Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihand ku Tirkiyeyê di navbera salên 2003 û 2025an de mafê "darizandina dadperwer" bi sedan caran bin pê kiriye.
Li gorî amarên fermî, dadgehê di vê heyama 22 salî de, 1004 caran ji ber darizandinên neheq û bêdad Tirkiye mehkûm kiriye.
Li gorî agahiyên ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, binpêkirina mafê dadperweriyê herî zêde di salên 2003 û 2007an de çêbûye.
Dema mirov li amaran dinêre, diyar dibe ku pergala dadê ya Tirkiyeyê di sala 2009an de di rewşa xwe ya herî xerab de bû.
Rêjeya herî bilind di nava pênc salan de ye
Amarên DMMEyê yên salên borî nîşan didin ku piştî salên 2000î, binpêkirina mafê darizandinê li Tirkiyeyê carinan pir zêde bûye û pişt re hinekî kêm bûye.
Lê di navbera 2003 û 2007an de, Tirkiye 415 caran ji ber darizandinên bêdad hatiye mehkûmkirin.
Ev hejmar di qeydên wezaretê de wekî asta herî bilind hatiye tomarkirin.
Li gorî serdeman, tabloya binpêkirinan wiha ye:
• 2003-2007: 415 darizandinên bêdad
• 2008-2012: 299 darizandinên bêdad
• 2013-2017: 123 darizandinên bêdad
• 2018-2022: 113 darizandinên bêdad
• 2023-2025: 54 darizandinên bêdad
Di salekê de 126 binpêkirin
Di nava salan de, sala 2009an di rêza yekem de ye. Di wê salê de DMMEyê 126 caran destnîşan kiriye ku Tirkiyeyê mafê welatiyan ê darizandina dadmend bin pê kiriye.
Darizandina dadperwer tê çi wateyê?
Mafê darizandina dadmend, di xala 6an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de wekî mafekî bingehîn tê parastin.
Li gor wê xalê, divê her kes di demeke meqûl de li pêşberî dadgeheke serbixwe û bêalî, bi awayekî dadmend bê darizandin.
Yek ji xalên girîng ên wî mafî ew e ku "heta sûcê kesekî bi belgeyên yasayî neyê îsbatkirin, ew kes bê guneh e."
Bi giştî divê rûniştin û biryarên dadgehan vekirî bin û raya giştî bi wan zanibe lê di hinek rewşên hestyar û taybet de, dadgeh dikarin rûniştinên xwe ji raya giştî re bigirin.



.jpg&w=3840&q=75)