siûdiyeyê kiriye.
Şenawî diyar kir ku ev helwest ji pêwendiyên dîrokî yên her du welatan çavkaniyê digire û got:
"Asayîşa neteweyî ya Siûdiyeyê beşeke veneqetiyayî ya asayîşa neteweyî ya Misir û welatên Ereban e."
Encûmena Parastina Niştimanî ya Misirê biryar daye ku her cure piştgiriyeke pêwîst û guncaw bide Erebistana Siûdiyeyê.
Encûmenê da zanîn ev piştgirî dê ji bo parastina asayîş û aramiya welêt, parastina saman û selametiya axa wê û her wiha ji bo parastina cihên pîroz ên Îslamî be.



