Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku li Edirneyê 13 zarokên biyanî yên ku li Navenda Pêşwazîkirina Zarokan bûn, piştî ku çûne bazarê venegeriyane.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji 14 zarokan tenê yek vegeriyaye.
Hat zanîn ku xebatên ji bo dîtina 13 zarokên din didomin.
Bûyer 11ê Çiriya Pêşîn derdora demjimêr 14:30î çêbûye.
Birêvebirê navendê yê bi navê Î.K. serî li rayedaran daye.
Wî diyar kiriye ku zarokên li navendê dimînin, piştî wergirtina destûra çûyîna bazarê di dema diyarkirî de venegeriyane saziyê.
"Ew zarokên biyanî yên bê kes in"
Piştî ku bûyer li ser torên civakî deng veda, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da.
Wezaretê destnîşan kir ku ew zarok, "ne welatiyên di bin parastina dewletê de ne.”
Li gorî wezaretê, ew zarokên biyanî yên bê kes in ku "di çarçoveya koçberiya qaçax de hatine desteserkirin."
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"14 zarokên ku radestî Navenda Pêşwazîkirina Zarokan a Edirneyê hatibûn kirin, 11ê Çiriya Pêşîn piştî destûra çûyîna marketê venegeriyan saziyê.
Hêzên ewlehiyê demildest hatin agahdarkirin û ji bo dîtina zarokan dest bi xebatan hat kirin.
Ji zarokan tenê yek vegeriya navendê, xebatên ji bo dîtina 13 zarokên din didomin.
Ewlehî û berjewendiya zarokan karê me yê sereke ye. Em pêvajoyê di nava hevahengiyê de li gel saziyên pêwendîdar ji nêzîk ve dişopînin."
.jpg&w=3840&q=75)

