Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê van rojan mijara herî germ krîza fonan e. Ev mijar him di nava civakê de û him jî li qada siyasetê bûye rojeva sereke.
Hat eşkerekirin ku zerera vê krîzê ya ji bo aboriyê gihîştiye derdora 20 milyar dolarî û zêdetirî 450 hezar kes bûne mexdûr.
Li Parlamentoya Tirkiyeyê jî li ser vê mijarê nîqaşên tund çêdibin.
Alîkara Serokê AK Partiyê Fatma Betul Sayan Kayayê îstifa kir û mixalefet îdia dike ku gelek navên din ên payebilind jî di nava vê dosyayê de ne.
Herî dawî li parlamentoyê daxwaza avakirina komîteyekê hat kirin û Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz komên partiyan li ser rewşa dawî agahdar kir.
Li parlamentoyê nîqaşên tund
Krîza fonan a ku li Borsaya Stenbolê dest pê kir û ber bi astên bilind ên dewletê ve belav bû, her ku diçe zêdetir dibe rojev û bandora wê ya li ser siyaset û civakê jî kûrtir dibe.
Heta niha bi tohmeta manîpulasyona fonan 85 kes hatine girtin û tê gotin ku hejmara mexdûran ji 456 hezar kesî zêdetir e.
Li parlamentoyê pêşniyaza lêkolînkirina mijarê hat kirin lê ji ber ku parlamenterên AK Partiyê eywan terikandin, rûniştin bi dawî bû.
Alîkarê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Erkmen bertek nîşanî desthilatê da û got:
"21 roj in welatiyên me meraq dikin bê ka dê li Parlamentoya Mezin a Tirkiyeyê li ser vê şêlandina mezin çi bê axaftin.
Lê AK Partiyê ji bo ku parlamento neaxive rêziknameya navxwe bi kar anî, tenezulî xeletiyeke mezin kir û parlamento girt. Lê cara ewil 5 partiyên mixalefetê ev yek qebûl nekir."
"Krîzeke pergalê rû daye"
Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê jî diyar kir ku saziyên dewletê bêbandor bûne û wiha axivî:
"Di wê demê de ku hemû saziyên Tirkiyeyê ji nav çûne, krîzeke pergalê rû daye, dewletê taybetmendiya xwe ya dewletbûnê ji dest daye û baweriya bi siyasetê ji holê rabûye, em li vir li ser navê milet pirsan dikin lê ti bersiv tunin.
Îro li vir komên 5 partiyan xwest lêkolîn li ser vê krîzê bê kirin lê AK Partiyê ji bo ku kes neaxive meclîs girt."
Zerer 20 milyar dolar e
Tê diyarkirin ku qebareya zerera aboriya Tirkiyeyê di vê mijarê de gihîştiye derdora 20 milyar dolarî.
Li gorî lêkolînan, manîpulasyona li borsayê sala 2024an dest pê kiriye û heta îro dewam kiriye.
Hat zanîn ku agahiya Desteya Bazarên Sermayeyê (SPK), Banka Navendî ya Tirkiyeyê û gelek saziyên fermî yên din jî jê hebûye.
Li gorî hin îdiayan, hin navên sereke yên di birêvebiriya bilind a dewletê de jî di nava vê manîpulasyonê de ne.
Tasfiye di meha Çiriya Pêşîn de ye
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li parlamentoyê li ser mijarê agahî dan komên partiyan û got:
"Ji sibê pê ve dê pêvajoya tasfiyekirinê dest pê bike. Dê tasfiyeyên asayî û yên derasayî di meha Çiriya Pêşîn de bên kirin û pê re jî dê pereyên 455 hezar û 758 kesan li wan bên vegerandin.
Ez bawer dikim ku parlamentoya me jî dê daxwaza veberhêneran li ber çavan bigire û vê qanûnê di zûtirîn dem de bîne rojeva xwe."
Pere birine Swîsre û Belçîkayê
Piştî ku krîz eşkere bû, Alîkara Serokê AK Partiyê Fatma Betul Sayan Kayayê ji hemû peywirên xwe îstifa kir, ji ber ku hat îdiakirin wê jî pereyekî zêde di vê krîzê de kom kiriye.
Piştî lêkolînan derket holê ku beşek ji wan pereyan veguhastibe Swîsre û Belçîkayê.
Dewlet niha hewl dide ku vê şebekeyê bi temamî derxe holê lê pirs ew e bê ka dê berpirsên payebilind jî bikevin ber lêpirsînê an na.


