Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji ber barana gur û lehiyê avê da ser gelek xanî û kargehan, wesayît di bin avê de man û 2 kes mirin.
Ji ber xerabiya hewayê û zêdebûna lehiyê li tevahiya bajêr dibistan îro girtî ne.
Li navçeya Sariyerê nêzîkî 200 kesên ku di kargehan de asê mabûn hatin rizgarkirin.
Li herêma Beykoz-Omerliyê jî mêjera baranê ya ku ketiye ser her metreçarçikê gihîşt 193,84 kîlograman.
Barana ku serê sibeha 14ê Çiriya Pêşîn dest pê kiribû bi şev zêdetir bû.
Li gelek navçeyên bajêr kolan di bin avê de man, otomobîl ketin ber lehiyê û welatî di wesayîtên xwe de asê man.
Li Sariyerê 200 kes hatin rizgarkirin
Ji ber baranê bi taybetî li navçeyên Sariyer, Kagithane, Kuçukçekmece, Arnavutkoy, Esenler û Umraniyeyê li gelek cihan lehî rabû.
Hinek rê ji ber komvebûna avê ji hatin û çûyînê re hatin girtin.
Tîmên hewargihandinê ji bo rizgarkirina kesên asêmayî û kişandina avê dest bi xebatên bilez kir.
Li navçeya Sariyerê bi tenê nêzîkî 200 kesên ku di kargehan de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.
Zarokek jî di nav de 2 kes mirin
Ji ber barana gur û felaketa lehiyê li bajêr 2 kes mirin.
Li navçeya Fatîhê zarokekî 14 salî li parkekê lingê xwe avêt ser gola avê û pêla ceyranê lê da.
Ew zarok bi lez rakirin nexweşxaneyê lê mir.
Li navçeya Sariyerê jî welatiyê bi navê S.Y. yê 34 salî dema ku dixwest ji kolana tijî av derbasî aliyê din bibe şemitî û ket.
Serê wî li kevirê peyarêyê ket û welatiyên li derdorê ew ji nav avê derxist.
S.Y. bi birîndarî veguhastin nexweşxaneyê lê ew jî mir.


