Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya
Stenbolê li cihekî şahiyê di pevçûneke bi çekan de polîsek jî di nav de 2 kes
mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li ser Kolana Îkîtelliyê ya li Taxa Ataturkê li cihekî
şahiyê qewimî.
Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê
bûyerê.
Li gorî lêkolînên tîman, du gumanbaran bi çekê gule li
mişteriyê bi navê B.U. reşandine û ew kes li cihê bûyerê mire.
Polîsê bi navê K.Ç. yê 40 salî ku di dema bûyerê de li wir
bû xwest midaxeleyî bûyerê bike.
Lê belê di encama gulebarana gumanbaran de ew polîs jî mir.
Di heman pevçûnê de gumanbarek jî di nav de 3 kes birîndar
bûn.
Cihê kar hat mohrkirin
Tîmên tenduristiyê birîndar ji bo dermankirinê veguhastin
nexweşxaneyê.
Polîsan ji bo girtina gumanbarekî ku ji cihê bûyerê reviyaye
dest bi xebatan kir.
Zabiteyan jî deriyê wî cihê kar mohr kir.

.jpg&w=3840&q=75)

