Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi heyeteke payebilind a Koma AK Partiyê re civiya.
Di civînê de qonaxa ku pêvajoya çareseriyê lê gihîştiye û gavên ku dê ji niha û pê ve bên avêtin hatin gotûbêjkirin.
Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê ragihand ku, heyeta wan a Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, li Parlamentoyê li gel heyeteke bilind a AK Partiyê civiyaye.
Heyeta AK Partiyê ji Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk pêk dihat.
DEM Partiyê diyar kir ku heyeta wan di civînê de li gel berpirsên AK Partiyê qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê û xebatên paşerojê nirxandine û nêrînên xwe bi hev re parve kirine.
Komîsyona Şopandinê li rojevê bû
Li aliyê din, ajansa fermî ya Tirkiyeyê jî ragihand ku di hevdîtina di navbera her du heyetan de, gavên piştî pejirandina "Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan li ser taybetmendî, erk û avakirina bilez a "Komîsyona Şopandinê" ya ku dê li parlamentoyê bê damezirandin dan û standin kir.
Spasiya Erdogan a ji bo DEM Partiyê
Ev civîna heyeta DEM Partiyê ya li gel AK Partiyê piştî destpêkirina serdema nû ya yasadanînê ya 1ê Çiriya Pêşîn pêk hat.
Beriya vê hevdîtinê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber rola wan a di pêvajoyê de bi awayekî rasterast spasiya Koma DEM Partiyê kiribû.
Tê çaverêkirin ku piştî vê hevdîtinê, partiyên siyasî di nava çend rojên bê de lîsteya endamên xwe yên ji bo Komîsyona Şopandinê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin da ku çavdêriya gavên li qadê bi rengekî fermî dest pê bike.

.jpg&w=3840&q=75)

