Hewlêr (Rûdaw) - Roja sêşemê li Sûriye, Lîbya û Urdinê ji ber barana gur û çêbûna lehiyê 2 jê zarok bi giştî 4 kes mirin.
Barana zêde jiyana rojane ya li gelek deverên herêmê têk bir û rê li ber felaketan vekir.
Li Sûriyeyê 2 zarok mirin
Li Sûriyeyê li herêma Madanê ya parêzgeha Reqayê du zarok ketin ber lehiyê û mirin.
Televîzyona Îxbariyeyê ya Sûriyeyê li ser zarê rayedarên xwecihî ragihand ku beriya bûyerê ji bo parêzgehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Reqa, Dêrezor û Hisîçayê hişyariya hewayê ya dijwar hatibû dayîn.
Li Lîbyayê karmendekî bankê mir
Li Trablusa paytexta Lîbyayê jî di dema barana gur de karmendekî Banka Cumhuriyeyê dema diçû ser karê xwe bi ceyranê ve ma û mir.
Lehiyê zerer gihand tax, avahî û wesayîtan. Şirketa av û kanalîzasyonê ya neteweyî ragihand ku tora bajêr ji ber giraniya baranê têrê nekiriye.
Heyva Sor a Lîbyayê tîmên awarte şandin qadê.
Şaredariya Sûq el-Cûmeyê ya Trablusê jî herêma xwe wekî "herêma karesatê" ragihand û ji hikûmetê alîkariya lezgîn xwest.
Rayedaran ji bo tedbîrê ceyrana gelek deveran qut kir û Zanîngeha Trablusê jî ezmûnên xwe yên heta roja pêncşemê taloq kirin.
Li Urdinê ciwanek ket ber lehiyê
Li Urdinê jî Birêvebiriya Ewlehiya Giştî ragihand ku tîmên rizgarkirinê li navçeya Ruweyşîdê ya li rojhilatê welêt termê ciwanekî 23 salî yê ku ketibû ber lehiyê dîtiye.
Rayedaran bangî welatiyan kir ku ji ber barana gur û birûskê xwe ji newalan û herêmên lehiyê dûr bixin.
Li aliyê din, Erebistana Siûdî û Cezayîrê jî ji ber barana zêde û egera lehiyê hişyarî dan xelkê xwe.
Her wiha li hinek deverên Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) jî baran bariya û hişyariya lehiyê hat dayîn.


