Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê di bin kavilên avahiya herifî de welatiyek mir û 5 kes jî sax hatin derxistin.
Parêzgariya Stenbolê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:
"Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiya herifî ya li Maltepeyê de welatiyekî me mir.
Termê wî ji bin kavilan hat derxistin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo 3 kesên din berdewam dikin."
5 kes sax hatin derxistin
Sê qatên serî yên avahiya 7 qatî ya li Kolana Doguyê ya Taxa Cevîzliyê ji ber sedemeke ne diyar herifîn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê, AFAD, UMKE, polîs û xebatkarên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Kesên ku li qatên jorîn ên avahiyê asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin û di kavilan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kir.
Hat zanîn ku atolyeya tekstîlê ya li qata binî ya avahiyê vala bûye.
Tîmên ku kûçikên pispor bi kar anîn, 2 jê zarok 5 kes bi saxîtî ji bin kavilan derxistin û radestî tîmên tenduristiyê kirin.
Ew birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Daxuyaniya Parêzgarê Stenbolê
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul li gel Gerînendeyê Ewlehiya Stenbolê Selamî Yildiz çû cihê bûyerê û lêkolîn kir.
Davut Gul di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran de diyar kir ku avahî sala 1987an hatiye avakirin.
Gul da zanîn ku avahî ji qata jêrîn û 6 qatan pêk tê û qata jêrîn wekî dikan û her 6 qatên din jî wekî daîre dihatin bikaranîn.


