Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akhîsarê ya Manîsayê rakêşek û otobuseke geştiyariyê li hev qelibîn. Di vê bûyerê de 11 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li ser Rêya Sereke ya Gebze-Orhangazî-Îzmîrê li nêzîkî Xalên Perewergirtinê yên Akhîsarê qewimî.
Li ser agahdarkirinê, gelek ambulans, tîmên parastinê yên sivîl û polîs çûn cihê bûyerê.
Parêzgariya Manîsayê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku saet 11:11an li nêzîkî deriyê ketina rêya sereke ya Akhîsarê, otobuseke geştiyariyê ya ku ji Bursayê ber bi Îzmîrê ve diçû û rakêşek (wesayîya kişandina otomobîlan) li hev qelibîne.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat destnîşankirin ku tîmên tenduristî û rizgarkirinê demildest gihiştine cihê bûyerê û wan dest bi xebatan kiriye.
Li gorî Parêzgarî û Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, di vê bûyerê de 11 kesan canê xwe ji dest daye û 26 kes jî birîndar bûne.


