Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê rê tê vekirin da ku mexdûrên fonan pereyên xwe bistînin lê yasaya nû ya li parlamentoyê garantî nake ku ew dê hemû pereyên xwe wergirin.
Di vê krîzê de pirsa herî mezin a wan mexdûrên ku pereyên xwe razandine, êdî ne ew e ku "Dê kengî pereyan wergirin?", pirs e ew e ku "Dê çi qasî ji pereyên xwe rizgar bikin?"
Heta niha karê girtina hinek fonan bi dawî bûye û pereyên wan ji bankan re hatine şandin lê ji bo yên din hîn jî çavê mexdûran li rê ye.
Pêşnûmeya ku niha li ber destê parlamentoyê ye, “vegerandina beşek ji pereyan” û “standina pereyên zererê ya ji kesên berpirs” li xwe digire.
Lê dîsa jî ti mîsogerî nîne ku zerera mexdûran ji sedî 100 bê vegerandin.
Saziya Çavdêriya Piyasayê (SPK) 17ê Îlonê biryar dabû ku 131 fonên girêdayî 7 şirketên cuda bêne girtin.
Li gorî agahiyên fermî yên Navenda Tomarê (MKK), bi giştî 455 hezar û 758 kesan pereyên xwe razandibûn van fonan.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek, 8ê Çiriya Pêşîn ragihand ku pêvajoya girtina 17 fonên li ser platforma TEFASê (A1 Capital, Bulls û Pardus) bi dawî bûye û pereyên nêzî 43 hezar kesan şandine bankên wan.
Ev pêşnûmeya ku ji bo fonên ku hîn nehatine girtin hatiye amadekirin, dê 14ê Çiriya Pêşîn li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê bê nîqaşkirin.
Ev yasa dê kê li xwe bigire?
Yasa tenê ji bo wan fonan derbasdar e ku di 17ê Îlonê de biryara girtina wan derketiye lê heta roja pesendkirina yasayê jî karê wan bi temamî bi dawî nebûye.
Fonên ku berê hatine girtin, dikevin derveyî vê yasayê. Her wiha dayîna beşeke pereyên mexdûran, nayê wê wateyê ku ew fon bi tevahî hatiye girtin.
Rayedar dixwazin sê gavan bi hev re biavêjin: Firotina mal û milkê fonan, vegerandina pereyên ku bi awayekî neqanûnî hatine revandin û standina pereyan ji kesên berpirs.
Mafê standina pereyan jî dê piştî berhevdana qeydên saziyên fermî (wek MKK, Takasbank û TEFAS) eşkere bibe.
Lê rojeke zelal nîne bê ma dê kengî pere werin dayîn, SPK dê pişt re van hûrgiliyan eşkere bike.
Gelo dê her kes milyonek lîreyî werbigire?
Bersiva vê pirsê "na" ye. SPKyê 1ê Çiriya Pêşîn biryar dabû ku ji bo fonên Tera, Pusula, Atlas û Hedef Portfoyê, di gava destpêkê de (wekî dayîneke demkî) herî zêde milyonek lîre bide û pêşî jî bide fonên bazara diravan.
Ev pere dê rasterast ji mal û milkê fonan bi xwe were dabînkirin. Dema hesabkirinê, tenê ew mêjer tê liberçavgirtin ku mexdûr xistiye fonê û pişt re jê kişandiye. Heke pereyê wî yê razandî (bêyî hesabê enflasyonê) ji milyonek lîreyî kêmtir be, dê heman mêjerê wergire; heke ji milyonekê zêdetir be jî di gava yekem de tenê dikare milyonek lîreyî bistîne.
Ev ne ew e ku dewlet ji berîka xwe pereyê wan dide; ev tenê sînorê herî jor ê dayîna destpêkê ye.
Gava ku mal û milkên fonan hatin firotin û pereyên nû ketin dest, dê diravdana din jî bê kirin û ev milyona ku destpêkê dane, dê ji heqê wan ê giştî were jêbirin.
Gelo bandora enflasyonê tê hesabkirin?
Di pêşnûmeyê de cih dane vê mijarê jî. Eger pereyê ku ji firotina samanên fonan kom bûye têrê neke, MKK dê wan pereyên ku mexdûran di demên cuda de razandine, li gorî rêjeya enflasyonê ya heta roja girtina fonê, ji nû ve hesab bike.
Lê ev nayê wê wateyê ku ziyana wan bi temamî ji holê radibe. Ev tenê formulek e ji bo dabeşkirina pereyê heyî.
Ji xeynî wê, hesabê enflasyonê tenê heta roja girtina fonê tê kirin, ne heta roja ku pere digihe destê wan.
Yanî dema ku mexdûr bi mehan li benda pereyê xwe radiwestin, daketina nirxê pereyê wan nayê telafîkirin.
Dê ev pere ji ku bên?
Yek quriş jî ji xezîneya dewletê dernakeve. Çavkaniya pereyan dê tenê mal û milkê fonan be, yan jî ew pereyên ku ji berpirsan tên standin û yên ku bi riza xwe pereyan vedigerînin.
Ji bo ziyana ku ji ber nelirêtiyê çêbûye, dê destpêkê biçin bi pêsîra damezirîner an jî birêvebirên wan fonan bigirin.
Eger ji wan pere neyê wergirtin, dê dest deynin ser mal û milkê wan kes û kompanyayan ku SPKyê wekî tawanbar destnîşan kirine.
Mexdûr ji çi nerazî ne?
Ew mexdûrên ku di dema daxistina fonan de asê man û nikarîn pişkên xwe bifiroşin, li ser torên civakî bertekên tund nîşan didin û dibêjin ew ê dozê li SPKyê vebikin.
Ew SPKyê tohmetbar dikin ku wezîfeya xwe ya çavdêrîkirin û parastina xelkê bi cih neaniye.
Di heman demê de, lêpirsîna li ser doza fonan li Serdozgeriya Stenbolê berdewam dike.
Heta niha hejmara gumanbaran derketiye 220î û 85 ji wan di zindanê de ne.
Ji bo mexdûran, encama rasteqîn a vê pêvajoyê dê wê rojê diyar bibe ku pere têkeve berîka wan.



.jpg&w=3840&q=75)