Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hevkarê wî yê Sûriyeyê Esed Şeybanî îro li Enqereyê civiyan.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Fîdan û Şeybanî li Enqereyê hevdîtinek pêk aniye.
Naveroka civînê hîn nehat eşkerekirin
Her çend Wezaretên Karên Derve yên her du welatan heta niha naveroka civînê bi awayekî fermî eşkere nekiriye lê tê nirxandin ku mijarên sereke yên di navbera her du aliyan de hatine gotûbêjkirin.
Di çarçoveya vê civînê de tê pêşbînîkirin ku ewlehiya sînoran, pêwendiyên bazirganiyê û vekirina deriyên nû yên bazirganiyê hatine nirxandin.
Bipêşketinên li Sûriyeyê
Her wiha tê pêşbînîkirin ku di civînê de bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û hinek mijarên herêmî hatine nirxandin.
Civîna Fîdan û Şeybanî ya li Enqereyê, piştî hevdîtina Şeybanî ya li Stenbolê ya li gel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack pêk hat.
.jpg&w=3840&q=75)

