Hewlêr (Rûdaw) - Bakirhan da zanîn ku DEM Partî bi AK Partiyê re ti bazarên hilbijartinê nake û got, "Em di mijara hilbijartinê de bi ti aliyan re kar nakin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji televîzyona Halk TVyê re axivî.
Bakirhan “pêvajoya aştî û demokratîkbûnê”, pêwendiyên bi mixalefetê re û hevkariyên mimkin ên hilbijartinê nirxandin.
Wî derbarê nîqaşên li ser baweriya bi desthilatê ya di pêvajoyê de got:
"Baweriya me bi bingeha me heye. Baweriya me bi wan kesên ku ji aştiyê bawer dikin û mirovên ku van pirsgirêkên me qal kirine dijîn heye."
"Çi qasî mixalefet parçe bibe, desthilat ew qasî xurttir dibe"
Bakirhan bi bîr xist ku divê ji pêvajoyên çareseriyê yên berê ders bên wergirtin û banga civakîkirina pêvajoyê kir.
Bakirhan diyar kir ku çareseriya Pirsgirêka Kurdan nayê wateya perçebûna Tirkiyeyê û destnîşan kir ku axavtin, xwendin û nivîsandina bi Kurdî welêt parçe nake.
Bakirhan got, "Ev nayê wê wateyê ku Tirkî nebe zimanê fermî yan jî nebe zimanê me yê hevpar ê pêwendiyê."
Wî tekez kir ku ew parêzvaniya wê yekê dikin ku nasnameyên cuda karibin zimanên xwe bidin jiyîn.
Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku perçebûna mixalefetê dê polîtîkayên desthilatê bihêztir bike û got:
"Çi qasî mixalefet bi hev re piştgiriyê bide vê pêvajoya ku di berjewendiya Tirkiyeyê û 86 milyon mirovî de ye, derfeta me ya rawestandina zextên din dê ew qasî zêdetir be."
"Em bi AK Partiyê re bazara hilbijartinê nakin"
Bakirhan ew îdiayên ku digotin DEM Partî bi desthilatê re bazara hilbijartinê dike red kirin.
Wî bi bîr xist ku partiya wan di hilbijartinên dawî de piştgirî daye namzedên mixalefeta sereke.
Bakirhan got, "Em bi AK Partiyê re bazara hilbijartinê nakin. Karê me bi hilbijartinê re nîne.
Ev yek dê li hemberî kevneşopî, têkoşîn û nêzîkatiya me ya heta îro neheqiyek be."
Bakirhan diyar kir ku di pênc hilbijartinên dawî de DEM Partî û xetên siyasî yên beriya wê deng dane namzedên mixalefeta sereke.
Wî bal kişand ser piştgiriya ji bo Muharrem Înce û Kemal Kiliçdaroglu û her wiha lihevkirina bajaran a bi CHPyê re ya di du hilbijartinên xwecihî yên dawî de.
Bakirhan îdiayên derbarê hevkariyeke nû ya hilbijartinê ya bi CHPyê re jî nirxandin û anî zimên:
"Balkêş e, min jî cara ewil bihîst. Di rojeva me de hilbijartin jî nîne. Ji ber vê yekê ez nizanim ev tişt ji kû derê derketiye lê ne rast e."
"Biryarên DMMEyê li benda çi ne?"
Bakirhan bi bîr xist ku "yasaya çarçoveyê" li Parlamentoya Tirkiyeyê bi 467 dengan hatiye pejirandin û got ku ev deng îradeya bêpevçûnî, çareserî û aştiyê nîşan didin.
Bakirhan destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêwîstî bi "paqijkirina rê" heye û ragihand ku operasyonên li ser hinek şaredariyan baweriya bi pêvajoyê kêm dike.
Bakirhan her wiha daxuyand ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên bicihanîn û pêvajoyên hiqûqî yên di Doza Kobaniyê de, dozên Can Atalay, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê anîn rojevê.
Mercê ji bo destûrê: Beşdar û azadîxwaz
Bakirhan da zanîn ku helwesta DEM Partiyê ya li ser guherîna destûrê zelal e û got ku divê destûra nû "beşdar, şefaf, azadîxwaz û demokratîk" be.
Bakirhan ragihand, eger destûreke wekhevpar bê amadekirin ku tê de mafên Kurdan, Elewiyan, jinan, ciwanan û mafê jîngehê bên misogerkirin ew dê piştgiriyê bidinê û got:
"Destûreke ku xwe bispêre rojeveke siyasî di me re derbas nabe."
Îdiaya "vîlayê" ya li Îmraliyê
Bakirhan ew îdiayên ku digotin li Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan vîlla tê çêkirin jî nirxandin.
Wî anî zimên ku ew cih ji bo sererastkirina mercên xebatê yên li girtîgehê hatiye nûkirin.
Bakirhan destnîşan kir ku Ocalan mixetabê vê pirsgirêka siyasî ya bi salan e didome ye û başkirina şertên xebatê ji bo birêveçûna pêvajoyê pêwîst e.
Bakirhan tekez kir ku Ocalan di çareseriya Pirsgirêka Kurdan de mixetab e û gotinên xwe wiha bi dawî kirin:
"Di dawiya rojê de pêwîst e em di asteke maqûl de bigihijin hev.
Bi rastî jî pirsgirêkeke me ya bi vî rengî heye, Pirsgirêka Kurdan heye, pirsgirêka demokratîkbûnê heye û divê em ji bo wê rêyeke çareseriyê bibînin. Mixetabê vê yekê jî Ocalan e."



