Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got, “Dê gav bi cidiyet werin avêtin û di demeke kurt de encam were wergirtin.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
"Pêvajoya çareseriyê îradeya yekîtiyê ye"
Devlet Bahçelî qala girîngiya pêvajoya çareseriyê kir.
Wî ragihand ku pêvajoya çareseriyê îradeya yekîtiyê nîşan dide.
Li gorî gotina Bahçelî ev pêvajo nîşaneya avakirina şaristaniyeke wisa ye ku navenda wê Tirkiye ye.
Serokê MHPyê li ser armancên xwe jî got, “Hewldana pêvajoyê bi îradeya azad a miletê me tê meşandin.
Ev hewldan, dijminên Tirkiyeyê û wan aliyên ku dixwazin li herêmê serdest bin, ditirsîne.
Wekî ku di her serdemeke dîrokê de çêbûye, niha jî hewldanên bi plan ên ji bo qelskirina Tirkiyeyê tên kirin.”
"Em dê di demeke kurt de encamê bistînin"
Bahçelî amaje bi wê yekê kir ku dixwazin aramî û ewlehiya welêt têk bibin û got:
“Çawa ku di dema borî de dixwestin miletê me perçe bikin û dewleta me bêhêz bikin, niha jî heman tiştî dikin.
Wan dixwest carinan bi rêya aboriyê, carinan di warê siyasî û civakî de û carinan jî bi rêya teror û tundiya aboriya me têk bibin.
Niha jî dixwazin aramî û ewlehiya ku em gihîştinê têk bibin.
Divê ez di serî de bibêjim, Tirkiye ji rêya xwe û miletê Tirk ji biryara xwe bi paş ve gav naavêje.
Gavên ji bo pêvajoyê dê bi cidiyet û dilsozî werin avêtin. Em dê di dema herî kurt de encamê wergirin.”

.jpg&w=3840&q=75)
