Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, derbarê gava nû ya Pêvajoya Çareseriyê daxuyanî dan û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê.
Kurtulmuş bal kişand ser lihevhatina partiyên siyasî û wihagot:
"Ev serdem serdema biratî û aştiyê ye. Di vê serdemê de çek naaxivin, ziman û dil diaxivin."
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, beşdarî merasîma vekirina Sala Akademîk a 2026-2027an a Zanîngeha Selçukê bû û li wir dersa destpêkê ya bi navê "Modela Tirkiyeyê, Pişgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasî"yê da.
Di gotara xwe de Kurtulmuş giranî da ser gavên nû yên çareseriyê û avakirina aştiya navxweyî.
"Hişê dewletê û wijdanê gel gihîştin hev"
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku pirsa Kurdan û meseleya çekan di sedsala yekem a komarê de pirsgirêka herî mezin bû ku zêdetirî 50 salî wextê Tirkiyeyê girtiye.
Kurtulmuş diyar kir ku di serdemên borî de jî gelek siyasetmedaran ji bo çareserkirina vê pirsê xebat kirine lê rûdanên tarî û sûîqestên siyasî rê li ber wan girtiye û li ser qonaxa nû wiha axivî:
"Niha bi gihîştina hişê dewletê û wijdanê gel, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên pir girîng hatine avêtin û rêyeke dirêj hat danîn."
Komîsyona wekî "Pişgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ku di bin banê parlamentoyê de hatibû avakirin, rapora xwe bi piranî dengên parlamenteran (ji 50 parlamenteran 47 deng) pesend kiriye ku Kurtulmuş vê yekê wekî mînakeke bêhempa ya "demokrasiya lihevhatinê" bi nav kir.
Ji bo yasaya çareseriyê di parlamentoyê de 467 dengên erê
Kurtulmuş da zanîn ku yasaya pêwendîdarî birêvebirina vê proseyê di Parlamentoyê de bi dengên 467 parlamenteran hatiye qebûlkirin.
Kurtulmuş ragihand ku ev hejmara bilind nîşaneya gihîştina siyaseta Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir:
"Ev dengên ku bilind bûne, dengên ji bo yekîtiyê, biratiyê û paşeroja Tirkiyeyê ne."
Wî her wiha spasiya Recep Tayîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û serokên partiyên din kir ku piştgiriya vê pêvajoyê kiriye.
"Em perçeyên xwe yên berî sedsalekê li hev dicivînin"
Kurtulmuş bal kişand ser bipêşketinên li Sûriye û Îraqê û destnîşan kir ku Tirkiye dê bibe garantiya aramiya tevahiya herêmê û wiha lê zêde kir:
"Em bi vê projeyê, perçeyên xwe yên ku berî sedsalekê ji hev hatine parçekirin li hev dicivînin, gelên ku hatine belavkirin tînin cem hev û ber bi armanceke hevpar ve diçin.
Kurd, Tirk û Ereb xwediyên eslî yên vê axê ne."
"Ev serdem serdema aştiyê ye, ne ya çekan e"
Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku qebûlkirina raporê û derbasbûna yasayê, deriyekî nû ji bo vê qonaxa nû vekiriye.
Kurtulmuş destnîşan kir ku divê li dijî provokasyonan baldar bin, zimanê jihevveqetandinê bi kar neynin û wî wiha dawî li axaftina xwe anî:
"Ev serdem serdema biratî û aştiyê ye. Di vê serdemê de çek naaxivin, ziman û dil diaxivin."



