Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar ragihand ku Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê bûye.
Mîthat Sancar ji Medya Haberê re mijarên di rojevê de nirxandin.
Sancar qala qonaxa pêvajoya aştiyê kir û eşkere kir ku Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê ku li Îmraliyê hatiye çêkirin bûye.
Sancar li ser vê mijarê wiha got:
"Ev du meh in di pêvajoyê de rawestanek heye. Qala hinek tarîxan dihat kirin lê ew pêk nehatin. Piştî gavên Tevgera Kurd, divê desteyek biçe Îmraliyê.
Desteya ku dê bi Birêz Ocalan re bixebite, Desteya Aştî û Siyasîbûnê ye. Mercên nû tînin rojevê. Dema ku ev mercên nû tên rojevê, vê carê hawîrdor û rewşeke cuda çêdibe.
Ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe, pêwîst e Birêz Ocalan pêvajoyê koordîne bike. Ev faktoreke gelekî girîng e."
"Gava ku dê girêkê veke Ocalan diavêje"
Mîthat Sancar diyar kir ku pêvajo dê bi daxwaz û bendewariyên yekalî nemeşe.
Wî got ku gava ku dê girêka sereke veke dê ji aliyê Abdullah Ocalan ve bê avêtin.
Sancar axaftina xwe wiha domand:
“Pêvajo bi daxwaz û bendewariyên yekalî nameşe. Gava ku dê girêka sereke veke Birêz Ocalan diavêje.
Bi dîtina min pirsgirêkeke ku çareser nabe nîne lê ji bo ku were çareserkirin divê baskê dewletê dev ji helwesta xwe ya hişk û rijd berde. Nêzîkatiya ku dibêje alî dê hevdû bixapînin nêzîkatiyeke şaş e.
Pêvajoyê qadeke siyasî ya cidî vekir. Armanca Birêz Ocalan ew e ku Kurdan wekî kirdeyeke siyasî bike yek.
Birêz Ocalan derbasî cihê nû yê ku li Îmraliyê hatiye çêkirin bûye. Qebûlkirina Birêz Ocalan a derbasbûna wê derê, lezbûnê pêwîst dike."
Li aliyê din birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî ji Rûdawê re li ser vê mijarê axivî.
Mehmet Ocalan got ku ew ji guherîna cihê birayê xwe nehatiye agahdarkirin.



