Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku Lijneya Aştiyê û Siyasîbûnê ya ku dê Abdullah Ocalan koordînasyona wê bike divê zû dest bi xebatên xwe bike û destnîşan kir ku ji bo bicihanîna yasaya çarçoveyê hewce nake civîna MGKyê bê çaverêkirin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna heftane ya partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser mijarên di rojevê de axivî.
Di civînê de Dayîkên Aştiyê yên ji Mersînê, koma muzîkê ya Koma Amed, alîgirên Amedsporê ya Koma Barîkatê ya Enqereyê, hevserokên Şaredariya Bulamê ya parêzgeha Semsûrê û parlamenter û endamên partiyê amade bûn.
“Ev pirsên bingehîn in ku civak dipirse”
Hatîmogullariyê anî ziman ku tevî derbasbûna demeke dirêj ji pejirandina yasaya çarçoveyê ya di Parlamentoyê de, hîn jî gavên ku dihatin hêvîkirin nehatine avêtin û got:
“Yasaya çarçoveyê derket lê kengî dê bê sepandin û pêvajo dê çawa pêş bikeve? Ev pirsên bingehîn in ku civak dipirse. Divê em hemû di çarçoveya berpirsiyariyên xwe de bersiva van pirsan bidin.”
“Aştî bi awayekî dualî pêk tê”
Hatîmogullariyê got ku PKKyê biryara hilweşandina xwe da, di 8ê Çiriya Pêşîn de ragihandiye ku ji herêmên navxwe yên Tirkiyeyê û herêmên nêzîkî sînor vekişiyaye û navê hinek herêman jî eşkere kiriye.
Hatîmogullariyê ev gav wekî gaveke dîrokî û destpêka rûpeleke nû bi nav kir û wiha pê de çû:
“Aştî bi pêkanîna berpirsiyên aliyên ku beşdarî pêvajoyê bûne, bi awayekî dualî pêk tê. Berpirsiyên desthilatê û dewletê nabe ku bibin sozên bê şûn û dîrok.”
“Ne hewce ye civîna MGKyê bê çaverêkirin”
Hatîmogullariyê bi bîr xist ku Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz jî di daxuyaniyên xwe yên dawî de gotibû ku ji bo sepandina yasaya çarçoveyê ne hewce ye civîna asayî ya MGKyê bê çaverêkirin û lê zêde kir:
“Em jî bawer dikin ku li gel bipêşketinan, divê zemîna avêtina gavên dualî bê amadekirin, bêyî ku li benda roja civîna asayî ya MGKyê bimînin.”
Hevseroka DEM Partiyê di berdewamiya axaftina xwe de pirsî ka çima hîn gavên berbiçav nayên avêtin, çima qeyûm nehatine rakirin, çima biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên pêkanîn û çima Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hîn jî ne azad in.
Wê her wiha pirsî ka çima mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan nayê sepandin.
“Lijneya ku Ocalan dê koordînasyona wê bike divê zû dest bi xebatê bike”
Hatîmogullariyê diyar kir ku ne tenê gelê Kurd lê tevahiya civakê dixwaze di vê pêvajoyê de gavên berbiçav bibîne û wiha berdeam kir:
“Em dizanin ku di karên baş de divê mirov lez bike. Diviyabû çar komîsyon di bin Lijneya Şopandin, Hevkoordînasyon û Bicihanînê de bên avakirin.
Gelek girîng e ku ev komîsyon zû bên avakirin û ne tenê bên avakirin lê di pratîkê de jî dest bi xebatan bikin.”
Hatîmogullariyê bang kir ku Lijneya Aştiyê û Siyasîbûnê ya ku dê Abdullah Ocalan koordînasyona wê bike, zû dest bi xebatên xwe bike û diyar kir ku gotina Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ku “koordînasyona siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye” girîng e.
Li gorî Hatîmogullariyê, yek ji xebatên herî girîng ên ji bo bipêşxistina pêvajoyê, avakirina mercên siyasî, hiqûqî û teknîkî yên ji bo xebatên Lijneya Aştiyê û Siyasîbûnê ye.
Hatîmogullariyê da zanîn ku ji bo vê yekê divê bi lez mercên ku Abdullah Ocalan bikare bi azadî bijî û bi azadî bixebite bên peyda kirin û di dawiya axaftina xwe de got, “Ez ji vir, li ber we, careke din silav û hezkirina xwe ji Îmraliyê re dişînim.”


.jpg&w=3840&q=75)