Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Etîmesgutê ya Enqereyê ya di destê CHPyê de operasyoneke nû hat kirin.
Di vê operasyonê de 25 kes hatin desteserkirin ku alîkarên serokê şaredariyê Fikret Gozuoglu û Gultekîn Bayindir jî di nav de ne.
Biryara lêgerîn û desteserkirinê ji bo 25 gumanbaran hatibû dayîn.
Li gorî agahiyan, ew 25 kes hemû hatine desteserkirin.
Fikret Gozuoglu piştî girtina Erdal Beşikçioglu û Mutlu Kerimoglu wekî alîkarê serokê şaredariyê hatibû tayînkirin.
Gultekîn Bayindir jî di serdema Beşîkçîoglu de alîkarê serokê şaredariyê bû.
Lêpirsîna li ser îhaleyan
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li ser îdiayên gendelî û sextekariyê yên di hinek îhaleyên Şaredariya Etîmesgutê de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di nav îdiayan de amadekirina belgeyên sexte heye.
Di çarçoveya lêpirsînê de raporên Sayiştayê, daxwaznameyên ji bo CÎMERê hatine şandin û îfadeyên gumanbaran hatin nirxandin.
Her wiha lêkolîn li ser qeydên deng û dîmenan û analîzên MASAKê û qeydên telefonan hatin kirin.
Gumanbar bi sûcên wekî avakirina rêxistinê û birêvebirina wê tên tohmetbarkirin.
Di nav tawanan de endamtiya rêxistinê, dizî, bertîl û tevlîkirina fesadiyê ya di îhaleyê de jî hene.
Beriya niha 40 kes hatibûn girtin
30ê Tîrmeha 2026an jî di çarçoveya vê lêpirsînê de, li dijî Şaredariya Etîmesgutê operasyon hatibû kirin.
Di wê operasyonê de li Enqereyê û 8 parêzgehên din pêvajoya qanûnî ji bo 55 gumanbaran dest pê kiribû.
Di nav wan de 42 karmendên şaredariyê û 13 berpirsên şirketan hebûn.
Gumanbar derketin pêşberî dadgehê û ji bo 44 kesan daxwaza girtinê hat kirin.
3ê Tebaxa 2026an 40 kes hatin girtin ku Erdal Beşîkçîoglu jî di nav de bû.
Ji bo çar gumanbaran biryara kontrola dadî hat dayîn û 10 kes jî hatin berdan.
Beşîkçîoglu di îfadeya xwe de îdiayên li dijî xwe red kiribûn û gotibû ew ne berpirsê îhaleyan e.
Piştî biryara girtina wî, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ew ji peywira wî dûr xistibû.
Adarê jî operasyon hatibû kirin
Adara 2026an jî li dijî Şaredariya Etîmesgutê lêpirsîneke din dest pê kiribû.
Di kontrolên Sayiştayê de li ser mijara xwarinê û hesabên şirketê hinek îdiayên gendeliyê hatibûn tespîtkirin.
Di wê demê de jî 4 kes hatibûn desteserkirin.
Birêvebiriya şaredariyê ya CHPyê wê demê ragihandibû ku beşa teftîşê ya şaredariyê bi xwe ev gendelî dîtine.



.jpg&w=3840&q=75)