Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê, li Dibistana Îmam Xetîbê ya Şêx Şamîl a Kayaşehîrê di êrişeke bi kêrê de 8 xwendekar birîndar bûn.
Bûyer îro serê sibehê saet 08:40î qewimî.
Êrişkara ku xwendekara pola 2yan a lîseyê ye, bi cilên dibistanê derbasî hundir bû û bêserûber bi kêrê li zarokan xist.
Hat ragihandin ku êrişkar xwendekareke 15 salî ya bi navê F.M. ye û ew mezûna heman dibistanê ye.
Zarokeke 10 salî canê xwe ji dest da
Xwendekarên birîndar bi ambulansan ji bo Nexweşxaneya Çam Sakurayê ya li Başakşehîrê hatin veguhastin.
Temenê xwendekarên birîndar di navbera 10 û 13 saliyê de ye.
Tevî hemû mudaxeleyan jî xwendekara birîndar a 10 salî ya bi navê Eslem Sare Bulutê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Rewşa 5 birîndaran baş e lê ya 2 xwendekaran hê jî giran e.
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn li ser bûyerê got:
"Xwendekareke keç a lîseyeke din bi cilên wê dibistanê diçe dibistana navîn û bi kêrê êrişî zarokên me dike.
Beriya niha agahî dan min ku xwendekareke me ya rewşa wê giran bû, canê xwe ji dest daye."
Hat ragihandin ku êrişkar bi du kêrên ku ji malê anîne êriş pêk aniye û tê îdiakirin ku pirsgirêkên wê yên derûnî hene.
Malbatên xwendekaran piştî êrişê ketin nav tirs û xofeke mezin û ji rayedaran tedbîrên pêwîst dixwazin.
"Divê pergal bê nûkirin"
Welatiya bi navê Ayşe ya ku mala wê nêzî dibistanê ye li ser bûyerê got:
"Beriya her tiştî divê mezinên me çareseriyekê ji vê mijarê re bibînin lewra ev bûyer dikare were serê her kesî.
Tedbîrên hatine girtin têrê nakin, divê gelekî tund bin û hemû pergal ji serî heta binî bê nûkirin."
Bavê yek ji xwendekaran jî nerazîbûna xwe anî zimên û got:
"Heyfa van zarokan, çi gunehê wan heye? Qaşo polîsan dibistan diparast!
Her kesê ku tê dikare bikeve nav dibistanê. Du keçên min li vir dixwînin."
Sekreterê Şaxa 7an a Egîtîm Sena Stenbolê Sînan Mengulogul jî diyar kir ku tenê polîtîkayên ewlehiyê nabin çare û anî zimên:
"Eger hemû derî bên girtin û tenê polîs li dibistanan bixebitin, ew der nabe dibistan dê bibe girtîgeh.
Jixwe biryarên navendî li dibistanan nayên bicihanîn. Divê pergala perwerdeyê ji bingeh ve bê guhertin."
Qedexeya weşanê hat ragihandin
Dadgeha Stenbolê derbarê nûçe û agahiyên li ser bûyerê de biryara "qedexeya weşanê" da.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê jî li dibistana ku bûyer lê qewimiye 2 rojan navber da perwerdeyê.
Hêzên ewlehiyê derbarê sedema êrişê de lêkolînê dikin û lêpirsîna li ser bûyerê didome.


