Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Taşkopruyê ya parêzgeha Kastamonuyê ya Tirkiyeyê di navbera du aliyan de pevçûn derket û di encamê de 4 kesên ji malbatekê hatin kuştin.
Hat zanîn ku gumanbarê bûyerê çûye qereqolê û xwe radest kiriye.
Li gorî agahiyan, bûyer li gundê Akdegîrmenê qewimiye.
Di dema berhevkirina silkan (pincar) de di navbera kesê bi navê Ç.A. û Îlhan Karasu, kurên wî Sefa û Alî û birayê wî Halît Karasu de devjenî derketiye.
Di navbera her du aliyan de ji berê ve dijminatî hebûye.
Piştî ku nîqaş mezin bûye, Ç.A. bi demançeyê gule li malbata Karasuyê reşandine.
Her çar kesên ku gule li wan ketin, li cihê bûyerê mirine.
Li gund tedbîrên ewlehiyê hatin tundkirin
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cendirme û yekîneyên komandoyan çûn cihê bûyerê.
Hêzên ewlehiyê li gund û li derdora zeviyê tedbîrên tund ên ewlehiyê wergirtin.
Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînên dozgeriyê û tîmên lêkolîna cihê bûyerê, termên wan çar kesan ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kastamonuyê.
Gumanbar xwe radest kir
Hat zanîn ku gumanbarê bi navê Ç.A. piştî bûyerê reviya lê paşê çûye Qereqola Cendirmeyan a Alatarlayê û xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.
Lêpirsonê li ser gumanbarê desteserkirî didome.

.jpg&w=3840&q=75)
